Ehmed Şera û şandeke HSDê danûstandinan li ser çend pirsên serbazî dikin

Fermandarê Birêveberiya Nû ya Sûriyeyê bi şandeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dicive; nûçeyên di derheqa wê civînê de erênî ne.

Çend çavkaniyên Sûriyeyî îro (Sêşem, 31.12.2024) parve kiriye, “Fermandarê Birêveberiya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera ku wekî (Ebu Mihemed Colanî) tê naskirin duhî (Duşem, 30.12.2024) li Şamê bi şandeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya.

Çavkaniyan di vî warî de gotiye ku, Ehmed Şera civîna xwe ya yekê bi şanda Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kir û her du aliyan danûstandin li ser çend pirsên serbazî kirin.

Wan çavkaniyan tekez jî kiriye ku, ew civîn di navbera her du aliyan de bi awayekî erênî bûye û bi geşbînî ve danûstandin li ser pirsan hatine kirin.

Çavkaniyên navbirî amaje jî daye, ew civîn ji bo danana berê binyatî yê gengeşe û danûstandinên bên destpêkek bûye û her du alî li ser berdewamiya çavpêkeftin û civînên dualî hevnerîn bûn.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *