ENKSyê nebûna Kurdan a di Komîteya Amadekar a Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê de wekî “metirsî” bi nav kir.
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser avakirina Komîteya Amadekar a Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê û nebûna Kurdan a di komîteyê de daxuyaniyek belav kir.
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand:
“Diviyabû Komîteya Amadekar a Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku 11ê mehê hat ragihandin, rastiya pirrengiya siyasî û neteweyî ya welêt nîşan bida û nûnertiya rasteqîn a hemû pêkhateyên neteweyî misoger bikira.”
ENKSyê destnîşan kir ku “pirrengî dibe sedema serkeftina pêvajoyên diyalogê ku li dû çareseriyên cidî yên pirsgirêkên Sûriyeyê digere.”
ENKSyê tekezî li ser wê yekê kir ku “Dûrxistina nûnertiya Kurdan a ji vê komîteyê binpêkirina prensîbê ye û metirsiyên rewa derbarê awayê tevgera bi pêkhateyên Sûriyeyê re wekî hevparên rasteqîn di xêzkirina paşeroja welêt de diafirîne.”
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) xwest:
“Ev kêmasî bi rêya ji nû ve avakirina komîteyê û misogerkirina beşdariya dadmend û çalak a gelê Kurd û hemû aliyên din û hemû komîteyên din ên ku hatine ragihandin were çareserkirin.”
Komîteya Amadekar a Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê ku ji 7 kesan pêk tê hat avakirin lê ti endamên Kurd di nava komîteyê de nînin.
Komîteya ku ji 7 endaman pêk tê 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat avakirin û biryar bi fermî hat ragihandin.
Kurd di nav komîteyê de nînin
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ji Rûdawê re ragihandibû:
“Endamekî komîteyê jî ne Kurd e û li ser vê yekê guftûgo bi me re nehatine kirin.”
Di nava wê komîteya ku Kurd û pêkhateyên din cih nagirin de 5 zilam û 2 jin hene.
Navên endamên komîteyê ev in: Hesen Dexîm, Mahir Elûş, Mihemed Mistet, Mistefa Mûsa, Yûsif Hecir, Hind Qibwat û Huda Etasî.
Berdevkê ENKSyê gotibû, “Em mijûlî nirxandina vê mijarê ne û dê helwesta me ya fermî li ser vê mijarê hebe.”
Karê vê komîteyê wekî qonaxa berî hilbijartinên Sûriyeyê, amadekirina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya aliyan e.
Li gorî vê biryarê, rêbaza navxwe ya komîteyê û pîvanên karkirinê hatine danîn û dema karkirina komîteyê dê bi belavkirina daxuyaniya dawî ya Kongreya Diyaloga Niştimanî bi dawî bibe. (Rûdaw)