Egnatyos Efram spasiya Herêma Kurdistanê kir -Video

Serokê Herêma Kurdistanê li Munîhê bi Patrîkê Antakyayê û Serokê Bilind ê Siryanên Ortodoks Mar Egnatyos Efram re civiya.

Patrîkê Antakyayê û Serokê Bilind ê Siryanên Ortodoks Mar Egnatyos Efram ji bo parastina Xirîstiyanên li Başûrê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Patrîkê Antakyayê û Serokê Bilind ê Siryanên Ortodoks Mar Egnatyos Efram re rûnişt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan rewşa Xirîstiyanên li Îraq û Sûriyeyê û astengiyên li pêşiya wan hatin gotûbêjkirin.

Her wiha behsa xurtkirina hewlên aştî û bihevrejiyanê ya di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda yên herêmê de kir.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya bihevrejiyana aştiyane û parastina mafên Xirîstiyanan û hemû pêkhateyan kir.

Serokatiyê destnîşan kir ku Patrîkê Antakyayê û Serokê Bilind ê Siryanên Ortodoks Mar Egnatyos Efram ji bo parastin û piştgiriya Xiristiyanên penaber û koçber spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Wî wekî mînakeke bihevrejiyana aştiyane ya li herêmê pesnê rola Herêma Kurdistanê da.

Rewşa Sûriyê û astengiyên li herêmê, li gel çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, mijarên din ên civînê bû.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *