Em bawer dikin ku hevdîtina şanda Êzdîyan ya li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî dê roleke dîrokî bilihîze!

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em bawer dikin ku hevdîtina şanda Êzdîyan ya li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî dê roleke dîrokî bilihîze!
 
Şandeke kurdên Êzdî bi serperiştiya Mîrê Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û nûnerên Civata Ruhanî ya Êzdîyan, roja 01.09.2024ê seredana Rêzdar Serok Mesûd Barzanî kirin û çend daxwaziyên êzdîyan gîhandin cenabê wî.
 
Di demeke ku hinek kes û alîyên xêrnexwaz dixwazin peywendîyên kurdên misilman û kurdên êzdî têk bidin de, pêkhatina vê hevdîtinê gelekî girîng e.
 
Kurdistan ji kîjan nîjad û etnîsîte, dîn û mezhebê be, welatê hemû kurd û kurdistanîyan e.
 
Li ser esasê wekhevî, edalet, azadî, hevrêzî û demokrasîyê, parastin û pêkanîna pêkvejîyana hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî û civakî, divê wazîfeya sereke ya hemû kurd û kurdistanîyekî welatperwer be.
 
Bi vê hişmendî û nêrînê, em hêvî û bawer dikin ku hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya li gel şanda êzdîyan, di çareserkirin û pêçandina pirsgirêk û birînên kurdên êzdî de û di parastin û geş kirina kultura pêkvejînê de dê roleke dîrokî bilihîze.
02.09.2024
 
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *