El-Sadiqûn: Cihê leşkerên Tirk li Iraqê nemaye

Nûnerê Fraksiyona El-Sadiqûn yê li Parlamentoya Iraqê tekez kir, ku Iraq bi tundî li dijî hebûna hêzên artêşa Tirkiyê ye.

Parlamenterê Fraksiyona El-Sadiqûn Refîq El-Salihî di daxuyaniya xwe ya îro de got:

“Parlamentoyê berê tekezî li ser wê yekê kiribû ku divê hebûna hêzên leşkerî yên biyanî li Iraqê bi dawî were. Serê pêşîn hêzên Amerîkayê û yên Tirkiyeyê.”

Salihî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Ev biryara dawî ye û ji danûstandin û rêkeftina siyasî re ne vekirî ye.”

Salihî her wiha got, “Em li hemberî hebûna leşkerên Tirk li Herêma Kurdistanê nerazîbûneke berfireh a siyasî û gel dibînin. Ev rewş binpêkirina eşkere ya serweriya neteweyî ya Iraqê ye.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *