Biryar e ku Ehmed Şer kabîneya hikûmeteke nû ragihîne, televîzyona fermî ya Sûriyeyê jî ragihand ku doh muftiyekî nû hatiye destnîşankirin.
Li gorî medyayê, Şêx Usame Rifaî wekî Muftiyê Sûriyeyê hatiye destnîşankirin û 11 endamên nû ji bo Desteya Fetwayê hatine diyarkirin.
Usame Rifaî sala 1944an ji dayîk bûye û meleyekî Sûriyeyî ye, li ser mezheba Şafî ye û piştgiriya serhildana xelkê Sûriyeyê ya li dijî Beşar Esed kiriye.
Usame Rifaî ji Çiriya Paşîn a 2021ê ve ji aliyê mixalefeta wê demê ya Sûriyeyê ve wekî muftî hatibû destnîşankirin.
Êvara roja înê, bi amadebûna hejmarek kesayetiyên olî, ji aliyê Serokkomayê Sûriyeyê Ehmed Şer ve wekî “Muftiyê Mezin ê Sûriyeyê” hat destnîşankirin.
Muftiyê Sûriyeyê Şêx Usame Rifaî li ser destnîşankirina xwe got:
“Xwedê bexşîna xwe li ser me barand ku em ji rejîma zordar û destdirêjker rizgar kirin.
Spas ji Xwedê re ku birêz Serok û ev hikûmet diyarî me kir.
Em gelekî geşbîn in ku bi piştgiriya Xwedê pirsa fetwayê ji çavkaniya nêrînên baş û xêrxwazî li hemberî hikûmet û berpirsyariyên wê der tê.”
Ehmed Şerê jî li ser Şêx Usame Rifaî anî ziman:
“Berpirsyarî, emanet û rola fetwayê di avakirina welatê nû de ji bo her kesî zelal e.
Bi taybetî piştî ku fetwa ji aliyê kesên nelêhatî ve bi şaşî û ji aliyê kesên neşareza ve bi destwerdan hatiye kirin.
Li ser me pêwîst e, hemû tiştên ku rejîma rûxiyayî xirab kiribûn, di hemû waran de ji bo Sûriyeyê bînin.”
Rifaî sala 1971ê li Zanîngeha Şamê ji beşa zimanê Erebî derçûye. (Rûdaw)