Di roja 12.10.2014 an de li Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Qeretepeyê dijmênên miletê Kurd êrîşeke hovane lidarxistin.
Di encama êrîşa DAIŞê ya bi rêya teqîna otomobêlên barhilgir ve , 70 kes ji gelê me şehîd bûne, bi dehan jî birîndar hene. Ev êrîşa li dijî avahiya her yek ji asayîş û şaredarîya Qeretepe û komîteya Qeretepe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin.
Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.Sersaxiyê ji malbatên şehîdan , gelê Kurdistanê û ji YNKê re dixwazin.Tu êrîş dê nikaribe rê li ber azadî û dewletbûna Kurd û Kurdistanê bigire.13.10.2014
Bijî Kurdistan!
Bijî mafê çarenûsiya miletê Kurd!
Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanê