Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê / حزب الوحـدة الديمقراطي الكردي في سوريا (يكيتي
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (317):
Dijatiya li ser hemwelatiyin sivîl, girtinine bêsûcane, geregoşî û dizînin fere û binpêkirinin virdewêde
“Amûra Ewleya Giştî” ferzkirina desteseriya xwe li herêmê berdewam dike, lê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” di binpêkirinên xwe de berdewam in, û Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya “Milîseya Asayêşa Sivîl” Hemwelatiyên Kurd digirin, û ta niha Ala Turkiyê li hin rêbend, cîgeh û di hundir Nivîsgehên Post û Fabrîkên Turkiyê û nivîsgehên Milîseya “Asayêşa Leşkerî – berê” de hildayî ye; Û Xelkê Mabeta tinaziya xwe bi nûçeya vekirina sendîkeya giliyan anî, ji ber ku di biryargeha ewlehiya Milîseya “El’emşat” de hate danîn, û ewê çawa wêribin derbas biryargehê bibin û giliyan li dijî serkêş û endamên wê vekin?!
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dijatiya li ser sivîline Kurd:
– Piştî serbestberdana Hemwelatî “Mihemed Elî Sîcam /35/sal” ji xelkê Bajaroka “Şiyê” ji girtîxana wî li Bajarê Ezazê, li 13.01.2025an. Z, hate dîtin ku tenduristiya wî pir pîs e, ji ber îşkencekirina mekin li ser destên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”, ji dema girtina wî ve li şeva 02.12.2024an. Z, bi tewanbariyeke çêkirî bi têkildariya li gel “Hêzên Rizgarkirina Efrînê”, piştî desteserkirina milîseyan li ser Bajarê “Tilrif’etê” – Gundewarê Heleb ê Bakur, ê ku “Sîcam” li dû dagîrkirina Efrînê -Avdara 2018. Z- penaberê bûye, û ji ber nesaxiya wî (mîna: Birîn û derizandinên li ser tevaya govde, qutkirina hin pêçiyên lingan, şewitandina qîtan/çîpan, hilkirina hin diranan û hin kêşeyên derûnî û mejîyî) ew bo nexweşxaneye Bajarê Heleb hate birin.
– Ji berî du heftan li Bajarê Meydankê, û li nêzîk biryargeha Milîseyên “Feyleq El’şam”, pênc çekdaran ji endamên “Feyleq” ji Taxa “Baba Emro” – Bajarê “Humsê” şerê xwe di Temenmezin “Receb Mihemed Hesen /70/sal” dan, sixêf jê re gotin û mekin lêxistin, ji ber ku wî nehîşt ku ew derî û pencerên mala wî li dema valakirina wê vekin (ya ku ji sala 2018an. Z ve desteserkirî), û paşê jî dizîna xwe bi dawî kirin û tiştmiştên mane jî şikandin.
– Li Êvara Înê 28.02.2025an. Z, giropeke çekdar e serçavgirtî rabû şerê xwe di Hemwelatî “Mihemef Elî/Celemî” da, mekin lêxist, serî birîn kir û çîfta wî ya awê jî dizî, li dema ku ew di hundir oda payandina bîra “Mihemed Hemo” keyayê Gundê “Erendê” – Navça Şiyê de, lê nivîsgeha ewlehiya Milîseyên “El’emşat” li giliyê Mixtêr venegerand, û bi ser de jî Payêner “Mihemed Elî” bi dizîna çeka mixtêr tuhmetdar/tewanbar kir, û li ser wê lêkolîn bi malbat û merivên wî re vekir.
= Girtinine bêsûcane:
Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya Milîseya “Asayêşa Sivîl” ev girtin:
– Ji berî du heftan, Hemwelatî “Ebid El’rehman Ezet Mihemed /39/sal” ji xelkê Gundê “Gundê Mezin” – Şêrewa, û ew jî ji maleke Gundê “Qestelê Miqdêd” – Navça Bilbilê, û bo navenda N. Reco hate rêkirin, bê ku bê zanîn ka tewanbariya wî çi ye.
– Ji berî dora bîst rojan, Hemwelatî “Îsam Hemîd Hesen /34/sal”, li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re.
– Li 24.02.2025an. Z, Hemwelatî “Hesen Menan Hebeş /60/sal” ji xelkê Gundê “Dîkê”, li navenda N. Bilbilê, bê ku were zanîn ka tuhmeta wî çi ye.
– Li 25.02.2025an. Z, Hemwelatî “Bangîn Mistefa Şe’iban /35/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco, ji aliyê rêbenda çateriya Gundê “Kokanê” li ser Riya Reco, û bo navenda Navça Mabeta hate birin, bi tuhmeta têkeliyê bi (RX) a berê re, û ew jî piştî vegera wî bo herêma xwe bi dora deh rojan.
= Dizîn:
– Li Gundê “Axcelê” – Navça Cindirêsê yê ku Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê” desteseriyê li ser dike, li Êvara Şemiyê 22.02.2025an. Z, çekdarine diz en li çadirgeha nêzîk gund rûdinin hewildana dizîna sê guvêşgehên zeytûnê yên “Hisên Hesen, Elî Necar, Hisên û Hemodê Koçer” kirin, û wan /17/teneke zêt (her yek 16 KG sade) guhestin zeviyeke zeytûna li nêzîk gund, lê ji ber pêhesandina xwediyên guvêşgehan û payêvanan bi wan û şopandinê jê re, ew reviyan; Lê dû wê re bi demekê, wan kanîn alavên dêng, taqeta eletirîkroniyê û çadir û mase û daniştekên taybet bi encûmenên sersaxiyê ji mizgefta gund bidizîna.
Û herweha wan giropa teqeta eletirîkroniyê ji mala Hemwelatî “Îmad Hisên Şe’iban” jî dizîn.
– Li Bajaroka Meydankê: Bi ser serdana karwanek ji “Hêzên Ewlehiya Giştî” ji bajarokê re, û bihîstina wê ji giliyên xelkê re, dîsa jî hewildanên dizînê berdewam in, û vêre jî avêtina qurşînan bi ezmên de, ji bo tirsandina xelkê; Û ger malek hate valakirin û xwdî ne li wir be, derî û pencerên mane jê têne dizîn; Û li 26.02.2025an. Z, hin çekdaran rabûn cere û gazek/xazek ji mala Hemwelatî “Salah Şêx Osman” dizîn, piştî heftakê ji radestbirina wî ji mala xwe re.
– Li 26.02.2025an. Z, çekdarin serçavgirtî ji endamên Milîseyên “El’emşat” û rişêş bi dest wan de, rabûn xilyewîk û tibabeke bi qaserî du hezar perên Turk ji Hemwelatî “Ezîz Qaşo” ji xelkê Gundê “Erendê”/N. Şiyê bi darê zorê birin, li ser riya ku gund û Bajaroka Şiyê digihîne hev.
– Li 27.02.2025an. Z, sê çekdaran du makîneyên hilgêran li ser riya di navbera “Kurkê Jêrin – N. Mabeta, û Me’imila – N.Reco” de sekinandin, û tibanine diravî (mûçe) û /17/amûrên xilyewî ji hilgêran qopirandin (ew /17/ karkir bûn, û ji bajêr vedigerîn gundê xwe), û paşê çekdar reviyan.
– Wêneyek ji avahiyeke qatî li Bajarê Cindirêsê giha me, wê di erdheja /6/Reşmeha sala 2023an. Z de ziyan dîtibû, lê anîndeyên ku tê de rûniştibûn jî kevir û sîremîk û alavên wê yên mane dizîn, û perçemalek/şiqak tê de amedekirî bû û ji aliyê xwediyê wê yê zorane koçberbûyî “Qaziqlî Mihemed” ve tenê şeş heyvan rûniştandî bû, û çekdarekî ji Milîseya “Nûr El’dîn Zenkî” li Gulana 2018an. Z dest danîbû ser, û herweha jî Milîseyan makîna teksî ya “Qaziqlî” dizîn.
– Li 27.02.2025an. Z, li ser Riya Cindirêsê – Gundê “Kora”, du çekdaran rê li xort “Riyad Gedro” girtin, matoreke duloqî û ferûc/mirîşk û telîfoneke xilyewî jê dizîn, û ew li ser kenarê rê hîşt.
= Binpêkirinine din:
– Ta niha Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” yên ku beşê di ber riya Reco de -ji çateriya Gundê “Emara” ve bigir ta çateriya Bajaroka Be’idîna- desteser dikin, vêrgiyan li ser her zeviyeke zeytûna ye ku şiqinên wê tê kirin an tê bûdekirin an ajotin an jî semad lê tê reşandin didin ferzkirin, bi qasî Dolarek Emrîkî li ser her darekê; Wek nimûne: /200/Dolar Emrîkî ji Hemwelatî “Mihemed Reşîd Qaso” weke vêrgî li ser ajotina zeviyeke zeytûna li
nêzîk “sûtemengeha/kaziya Kitixê” û /30/Dolar ji Hemwelatî “Isma’îl Arêf Elo” wek vêrgî li ser ajotina zeviyekê li nêzîk Çateriya “Be’idîna” hate sitandin, û li wir gerokeke ji du endamên çekdar vêrgiyan werdigire.
– Li gor perçedengeke li ser alavên hevgîhandina civakî, “Ebo Şilaş” -endam di nivîsgeha abortiya Milîseyên “Tîpa/Firqit El’hemzat” de, li Navça Reco- ji keyayê Gundê “Berbenê” dixwaze ku gerek xwediyên “rêdank/wekalet û girêbestan” -ên ku zeviyên zeytûna yên hemwelatiyên ne li wir bi rêve dibin- agahdar bike, da ku li nivîsgehê vegerin û wan belgeyan nû bikin û vêrgiyên li ser wan ferzkirî (bi navê demanê) bidin, di bin gefa radestkirina radestkirina zeviyan ji kesine din re (demane) ji aliyê wî ve; Û ew jî weke hewildanekê sitandina malmewalan bi darê zorê -li gor kanîna wan- ji berî helandina firqê û derketina ji herêmê.
– Li navîna vê heyvê, “Ebo Welîd” serkêşê Milîseya “Feyleq El’mecid” û “Ebo Xetar” û “Ebo Beşar” ji endamên wê, rabûn -ew serxoş- qurşîn bi banî de avêtin, li pêş malên çar malbatên Gundê “Çobana” – N. Reco, û li ser her malbatekê ji /500 ta 700/Dolar Emrîkî û /1500/Dolar jî li ser malbateke din li Gundê “Zerka” yê hevcîwar dan ferzkirin, bi behaneya valakirina malên wan û radestkirinê ji wan re.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Qutkirinek fere ji daristanan re li Navça Cindirêsê heye, û herweha jî dizîn li navenda bajêr, û milîs û anîndeyên ji wan ve nêzîk, vê demê ji xwe re weke fersendeke dawiyê dibînin, ji bo qopirandina dirav û talan û dizînê; Û di vê çarçewê de, “Amûra Ewleya/Asayêşa Giştî” rabû li vê dawiyê “El’muqedem Ibrahîm El’cesaêm” (serokê “Şaxa Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ji sal 2018an. Z ve, û ji Gundewarê Seraqibê – Idlibê) û hin din vê re girtin, bi sedema riswabûna wan û gevzîna wan di gendeliyê de, mîna birina bi dehzaran Dolar ji giropên qutkirina daristanan, bi hezarên din jî beramberî berdana hin girtiyan, û herweha jî dizîna wî ji çend makînên hin kesên li ba wan sekinandî û hin din jî yên hikometê.
– Li navboriya hefta sisiyê ji Heyva Reşmehê, çekdarina du makînên pîkab ên anîndeyên li Gundê “Maratê” – Rojavayê Bajarê Efrînê rûniştî dizîn, û diz nehatin naskirin û nejî hatin şopandin.
Niha hewcedariyek heye ku “Amûra Ewleya Giştî” ya Destlatên Sûrî yên nû tevahiya stubariyên doseya ewlekariyê li Efrînê bi dest xwe xîne, û destê milîseyan û Istîxbaratên Turkiyê ji ser rake, ta ku rêgirekê ji dizîn û binpêkirin û girtinên li ser bingeha nasnameyî re dîne, û bi awakî rêjeyî jîngeheke aram ji vegera penaber û koçberên herêmê re peyda bibe.
01.03.2025. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Avahiyek li Cindirêsê bi piçekî ziyan dîtiye, ji ber erdheja 6 Reşmehê 2023an. Z, û kevir, sîramîk, derî û pencere û alavên wê hatine dizîn.
– Serokê “Şaxa Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” yê berê “Muqedem Ibrahîm El’casêm”.
———————————————
Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: info@yek-dem.net