Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş, di axaftina xwe ya di mîtînga Saraçhaneyê de, ku ji bo piştgiriya Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglu yê hatî binçavkirin hatibû lidarxistin, got, “Duh li cihekî Rojhilatê, li gorî min alên paçavra dihatin hejandin, dema ku polîsan ji kesên ku çûn wê mîtîngê re şekirê pembeyî didan, ez mudaxeleya li vir rast nabînim. Em ji hêzên ewlehiyê hêvî dikin ku li vir jî şekirê pembeyî pêşkêşî ciwanan bikin.”
Mansûr Yavaş, bi vê gotin û helwesta xwe, nîşan da ku wî nikarîbû kîn, nefret û hestên xwe yên nijadperest hem li dijî Alaya Kurdistanê, hem jî li dijî gelê me yê ku Newrozê li Şirnexê bi coşeke mezin pîroz kir, veşêre. Wekî din, wî ev yek di nav çavên bi hezaran Kurdên ku di mîtînga Sarçhaneyê de bûn de got. Diyar dibe ku ev hişmendiya nijadperest a ku mafê Kurdan înkar dike neguheriye û dê neguhere.
Em Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ê ku ji Alaya Kurdistanê re, ku sembol û nirxê hevpar ê gelê Kurdistanê ye, got “Paçavra” û tehemûlî pîrozbahiya Newrozê ya gelê me nekir, şermezar dikin.
Alaya Kurdistanê nirxek neteweyî, erdnîgarî û welatparêzî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê ye.
Alaya Kurdistanê di heman demê de alaya fermî ya Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê ye, ku ji aliyê hemû dewletên cîhanê, di nav de Dewleta Federe ya Iraqê û Komara Tirkiyeyê, bi awayekî fermî tê naskirin.
Di serî de gelê Kurdistanê, em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê dikin, yên ku alîgirê edalet, azadî, demokrasî û wekheviyê ne, yên ku ji nijadperestiyê re dibêjin na, ku li dijî vê gotina nijadperest a Mansûr Yavaş dengê xwe bilind bikin û protesto bikin.
Di serî de Baroya Amedê, em bang li hemû baroyên Kurdistanê dikin ku bi hev re, ji ber vê gotin û helwesta nijadperest, der barê Mansûr Yavaş de gilînameyekê pêşkêş bikin.
23.03.2025
Buroya Regendinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)