Berdevkê Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî Emîn Ay da zanîn ku li ber hilbijartina dersa Kurdî astengî tên danîn.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên fermî yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nav dersên nemecbûrî de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Berdevkê Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî Emîn Ay bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dildar Herkî bersivandin.
Emîn Ay diyar kir ku îsal hilbijartina dersan di dema xwendinê de dest pê kir û ew jî karekî baş e ji ber ku salên berê çend rojên hilbijartina dersan diketin nav bêhnvedana xwendinê.
“Hinek birêvebir û mamoste Kurdî nanivîsin”
Emîn Ay got, “Ji aliyê amadekarî û propagandayê ve îsal ne baş e ji ber ku em nikarin biçin her derê.
Em niha tenê li ser medyaya civakî propagandayê dikin.
Hinek rêvebirên dibistanan û mamoste astengiyan li ber xwendekar û malbatên wan datînin.
Formên dersan divê bi xwendekaran re bên dayîn û hemû ders tê de hatibe nivîsandin lê hinek rêvebir û mamoste Kurmancî û Zazakî nanivîsin.
Birêvebirên hinek dibistanan gelek caran hincetan çêdikin û ji zarokan re ew dersên wan diyar dikin.
Ji bo Kudî hilnebijirîn ji malbatan re dibêjin Kurdî bi salek an du salan nayê fêrkirin. Bi vî awayî hinek hincetan derdixin pêşberî malbatan.”
“Sal bi sal zêde dibe”
Bi gotina Emîn Ay xwest û hilbijartina dersa Kurdî sal bi sal zêdetir dibe û wî got:
“Sala yekem a kampanyaya me 2022 bû, 26 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijart, par ev hejmar gihişt 32 hezaran.
Gelek malbat dixwazin zarokên wan bi Kurdî bixwînin lê li gelek dibistanan bahane têne çêkirin da ku xwendekar dersa Kurdî hilnebijêrin.”
“Em dixwazin dersa Kurdî ji pêşdibistanê heta lîseyê bibe mecbûrî”
Emîn Ay her wiha amaje bi wê yekê kir ku ji bo fêrkirina dersên Kurdî hefteyê du saet kêm in û got:
“Em wekî Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî dixwazin ev ders ji pêşdibistanê heta lîseyê bibe mecbûrî.
Divê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê duyem em vê yekê dixwazin.
Gelek xwendekar û zarokên li Kurdistanê dijîn bingeha wan a Kurdî heye lê piştî diçin dibistanê ew dibin duzimanî.
Êdî Kurmancî tenê li malê dimîne û zimanê Tirkî derdikeve pêş.
Mamosteyên Kurdî hêrî kêm dikarin zarokan fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bikin.
Em dizanin ev yek kêm e lê ev dê dîsa jî ji bo zarokan kêm be û divê em mafê di destê xwe de biparêzin.”
Ji sala 2012an ve Tirkiyeyê destûr daye dersa bijarte û xwendekar dikarin li dibistanan bi dilxwazî dersên ku dixwazin hilbijêrin.
Ji bo dersa zimanê Kurdî jî Tirkiyeyê mamosteyên taybet ên zimanê Kurdî damezirandine lê gilî heye ku hejmara mamosteyên Kurdî kêm e.
Emîn Ay derbarê mamosteyên zimanê Kurdî jî got:
“Heta niha 160 mamosteyên zimanê Kurdî hatine tayînkirin lê piştî tayînkirinê 50 mamosteyan dest ji pîşeya xwe berda û niha tenê 110 mamosteyên Kurdî hene.
Li hinek cihan mobîng li wan hat kirin ku ew beşa xwe biguherin. Hinek mamosteyan bi xwestaka xwe beşa xwe guherand.
Ji ber vê yekê hejmara mamosteyan Kurdî kêm bû.”
Rûdaw