Edebiyata welatî, ew edebîyat e ko ji jîna miletî, ji his û dilê wî, ji dirok û çîrçîrokên wi , ji stran û lawjeyên wî hiltèt .
Kanîya wi, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinè ev edebiyat e , ko germ rengîn bi bîhn ù xwedan ruhnahî ye.
Ji vê edebiyatê, dengê blûr û dilanê, stranén çiyê, zîzîya hévin û hezkirné bi teptepa dilan ve tên bihistin.
Piraniya miletan pirî car vê rastiyê seh ne dikirin, ber ne diketin.
Li ewropayê, miletin hebûn ko hej zmanên xwe ne dekirin. Zmanên xwe kiçik, teng, nespehi û nehêja didîtin.
Ev hal di welatên rohelatî de jî dihat dîtin. Herwekî di nav kurdan de, heçî mirovèn zana radibûn kitêbên xwe ne bi zmanê kurdî, lê bi zmanê biyaniyan dinivisandin.
Piştî xebata sedan salan, di welatên ewropa û rohelat de hâte sehkirin ko ev rê dernakeve û ev awa naçe serî.
Çiko milet ji wan kitêban re guh ne dida û xebata wan mirovan berxudar ne dibùn. Ber vê yekê ev mirovèn ha vegeriyan ser zmanên xwe. Vêca xebata wan zûka berên Xwe dan û milet pey edediyata wan çû.
Bi Vî awayî di nav wan miletan de edebiyateke geş ù zendî car bù . Edin her kes zana nezan, bajarî gundî ko xwendinê zani be, zmanè wan seh dikirin, û kitêbên wan dixwendin.
Ji xwe welê jî diviya bû.
Ji ber ko ji nivîsandin û belavkirina kitêban qesd ew e ko hiş û fikrên qenc bikevin nav xelkî, di dil ù serên wan de cih bigirin.
Ji mesela zmani pêve meseleke din jî heye.
Herwekî nas e , fikr û his di dora zmanî de xwedigehînin hev û her zman fikr û hisên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigire û ew pê re diguhézin, û pey zmanên xwe dikevin.
Bi vî awayî digel zmanî fikr û hisên biyanîyan jî tèn dikevin nav me, di dil û hîsê me de cih digirin, û rû û gonê me ên manewî diguhêrinin, di heşifînin.
Paşî vê gotinè, qesda me , awayè edebiyata me ji xwe têt seh kirin, û ew rêya ko em tè re dixwazin herin bi xwe vedibe ù dikeve pâşîya me .
Vêca, divêt ko em bi zmanê dé û bavèn xwe, bi zmanê şirin û délaî, bi zmanê kurdî, bi kurdiya xwerû binivîsînin, ù fikr û hisên xwe ji çirok ù stranén kurdî bigirin.
Ji xwe Ehmedê Xanî berî sèsed salî vê rèyê ji me re vekiri bû. Lê heyf paşîyên wî pê ve ne çûn.
Xanî kitèba xwe bi kurdmancî nivîsandibû û fikr û hisên wê ji çîrçîrokeke kurdi, ji Memê-Alanè girti bû.
Xanî xurtiya zmanè xwe hê ji wè gavé hesiya bù, û ji wan re ko pê ne dinîvîsandi û bi beyta jèrîn dixwest bide zanîn:
«Safî şemirand vexwar durdî
Màvendi – derî lisani – kurdî »
Êdin çax e , ko em bidin pey Xanî .
Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan
Hejmar 27-28