ENKSê kar ji bo Sûriyeyek federal dike

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Mihemed Îsmaîl dibêje ku ew ji bo parastina hebûna gelê Kurd û berevaniya mafên wî yê rewa di vê qonaxa girîng a li Sûriyê de xebatek berdewam dikin.

Mihemed Îsmaîl, ku sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S) ye, duh Pêncşemê bo serokatiya ENKSê hat hilbijartin.

Îsmaîl di hevpeyvînek taybet de ligel Welat TV, diyar kir ku “şandeya ENKSê tevgerek mezin li Şamê kir, ji bo misogerkirin û tekezkirina hebûna (gelê) Kurd û Doza Kurdî. Ew jî bi rêya encamdana hevdîtin û peywendiyan bi aliyên navxweyî û navdewletî re.”

Navborî eşkere kir jî ku, şandeya ENKSê di wan hevdîtinan de daxwaza federalîsmê li Sûriyê kir, da cihê her kes û aliyekî tê de parastî be.

Piştî jinavçûna rêjîma Esed di 8ê Çileya pêşîn a sala 2024an de, şandeyek ENKSê tevgerek çalak li Şam û hejmarek parêzgehên din ên Sûriyê kir. Hevdîtin ligel aliyên siyasî, kesayetî û rîsipiyên çend navçeyan û kesayetiyên oldar encam dan.

Derbarê hewildanên ji bo pêkanîna şandeyek hevbeş a aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, da nûneratiya Kurdan li Şamê bikin, Îsmaîl weha got: “Em hêvî dikin ku rêkeftinek ku bi dilê hemû aliyan be pêk were, da em jî bibin cihê baweriya gelê xwe.”

Serokê ENKSê behsa Kongireyê Diyaloga Niştimanî li Sûriyê jî kir, û da zanîn ku lidarxistina kongireyê hat paşxistin, ji ber ku hûrgiliyên wê û kesayetiyên ku dê tê de beşdar bin, hêj diyar nebûne.

Projeya ENSKê bû Sûriyeya nû

Serokê ENKSê eşkere kir ku, di hemû hevdîtinên şandeya wan de ligel aliyên cuda li Sûriyê “wan helwesta ENKSê bo Sûriyeyek pirreng a federal ku cihê her kesî tê de hebe, şîrove kiriye.” Tekez kir jî ku “ENKSê projeyek taybet heye ji bo gelê Kurd û gelê Sûriyê bi giştî, ku xizmeta berjewendiyên hemû pêkhateyan dike.”

Mihemed Îsmaîl weha berdewam kir: “Êdî gelê med dizane ku berpirsiyariyek mezin li ser milê me heye, ji bo parastina mafên wî û misogerkirina wan di destûra nû ya Sûriyê de.”

“Di hemû civînên şandeya ENKSê de, behsa hebûna gelê Kurd, Doza Kurd û nûneratiya Kurdan hatiye kirin” li gor ku Îsmaîl aniye ziman.

Civînên ENKSê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)

Serokê ENKSê da xuyakirin jî ku, diyaloga Kurdî-Kurdî bi çavdêriya aliyên garantor hêj bi rengekî cidî berdewam dikin û weha berdewam kir: “Bila gelê med dilniya be ku em dê hemû erkên li ser mil xwe bicih bînin, me gelek cara dest bo yekrêziyê di hemû qadan de dirêj kiriye. Me li hemberî guvaş û helwestên dijminane li ber xwe da û ji bo berjewendiyên gelê Kurd fedekarî kir.”

Herweha Îsmaîk hewildanên welatên garantor (Emerîka û Fransa) bilind nirxand û hêvî kir ku “rêkeftinek ku bi dilê hemû aliyan be pêk were, da em di cihê baweriya gelê xwe de bin.”

Welat.tv

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *