Amerîkayê sedema guhertina rewşa şandeya Sûriyê ji şandeya hikûmeteke naskirî ji bo şandeya hikûmeteke nenaskirî aşkere kir.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ji televîzyona Cezîreyê re got, ew li Sûriyê ti aliyekî weke hikûmet nabînin.
8’ê kanûna bihurî desthilata Beşar Esed hilweşiya û 30 adara bihurî jî hikûmeteke veguhêz li Sûriyê bi serokatiya Ehmed Şer’i ava bû.
Amerîkayê gelek caran metirsiyên xwe ji ber Heyet Tehrîr Şamê ya serperştiya hilweşandina desthilata Esed kir anî ziman û ji Sûriyê xwest, çekdarên biyanî ji Sûriyê derxîne. (C8)