Efrîn di bin dagîrkeriyê de (324):

 

Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê        حزب الوحـدة الديمقراطي الكردي في سوريا (يكيتي)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (324):

Mirina jinekê ji qehra re, desteserkirina li ser malmewdanên Gundê “Xaziyana”, dizîneke çekdarane li Reco, qutkirina dareke temenmezin û şewtandinên daristanan, gefdana bi kuştinê

Hîna Xelkê Efrînê -bi taybet ên koçberbûyî- li benda dawîbûna dagîrkeriya Turkiyê û helandina Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û barkirina endam û malbatên wan ên anîndekirî bi tevahî bo herêmên wan ên resen e, da ku aramî û hêminî li herêmê peyda bibe, û herweha herêm riya xwe berve pêşerojek geş biqelêşe; Nemaze wezîrê bergiriyê di hikometa serok “Ehmed El’şeri” de, di /17/î Gulana em tê de “tevlêbûna hemî yekîneyan di nav Şalyariya Bergiriyê ya Sûrî de” ragîhand, û doz kir ku “giropên leşkerî yên biçûk yên mane” jî, ji dîroka vê ragihandinê û ta /10/rojan gerek xwe bi wezareta bergiriyê ve girêdin.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Mirina jinekê ji kerba re:

Piştî Nîvro – Roja Sêşemê 20.05.2025an. Z, Hemwelatî “Xanim Necar /55/sal – hevjîna Mistefa Xalêd” li Gundê “Qurbê” – Navça Cindirêsê tûşî rewşeke hişbirînê hat, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneke Bajarê Efrînê hate rêkirin, lê lêdanên elektirîkî jiyana wê rizgar nekirin, û bi sedema seknexwîneke dil ye tûj jiyana xwe ji dest da; Û ew yeka jî piştî dora şeş heyvan ji qehir û bêparbûnê, ku ew tevî hevjînê xwe û herdu kurên wan ên ciwan -xwedî pêdewestiyên taybet-  ji malekê dere maleke din ên gund, li hêviya ku mala wê ya ku “Ehmed Mûse – çekdarekî Milîseyên Ceyş El’şerqiyê” ji sala 2018an. Z ve dest daniye ser were valakirin, ê ku aşkere red dikir ku malê radestî malbatê bike, ya ku ji Herêma “Şehba,i” vegeriye, piştî ku ew ji aliyê Milîseyên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve (destpêka Berfenba/Berçile 2024an. Z) hatiye êrişkirin û desteserkirin; Û di demeke berê de jî /200/darî wê yên zeytûnê rastî qutkirineke fere hatin.

Were bîranîn jî ku G. “Qurbê” ji dora /60/malî pêk tê, niha dora /30/malbatî Kurd lê dijîn û yên din jî zorane koçberbûyî ne, û /28/malbat ji anîndeyan jî di çûndina xwe bo herêmên xwe yên resen de hêgle dikin.

= Li Gundê “Xaziyana”:

Ev gund girêdayî Navça Mabeta ye, û ji du beşan û dora/60/malî pêk tê, niha dora /35/Malbatên Kurd lê rûdinin, ên din jî li herêmên penaberiyê pergende û mişexte ne, du malbat ji anîndeyan tê de mane, û biryargeheke leşkerî ye Milîseya “Lîwa’i 112” ya ku “Ebid El’kerîm Qesûm” serkêşiya wê dike li wir e, ew milîseya ku ji Avdara 2018an. Z ve gund desteser dike, û ta niha dest dîdine ser /25/malan û piraniya wan jî kiriye axurên xwedîkirina pêz, û ew di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de jî têne çêrandin, û ziyaneke mezin gihandiye malmewdanan, û herweha jî dest daniye ser derdora/20/hezar darî zeytûnê ji sala 2018an. Z ve, bi serpereştiyeke yekser ji “Ûsame Rehal” – cîgirê “Qesûm” – ve.

Weha, û bi ser vegera herdu malbatên “Fayêq Îbo, û Reşîd Şêxo” de bo gund ji çend heyvan ve, zeviyên wan ên zeytûna radestî wan nebûne, û weha jî hîna Hemwelatî “Emîn Îbo” mal û zeviyên xwe bi dest xwe ve nanîne, û ew newêrin giliyan jî pêşkêşî “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” bikin.

= Dizîn:

Li şeva 22.05.2025an. Z, di piroseya dizîneke çekdar de, giropeke serçavgirtî mala Hemwelatî “Şukrî Holîlo kurê Elî /60/sal” li Bajaroka Reco -ew di bazirganiya zêtê zeytûna de kar dike – basmîş kir, û zêrmêr û diravin/pereyin next û du xilyewî dizîn, piştî ew girêdan û bi kuştinê gef kirin.

= Qutkirin û şewtandinên daristanan:

Ji 03.05.2025an. Z ve, wêneya kokeke mezin ye dareke qutkirî li Herêma Efrînê – sirtên “Heştiya” hate belavkirin, û piştî lêkolînkirina ji wêneyê re, xuya bû ku ew ya dareke gêlberiyê (sindiyanê ye romî) ye temenmezin e, li nêzîk goristaneke kevin – Cîgeha “Geliyê Tirba” ye hersê Gundên “Gewrika, Satiya, û Keferdelê Jorin” e, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemzat” ve ji bo êzingkirin û bazirganiyê hatiye qutkirin, û wêneyeke “Gogêl Êrs” li 26.06.2023an. Z dide diyarkirin ku rewşa wê baş bû.

Û bi ser berdewamiya qutkirina dar û daristanan de, agir îhraca li Efrînê maye jî dadiqultîne. Û “Tîpên vemirandinê di Berevaniya Sivîl a Sûrî de” ev agir vemirandine:

Li 10.05.2025an. Z, şewatek di nav darine îhracê yen biçûk de -ye ku derbasî nav erdên çandiniyê jî bûye- li Gundê “Kurdo” – Navça Bilbilê.

Li 18.05.2025an. Z, şewatek li daristaneke îhracê li nêzîk Gundê “Xaziyana” – N. Mabeta, û agir gihîşte rûbereke fere.

Li berbanga Înê 23.05.2025an. Z, şewatek li daristanekê li çiyayê Gundê “Dela” – N. Mabeta, ye ku bi şev hatiyê pêxistin.

Û herweha jî hin hemwelatiyên Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê, li 13.05.2025an. Z, agirek li daristaneke nêzîkî gund vemirandin.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 16.05.2025an. Z, “Mistefa Ewed Rehal û Yûsêf Mihemed Setûf” ji serkêşên Milîseyên “Ceyş El’nuxbe” li Gundê “Umersimo” – Navça Şera şerê xwe di Hemwelatî “Idrîs Umer Sîmo /40/sal” û lêxistin, bi mebesta tirsandin û neçarkirina wî ku vêrgiyên werza/mûsima çiloyî reza bide; Û dema pêşkêṣkirina giliyekî li ba “El’emin El’am/Asayêş Giştî” li Navça Şera, wê rabû herdu alî li hev anîn.

Li Êvara 16.05.2025an. Z, şerek di nav hin xelkê Gundê “Keferdelê Jorin” – Rojavayê Bajarê Efrînê û giropeke ji anîndeyên ku li gund -ê ku Milîseyên “Firqit El’emzat” desteser dike- rûniştine de derket, bi sedema ku endamekî wê çek kişande Hemwelatî “Sedîq Kênco” û gefa kuştinê lê da, ji ber ku wî hemwelatî nehîşt ku ew kûçikê wî bikuje; Û paşê jî “El’emin El’am” destêwerdan kir û herdu alî li hev anîn.

Ta ku sazûmanên Dagîrkeriya Turkiyê û Milîseyên Sûrî yê pêve girêdayî li Efrînê hene, dê gefdan û metirsî li ser jiyana xelkê wê berdewam bin; Divê Hikometa Şamê desteseriya xwe li ser herêmê bi rasteqîn bide ferzkirin, û rêgirekê ji binpêkirin, tewan û zextên dinî ku li ser xelkê têne bikaranîn re dîne, ta ku em digihêjin rewşeke destûrî ye hevdemî, karibe hêvî û omîdên Gelê Sûrî -bi tevahiya pêkhateyên wê- pêk bîne.

24.05.2025. Z – 2637. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Xanim Necar” a dilovanber, û oxirkirina termê wê ji pêş mala wê ya desteserkirî li G. “Qurbê”.

G. “Xaziyana”.

Dara Gêlberiyê (Sindiyanê ya Romî), goristana kevin li G. “Gewrika”, berî û piştî qutkirinê.

Şewatên îhracê li Gundên “Kurdo, Xaziyana, Hechesna”.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *