EFRÃŽN – Çekdar malên Êzidiyan dirûxînin

Çekdarên grûpa Feyleq el-Rehmanê li gundê Erşqîbarê yê Efrînê malên 2 niştecihên Kurd ên Êzidî rûxandin.

Çavkaniyeke ku ji bo sedemên ewlehiyê nexwest nasnameya wê were eÅŸkerekirin, ji Rûdawê re got, “Çekdaran malên her du kesên bi navê Omer Åžemo Memo û Sebrî Hemo Nasir rûxandin.”

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku heta niha amûrên rûxandinê li ser her du malan karê têkdanê dikin.

Çavkaniya taybet her wiha diyar kir ku welatiyê Kurd ê Êzidî Omer Şemo Memo yê 66 salî havîna sala 2020î di nav mala xwe de bi destê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê hatibû kuştin.

Sebrî Hemo Nasir jî li derveyî welat penaber e.

Li gorî heman çavkaniyê, heta niha gundî nizanin ku grûpên çekdar çima her du malan hildiweşînin û dê li şûna wan çi ava bikin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *