Ehmed Şer û Recep Tayyîp Erdogan civiyan

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Stenbolê li hev civiyan.

Ehmed Şer li Koşka Dolmabahçeyê ya li Stenbolê bi merasîmeke fermî ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de gelek berpirsên bilind ên her du welatan jî amade bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê Haluk Gorgun, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û çend rayedarên din ên Sûriyeyê jî tevlî civînê bûn.

Hat ragindin ku di vê civînê de “rewÅŸa dawî ya Sûriyeyê” û “pêwendiyên dualî” û “mijarên herêmî yên girîng” hatine gotûbêjkirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *