Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li ser îhtimala vekişîne hêzên Amerîkayê got, “Me tim û tim pişta xwe bi hêzên xwe qewîn kiriye.”
Foruma 9emîn a Silêmaniyê bi beşdariya gelek kesayetiyan li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin.
Forumê doh dest pê kir û îro diqede.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Alîkarê berê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Peter Galbraith û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî di rûniştina “Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Bandorên Wê yên li Ser Herêmê” bi taybetî li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn.
Îlham Ehmedê diyar kir ku gelên Sûriyeyê berê jî daxwaza nenavendîtiyê kiriye û “Redkirina nenavendîtiyê tê wateya aloziyên nû.”
Wê got, “Em aloziyan naxwazin” û anî zimên, “Em dixwazin beşdarî danîna destûrê û birêvebiriyê bibin.”
“Dilgiranî heye?”
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser da zanîn, “Dilgiranî heye ku tenê aliyek paşeroja Sûriyeyê diyar bike” û ew dixwazin nexşeya Sûriyeya nû bi hev re xêz bikin.
Îlhamê bi gotina “Durzî, Elewî, Mesîhî, laîk û lîberalên Sunî li dijî sîstema navendî ne” destnîşan kir ku piraniya pêkhateyên Sûriyeyê birêvebiriyeke nenavendî dixwazin.
Wê êrişên birêvebiriya nû ya Şamê yên li ser Elewiyan bi rengê, “Li berava Sûriyeyê komkujî çêbû çimkî dijmindarî heye” wesifandin û kiryarên rejîma berê bi bîr anîn.
“Tecrubeya Herêma Kurdistanê gelekî girîng e”
Îlhamê da zanîn ku “Tecrubeya Herêma Kurdistanê di dîroka Kurdan de û ji bo welatên ku Kurd li wan dijîn tecrubeyeke girîng e” lê diyar kir ku “Li Sûriyeyê rewş hinekî cuda ye.”
Wê daxuyand ku divê ev cudahî û pirrengiya Sûriyeyê li ber çavan bê girtin û ev liberçavgirtin gelekî girîng e.
“Rêkeftinê îdia ji bînî pûç kirin”
Îlham Ehmedê peymana ku li ser taxên Kurdan ên Helebê û Bendava Tişrînê di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hatibûn îmzekirin û got:
“Rêkeftina HSD û Ehmed Şer gelekî girîng e. Em bi cudaxwaziyê tohmetbar dikirin lê vê rêkeftinê ew angaşt ji binî pûç kirin.”
Wê diyar kir, li ser Şêx Meqsûd û Bendava Tişrînê rêkeftin heye û ew dixwazin ku van rêkeftinan berfirehtir bikin.
“Eger Amerîka vekişe plan çi ye?”
Divê were gotin ku demên dawiyê hinek angaştên bi rengê “Amerîka dê di nava du mehan de ji Rojavayê Kurdistanê vekişe” hene.
Îlhamê pirsa “Eger Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê vekişe plana Rêveberiya Xweser çi ye?” bi vî awayî bersivand:
“Carinan agahiyên bi vî rengî belav dibin û dibêjin ku Amerîka dê vekişe.
Ev çend sal in em di çarçoveya Koalîsyonê de li hemberî DAIŞê şer dikin.
Niha hene lê hejmara wan kêm e, ew bi awayekî sembolîk li wir in.
Me di mijarên xweparastin û siyasetê de tim û tim pişta xwe bi hêzên xwe qewîn kiriye û ji niha û pê ve jî dê vebijêrka me ev be.
Lê ez vê jî bibêjim ku avakirina koalîsyonan girîng e ji bo. Dibe ku hevpeymanî û rêkeftinên nû çêbibin û em ji bo nehiştina nelihevkirinên bi welatên cîran re dixebitin ku Tirkiye jî di nav wan de ye.
Tirkiye tim û daîm gefa herî sereke bûye li ser me.
Divê ez bibêjim, her çi qasî ne rasterast be jî diyaloga me heye, hinek caran diyaloga rasrerast jî heye.
Girîng e ku pirsgirêk çareser bibin û jihevfêhmkirin vebijêrkeke girîng e ji me re.
Gihiştina encameke bi desthilata nû ya Sûriyeyê re jî ji bo me vebijêrkek e û dibe ku ev jî rû bide. Helbet dibe ku vebijêrkên din jî hebin.”
Koalîsyona Îsraîlê û Kurdan
Wê li pirsa “Ma hûn pêşbîniya koalîsyona Îsraîlê û Kurdan dikin” jî wiha got:
“Em hêvî dikin Sûriye nebe cihê aloziyên nû. Hêviya me heye ku aramî hebe, ev hêviya me ye û em ji bo vê hewl didin.
Bi welatên cîran re avakirina koalîsyonan gelekî girîng e ku rastiya de ew bi hev re di nav nakokiyan de ne.
Ji bo ku Sûriye nebe qada nakokî û aloziyan pêwendiyên bi cîranan re gelekî girîng in.
Em hewl didin ku bi hemû welatên cîran re aştî hebe û Îsraîl jî di nav wan de. Em li pey aştiyê digerin, çi projeya ku ji aştiyê re xizmetê bike girîng e.”
Li hêla din, wê got ku “Pêwendiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Abdullah #Ocalan pêwendiyeke hizrî ye.” (Rûdaw)