Encûmena Wezîran: Pêwîst e Hikûmeta Federal mafên darayî bi temamî bişîne

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro 8ê Çile civiya û çend pirsên taybet bi serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Enqereyê û rola giring a Herêma Kurdistanê li navçeyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal de gotûbêj kirin.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Enqerê û hevdîtinên ligel Serokomarê Tirkiyeyê û berpirsên din ên bilind ên wî welatî kir. Diyar kir ku di civînan de, ji bilî pêşxistina peywendiyên dualî, tekezî li ser rola girîng a Herêma Kurdistanê li navçeyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hate kirin, bi taybetî rakirina astengiyên li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de. Herwiha derbarê pêşhatên rewşa Sûriyeyê de jî, tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyan û aştî û aramiyê li Sûriyeyê hate kirin.

Di xala yekem de, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sabah li ser rewşa darayî ya Kurdistanê agahî dan, ku pêştir jî Wezareta Darayî û Aborî ev agahî di çarçoveya ronîkirinekê de ji raya giştî re pêşkêş kiribû, ku tevî mafên destûrî û hebûna terxankirinê di xişteyên yasaya bûdceya Iraqê de û biryara Dadgeha Bilind a Federalî ji bo dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê weke navçeyên din ên Iraqê û tevî biryara Encûmena Wezîran a Federal ji bo raspardina Wezareta Darayî ji bo berdewamiya xerckiina mafên darayî yên Herêmê hata dawiya sala 2024an, lê Hikûmeta Federalî pabend nebû ku mûçeyên hemû karmendên Herêmê xerc bike.

Piştre Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesro raportek derbarê piştbestina hejmara takekesî ya proseya tomarkirina biyometrîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Plandananê ya Hikûmeta Federal ve û şandina hemû zanyariyên pêwîst ji bo Bexdayê, pêşkêş kir. Bi vê pêngavê re, dawî li hinceta Hikumeta Federal a di mijara hejmara wezîfî de tê. Di vê derbarê de, amaje bi rola giring a Fermangeha Teknolojiya Zanyarî di amadekirina sîstema Payroll‏ û hejmara wezîfî a karmendan de kir.

Xala dawî ya karnemaya civînê, gotûbêjkirina pêşdeçûna projeya sîstema mûçeya elektronîkî bû ku qonaxek ji projeya biyometrîk e ya naskirî bi (projesîstema Payroll) e û rola wezaret û yekeyên wan ên jimêryariyê di cîbicîkirina vê pirojeyê de bû, ku dê ji destpêka sala 2025an ve bi awayekî elektronîkî bê amadekirin û ji Wezareta Darayî ya Federal re bê şandin.

Encûmena Wezîran tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn şêwe pabendbûnên xwe cîbicî kirine û di hewldanên xwe yên ligel Hikûmeta Federal de jî berdewam e, ji bo dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Di vî warî de, Em li bendê ne ku Hikûmeta Federal temamiya mafên darayî yên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sala 2024an bişîne.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *