Du Rêxistinên Pêşeng û Amadekarên Tevgera Neteweyî ya Sala 1925an: Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Cemîyeta Îtiqlala Kurdistanê*-Seîd Veroj

Di axaftina xwe de bi taybetî dixwazim li ser alîyê rêxistinî (teşkîlatî) yê Tevgera Serhildana Neteweyî ya 1925an rawestim. Lewra rêxistina amadekara Tevgera 1925an ji alîyê hinekan ve yan bi nezanî tê jibîrkirin yan jî bi zanîn tê veşartin. Çinku tevgerek civakî û netweyî, ji pêvajoya wî ya gihaştin û rêxistinbûnê bête qutkirin, ew tevger, wek tevgerek ferdî tête nîşandan û bi vê awayê jî alîyê wê yê sîyasî û neteweyî tête veşart in. Di encamê de, mîrasgirên wê yên civakî û sîyasî têne manîpulekirin û xapandin. Ji ber vê yekê, di axaftina xwe de dixwazim bi kurtayî behsa pêvajoya rêxistinî ya wê demê bikim; ji damezrandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê heta rêxistina Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistan (Cemîyeta Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê (bi navê xwe yê kurt; Komîteya Îstiqlala Kurdistanê) yan jî Cemîyeta Azadî.

1. Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK)

CTK, di 17yê Kanûna Ewela 1334ê (1918) de bi serokatîya Seyîd Abdulqadirê Nehrî hatîye damezrandin. Qedrî Cemîl Paşa dibêje: “Bi agirbesta Mondrosê ve dawî li Şerê Giştî hat û welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Komela Tealîya Kurdistanêrêxistineke sîyasî damezrandin.”[1]

Damezrêner û ndamên desteya rêvebir CTKê ji van şexsiyetan pêk hatîbû:

Serok: Seyîd Ebdulqadir Efendî (yê kurê Şêx Ubeydullah Şemzînanî)

Cîgirê serok ê yekem: Emîn Elî Begê Bedirxanî

Cîgirê serok ê duyem: Fuad Paşa (kurê Seîd Paşayê wezîrê derve yê berê)

Sekreterê giştî: Hemdî Paşa (fermandarê Tumanê)

Jimaryar: Seyîd Abdulahê (kurê Seyîd Abdulqadir Efendî)

Endam: Mîralay Xelîl Begê Dêrsimî

Endam: Mîralay M. Elî Begê Bedirxanî (xanenişîn)

Endam: M. Emîn Begê Silêmanî (Qaymeqamê leşkerî yê xanenişîn)

Endam: Xoce Elî Efendî (ji ulema ye)

Endam: Şefîq Efendî yê Arwasî (mamoste)

Endam: Babanzade Şukrî Beg (sernivîskarê rojnameya Tercumanê)

Endam: Babanzade Fuad Beg

Endam: Fetullah Efendî (bazirgan)

Endam: Prof. Dr. Şukrî Mehmed Begê Sekban”[2]

Li gor gotina nivîskarê pirtûka Doza Kurdistanê; “Kamuran Alî Bedirxan, Necmeddîn Huseynî yê Kerkûkî, Reşîd Axa (serokê karkerên Kurd), Qadîzade M. Şewqî, Mehmed Mîhrî (mesûlmudirê kovara Kurdistan), Hemze (mesûlmudirê kovara Jîn), Emîn Feyzî, Memdûh Selîm Begê Wanî, Abdulwahîd Berzencîzade, Dr. Hemîd Şakir, Law Reşîd, Dr. Fuad Berxo, Abdurrehîm Rehmîyê Hekarî, Yamûlkîzade Azîz, Hîzanîzade Kemal Fewzî.”[3] jî damezrêner, rêvebir û endamên çalak ên komeleyê bûn. Ji xeynî wan kesan, şexsîyetên wekî “Halîl Rehmî Bedirxan, Ferît Bedirxan Beg, Babanzade Şukrî Beg, Babanzade Hîkmet Beg, Dr. Abdullah Cevdet, Dr. Şukrî Mehmed Beg, Kemal Fewzî yê Bedlîsî, Ekrem Cemîl Paşa, Necmedîn Huseynî yê Kerkûkî, Memdûh Selîm Beg û Mewlanzade Rifat”[4] jî hebûn. Bêguman li vê derê tenê navê hinek rêvebirên çalak hatine rêzkirin, ji xeynî wan gelek endam û xebatkarên jêhatî û çalk jî hene. Di hinek çavkanîyan de behsa navê 260 kesan tête kirin.

Navenda CTKê li Îstenbolê bû û li Diyarbekir, Dêrsim, Sêrt, Xarpêt û Meletiyê jî buroyên wan hebûn. Di heqê rêxistinbûna CTKê de, T. Z. Tunaya dibêje “Cemîyetê li her derê Kurdistanê şûbeyên xwe damezirandine. Li Dîyarbekir, Elezîz (Xarpêt), Arapgîr, Xerzan, Xozat (Dêrsim), Erzerom, Wan û Adanayê şûbeyên xwe vekirine.” Li ser hev 19 şubeyên CTK hatine vekirin.

CTKê, bi tevî pêkanîna xebatên komelayetî û kulturî, ji alîyê sîyasî ve jî dixwest ku “Prensîbên Wîlsonî” ji bo çareserîya meseleya miletê kurd bêne tetbîqkirin. Ev daxwaza cemîyetê, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî hatîye pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlsonî, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezrînin.”[5]Armanca esasî ya CTKê ev bû; ku bikare ji vê rewşa nû ya piştî Şerê Yekem îstîfade bike û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê damezrîne.[6] Ji bo pêkanîna vê armancê CTKê, bi tevî xebatên rêxistinî û civakî û sîyasî, di warê çapemenîyê de jî kovarên wekî Jîn, Kurdistan û rojnameya Serbestî çap kirine.

Ji ber çalakî û xebata wê ya li Kurdistanê, hem desthilatdarîya sîyasî ya Îstenbolê û hem jî tevgera Mistefa Kemal ji rêxistin û xebata CTKê pirr aciz bûn. Ji çêbûna Peymana Sevrê (10ê Tabaxa 1920) şûn ve, nerehetî û acizîya hikûmetê li hemberê xebatên CTKê hîn bêtir bûn. Lewra bi îmzekirina Peymana Sevrê, îhtîmala çêbûna Kurdistan û Ermenîstanek serbixwe derketîbû meydanê. Di vê pêvajoyê de, li Kurdistanê xebata tevgera Kemalîst jî her ku diçû pêş diket û zixtên wan ên li ser tevgera kurd û gelê Kurdistanê jî zêdetir dibûn. Ji ber vê, “ji alîyê hikûmetê ve biryara girtina CTKê hate dayin.”[7]  Ji xwe berîya wê jî, dest bi girtina hinek şûbeyên CTKê kiribûn. Li hemberî tevgera kurd û CTKê, helwest û polîtîkaya Saraya Osmanî û Heyeta Temsîlîye ya Mistefa kemal yek bû. Di encama vê helwesta yekgirtî ya Îstenbol û Anqereyê de, “Di Temûza 1920an de, ji alîyê hikûmeta Osmanî ve biryara girtina CTKê hatîye dayin.”

CTKê, bi tevî hemû kêmasî û lawazîyên xwe ve di dîroka sîyasî, neteweyî û kulturî ya milletê kurd de helqeyeke sereke û pirr girîng e. Li vê derê, tenê di çarçoveya bîrxistina wê demê de, hin tişt hatin gotin. Divê xebatên pirralî û berfireh li ser vê babetê bêne kirin.

2. Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê

[Cemîyeta Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê]

Biryara girtina CTKê, ji alîyek ve sistayî û bêmecalîyek xistibû nav rêvebirên CTKê û ji alîyê din ve jî hewldanên lêgerîn û peydakirina rê û rêbazên din dabûn destpêkirin. Piştî girtina şûbeyan û jihevbûna navendî ya CTKê, şûbe û komîteyên li Kurdistanê jî ketibûn nav lêgerîneke nû. Em dikarin bibêjin ku bi îhtîmaleke mezin gelek endamên CTKê ketine nav lêgerîn û xebateke îlegal û rêxistinên nû damezirandine.

Rêxistina “Komîteya Kurd a Erzeromê” di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd kirîye û bi Komîteya Stenbolê re jî têkilîyên xwe yên veşartî domandine. Serokê rêxistina Komîteya Erzeromê Xalid Begê Cibrî bû. Li gor agahdarîyên konsolosê Rusya, di dawîya sala 1920an de li Erzeromê bi navê “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê” yan jî “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê” rêxistinek hatîye damezrandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Li gor agahîyên Îsmaîl Heqî Şaweys ku ew bi xwe jî endamê vê rêxistinê bû, dibêje:

“Di sala 1921ê de li Erzeromê navenda Komîteya Îstîqlala Kurdistanê hate danîn ku 24 qehremanan tê de cih digirt. Di navbera salên 1921-1922an de, çi eşkera çi nihênî, hemû partî û komeleyên siyasî yên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê xwe dan bin alaya “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê” û bi hev girtin. Ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê peyman girêdan û bi kontr-partiyên tirk re yên ku li dijî Kemalîstan bûn, dest bi xebatê kirin. Xalid Begî di çarçoveya armanca komîteyê de, bi Simko û Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û nevîyên Şêx Evdilqadirê Şemzînanî re li hev kiribû.[8]Armanca Komîteyê ev bû ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêbike û serxwebûna Kurdistanê pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê armancê Komîteyê, Kurdistan kiriye sê qisim: Qismê yekem; Kurdistana Tirkiyeyê û bakûrê Sûriyeyê. Qismê duyem; Kurdistana Iraqê. Qismê sêyem; Kurdistana Îranê.” [9]

Bi tevî agahîyên weha, di bareyê desteya serkirde û hejmara endamên rêxistinê de, li ber destê me belgenameyên pêdivî û agahîyên pirr zelal nînin. “Kesê ku di dereceya yekemîn de serkêşîya vê xebatê dikir Xalid Beg bû, ew Mîralayî bû, kar û barê dewletê dizanî, pirr kêrhatî û kesayetekî fazîletdar (bijarte) bû.”[10] Li gor agahîyên xwecihî; deftera qeydkirina endemên rêxistinê, piştî derdestkirina Xalid Beg, ji alîyê apê wî yê Îsmaîl Axa ve hatîye şewitandin, da ku nekeve ber destê rêvebirên dewletê. M. Van Bruinessen dibêje: Azadî, rêxistineke rastîn û ji 18an zêdetir teşkîlatên wê yên herêmî û pîlanekê wê yê çalakîyan hebû.”[11] Li gor hinek çavkanîyên din jî, “Di 23 bajar û bajarokan de şaxên wê hatine danîn.”[12] Yek ji şubeyên girîng ê rêxistinê, şûbeya Dîyarbekirê bû. Li gor nivîsandina Qedrî Cemîl Paşayê Dîyarbekirî, şûbeya Dîyarbekirê ji van kesan pêk hatîbû: Dr. Fuad, Qasim Begê Cemîl Paşa, Mihemed Efendîyê wekîldawe, Hecî Axtî yê meşûr bi navê Bavê Tûjo û Ekrem Cemîl Beg.

Di vê demê de herweha têkilî û xebata ji bo yekgirtina rêxistin û grubên kurd jî berdewam bû. Di encama van hewldanan de, Komîteya navendî ya li Stenbolê û Komîteya li Erzeromê, yekîtîya xwe pêk tînin. “Komeleyên eşkere û nihênî (legal û îlegal) yên Kurdistanê, wek Komela Tealî ya Kurdistanê, Teşkîlata Îctîmaîye ya Kurd, Cemîyeta Hêvî, Partîya Demokrat ûSosyalîstên Kurdistanê xwe gihandin hev û ji bilî vana jî, li Anqerê Yusif Zîya Beg ku mebûsê Bedlîsê bû, wî jî di sala 1922an de komeleyek îlegal a bi navê “Îstîqlala Kurdistanê” ava kiribû û şaxên wê li bajarên Wan, Bedlîs, Anqere û Stenbolê çêbûbûn.”[13] Di dawîya xebatên yekgirtinê de “Komîteya Kurd a Îstenbolê”, “Komîteya Kurd a Erzeromê” û Komîteya Îstiqlal a li Misrê, bi tevî hin grub û rêxistinên din bi navê “Komîteya Navendîya Kurdistanê”rêxistineke nû damezrandin ku paşê navê wê hate guhartin û bû “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (KÎK)”. Komîteya Îstîqlala Kurdistanê li hemû deverên Kurdistana Tirkiyê bi awayekî nihênî hate damezrandin, herweha teşkilat û têkilîyên xwe bi rêxistinên li başûr û rojavayê Kurdistanê re jî pêkanîbûn.

Ji yekîtîya van herdu gruban şûn ve, xebata ji bo yekîtîyê hîn bi berfirehî hate domandin, di encamê de hinek grubên din jî tevlî vê yekîtîyê bûn. Di hin çavkanîyan de jî bi navê “Komîteya Azadîya Kurdistanê (KAK)” yan jî bi navê xwe yê kurt, wek “Azadî” tête binavkirin. Di belgenameyên Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê de, rêxistina navborî bi navê “Kürdistan İstiklal ve İstihlas Cemiyeti” [Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê] derbas dibe. Li gorî raporta Pavlovskyê Konsolosê Rusyaya Federal li Erzeromê, Xalid Beg serokê vê rêxistinê bû û Îsmaîl Heqî Şaweys bi xwe jî endamê rêvebirîya vê rêxistinê bû.[14]

Di raprotek veşartî ya bi hejmara “FO 371/10121” ya Konsolxaneya Îngiliz de, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê wek berdewamîya CTKê hatîye destnîşankirin û dibêje, ev rêxistin bi wesîteya Dr. Şûkrî Mehmed Sekban hatîye naskirin û herweha têkilîya wan bi Şerîf Paşa re jî heye. Ji ber xweparastin û şupheyên hikûmetê, sala 1921ê qerargaha xwe birine Erzeromê û serokê wê jî Mîralay Xalid Beg e.[15] Qedrîyê mala Cemîl Paşa jî di bîranînên xwe de dibêje: Rêxistina Azadî ya ku di maneya îstiqlalê de hatîye bikaranîn, sala 1922yê bi serokatîya Mîralayî Xalid Begê Cibran hatîye damezrandsin.[16] Di raporta navborî de navê gelek damezrêner û endaman, şûbe û serokê şûbeyan, kadroyên eskerî yên nav ordîyê, eşîr û serokeşîran jî hatine nivîsandin. Li gor neqilkirina R. Olson, “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê ku di nava xelkê de bi navê Azadî dihête nasîn, sala 1921ê li Erzerumê hatîye avakirin.”[17] Li gor M. Van Bruinessen, Rêxistina Azadî di sala 1923an de hatîye avakirin.[18] Rojnamevan Uğur Mumcu jî dibêje: “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê, di Gulana 1923an de li Erzerumê hatîye avakirin.”[19] Murat Bardakçı dibêje: “Komîte di navbera salên 1919-1922an de çêbûye.”[20] Li gor gotina Abdulmelîk Firat, “Cemîyeta Azadî di sala 1923an de hatîye avakirin û armanca wê damezrandina dewleteke serbixwe ya kurd bû.”[21] “Mele Selîm ji devê kesên nav tevgerê neqil dike û dibêje: Hîzba Azadîya Kurdistanê, di meha Hezîrana sala 1923an de li Erzerumê di mala Xalid Beg de hatîye damezrandin.”[22] Li gor nivîsandina Dr. Nûrî Dêrsimî, “Komîteya Kurdistanê ya li Erzeromê, di nav sala 1919an de li ser dîrektîfa navenda Îstenbolê ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, bi serokatîya qehremanê kurd Xalid Begê Cibran hatîye damezrandin.”[23]

Li gor Pavlovskîyê konsolosê Rûsyayê; “Komîteya Kurd a Stenbolê û Komîteya Kurd a Erzeromê di Nîsana 1922yê de yekîtîya xwe pêkanîne.”[24] Li gor neqilkirina Mele Xalid, Fehmîyê Bîlal jî dibêje: “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, di sala 1921ê de hatîye avakirin û di nav zemanek kurt de li tevayîyê herêmê rêxistina xwe pêk anîbû.”[25]

Di raporteke veşartî ya Hêzên Hawayî yê Îngilizan de, li ser têkilîya CTKê û Komîteya Îstiqlala Kurdistanê weha hatîye gotin:

“Ev rêxistin, berdewamîya Cemîyeta Kurd a Stenbolê ye. Ji ber zixt û gumanên hikûmetê, Cemîyetê sala 1921ê qerargaha xwe ji Stenbolê ve birîye Erzeromê û ji wê rojê ve hetanî îro xebata xwe li vê navendê pêşxistîye.”[26]

Di raporta navborî de, derbarê rêxistin, şûbeyên (şaxên) wê yên li Kurdistanê, serokên van şûbeyan, navê eşîret û serokeşîrên piştgir, kadroyên pêşeng û endamên leşkerî yên nav dewlet û ordîya osmanî de hatine dîyarkirin. Li van bajar û qezeyan şûbeyên rêxistinê hatine avakirin û navê rêvebirên wan wisa hatine dîyarkirin:

“Erzerom (navenda rêxistinê ye û serokê wê Mîralay Xalid Begê Cibrî ye), Stenbol (serokê şûbeyê Seyîd Abdulqadir e), Qers (serokê şûbeyê Yuzbaşî Tewfîq Efendî ye), Bazîdê (Şêx Îbrahîm), Eleşgird, Melezgird (Kor Huseyin Paşa), Varto (Xalid Begê Hesenî), Xinûs (Rûştî Efendî), Muş, Bedlîs (Yusif Zîya Beg), Wan (Mele Abdulmecîd Efendî yê birayê Seîdê Kurdî), Sêrt (Yuzbaşî Îhsan Beg), Şirnax (Silêman Axa), Cizîr (Hecî Dûrsin Efendî), Dîyarbekir (Ekrem Cemîl Paşa), Mêrdîn (Hecî Xidir Efendî), Erzingan, Dêrsim (Kangozâde Elî Heyder), … ”[27]

Komîteya Îsiqlala Kurdistanê, rêxistineke modrn bû, ji bêgavîyê bi awayekî îllegal kar dikir û teşkîlata wê li ser bingeha hucreyan hatîbû honandin. “Komele, li ser esasê hêlane hêlane (hucreyan) hatîbû çêkirin her hêlaneyek (hucreyek) pêk hatîbû ji 12 kesan. Van 12 têkoşeran hev nas dikir lêbelê endamên her hucreyek bi navgînîya serokê hucreyê pêwendî bi hucreyeke din re datanî. Endamên hucreyek endamên hucreyeke din nas nedikirin. Li gor Bînbaşî Qasim ku ji devê Xalid Beg û Yusif Zîya neqil dike û dibêje: Teşkîlat li ser esasê grubên pêncane hatîye avakirin û endamên grubek ji yên din neagadar in.[28] Navnîşana hucreyan jî wisa bû: Her hucreyek navekî xwe yê nihênî hebû ku bi navê gul û giyayek an jî bi navê dever û deviyeke Kurdistanê dihate navkirin. Wek hucreyên Beybûn, Rebenok, Sorgul, Leylak, Guleşevîn an jî hucreyên Çiya, Şax, Kew, Zevî, Çem û hucreyên Gulecot, Yaregul, Gezîne, Nêrgiz û Lûleper… “[29]

“Arme (Dirûşm û sembolên komeleya Komîteya Îstîklala Kurdistanê) jî wisa bû: Qelemeke dirêj li ser huburdankekê, li ser paçek gûşeyê pembû û simbila genim, di nav wan de jî xencerek, di nav qada hemûyan de jî roj hebû. Ev remz û nîşana Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû.”[30] Di nav kadro û pêşengên rêxistinê de; kesayetên sîyasetmedar, rewşenbîr, lejker û ulema hebûn, lêbelê pirranîya “Kadroyên esasî yên Azadî, ji supayên kurd ên nav artêşê pêk hatibûn ku pirranîya wan endamê Alayîyên Hemîdî bûn.”[31] Xalid Beg û Yusif Zîya di dawî payîza sala 1924an da li Xunisê serdana Şêx Seîd dikin û jê dixwazin ku ew bibe endamê rêxistina Azadî û serokê ruhanî yê tevgerê.[32]

Têkilîya rêxistina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (Azadî); bi navendên wekî Bexdad, Heleb û Mûsilê re jî hebûne. Ji bo rêvebirina van têkilîyan, zabîtên wekî Tewfîqê Silêmanî, Îsmaîl Heqî Şaweys û Salih Efendî hatibûn wezîfedarkirin.

Rêvebirên Cimhurîyeta Kemalîst bi hemû rê û têkilîyên xwe ve xebata Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bi hesasiyetê dişopandin. Bi hênceta bûyerên Beytûlşebabê Yusif Zîya û paşê jî serokê rêxistinê Xalid Beg di roja 20ê Kanûna Ewel a 1924an de hate girtin.

Di vê rewşa hanê de serokê Cemîyetê Seyîd Abdulqadir, ji Stenbolê ve bi rêya Elî Rizayê kurê Şêx Seîdê re li ser navê Şêx Seîd mesaja xwe digehîne hemû kurdperwer, rewşenbîr, ulema û giragirên Kurdistanê; dibêje: “Ji bavê xwe re bibêje ku li vê derê tu rêyek ji bo xebatê nemaye, ger karibin li wê derê xebatê geş bikin baştir e. Ew, rewşa Kurdistanê baş dizane û têkilîyên wî bi xelkê re hene. Xelk hûrmetê nîşanê wî dide û guhdarîya wî dike. Bila li welat, li Kurdistanê rêxistinê bikin.”[33] Piştî girtina Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, barê rêber û serokên mayî bêtir giran dibe û Şêx Seîdê nemir û hevalên xwe xebata rêxistinkirina şoreşê berdewam dikin.

Xebata şoreşê, di 13yê Sibata 1925an de, bi pêkhatina bûyera Pîranê, pêşwext dest pê dike. Êdî Şêx Seîd Efendî dibe serokê meydanî yê şoreşê, di vê pêvajoyê de wek serokê sîyasî yê tevgerê derdikeve pêş.

Tevgera Serhldana Neteweyî ya 1925an, di çend mehên pêşî de ji alîyê çapemenîya Komara Tirkiyê ve ve bi unwanê “tevgera kurd” tête binavkirin, lê paşê bi biryara Serokerkanî û Wezareta Derve, wek tevgerek “îrtîcayî” û paşverû tête nîşandan û gorbihuşt Şêx Seîdê nemir jî wek serokê vê tevgera îrtîcayî didin nîşandan. Bi vê awayî dixwazin alîyê sîyasî û neteweyî yê Tevgera Serhildana 1925an veşêrin. Mixabin ev nêrîna sîstema dagirkerî, tesîreke negatîf li ser beşekî girîng ê kurdan jî kirîye. Xulesa Tevgera 1925an, bi keda hemû rêber û serokên xwe yên hêja, bi xebat û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê çêbûye.

Li gor yên berîya xwe sê xusûsîyetên cuda yên vê rêxistina nû hebûn: 1- Ev rêxistin di şiklê cepheyekî neteweyî de hatibû sazkirin, 2- Yekemîn rêxistina modern a îlegal e ku li ser erdê Kurdistanê hatîye damezrandin û kadroyên wê yên navendî li Kurdistanê bûn. 3- Rêbaza destnîşankirî ya têkoşîna rêxistinê; serhildana giştî ya çekdarî bû.

* Axaftina min a di konferansa “Sedsalîya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd “de, di roja 14.02.2025 de.


[1] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Bîranînên 60 Salên Têkoşîna Rizgarîya ji Bindestîyê), Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[2] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[3] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), J. b., r. 198

[4] Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Tekîn Yayın Evi, 1991, Ankara, r. 186

[5] Bilal Şimşir, Kürtçülük: 1787-1923, Bilgi Yayınevi, 2009, r. 305

[6] Oğuz Aytepe, Tarih ve Toplum, Yeni Belgeler Işığında Kurdistan Teâlî Cemîyetî, sayı: 174, Haziran 1998, r. 330

[7] İsmail Göldaş, Kurdistan Tealî Cemîyetî [Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Stenbol, r. 217

[8] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, bn. Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[9] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, bn. J.b.

[10] http://kovarabir.com/abdulmelik-firat-1925-hareketini-azadi-cemiyeti-hazirladi-ve-onun-basinda-da-miralay-halit-bey-vardi-1/, 25.06.2021

[11] M. Van, Ağa Şeyh ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 352

[12] Tahsin Sever, Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Kovara Bîr, Jimar: 7, Diyarbakır, Havîn 2007, r. 22

[13] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[14] Di derbarê Meseleya kurd de raporta bi dîroka 20.12.1922 yê Konsolosê Erzeromê Pavlovsky, bn. http://www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008

[15] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, Stenbol, 1992, r. 143

[16] Kadri Cemil Paşa, Doza Kurdistan (Kürdistan Davası); Kürd Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları, Özge Yayınları, Ankara, 1991, s. 85

[17] Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Özge Yayınları, Ankara, 1992, r. 53

[18] M. Van Bruinessen, Ağa Şeyh ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 348

[19]  Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması 1919-1925, Tekin Yayınevi, 1991, Ankara, r. 56

[20] Murat Bardakçı, https://www.haberturk.com/yazarlar/murat-bardakci/830129-iste-1920lerde-yayinlanan -ilk-kurt-bildirisinin-gizli-kalmis-tam-metni (24.03.2013)

[21] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 31

[22]  Ahmet Kahraman, Kürt İsyanları (Tedip ve Tenkil), Evrensel Yayınları, İst. 2003, r. 55

[23] Dr. Nuri Dêrsimî, Hatıratım [Bîranînên Min], Weşanên Doz, Stenbol, 1997, r. 47

[24] Di derbarê Meseleya kurd de raporta bi dîroka 26.07.1923 yê Konsolosê Erzeromê Pavlovsky, bn. http://www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008

[25] Mele Xalid, Fehmî Firat kî ye? Kovara Bîr, hej: 7, Havîna 2007-Dîyarbekir, r. 212

[26] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, “FO 371/10121” nolu ve11 Kasım1924 tarihli, 1992, Stenbol, r. 143

[27] J. b., r. 147, 148

[28] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 975

[29] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 17

[30] Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, J. b., r. 38

[31] Dr İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, Otopsi Yayınları, 2003, İstanbul. r. 70

[32] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 34

[33] Hesen Hişyar, 63 yıl sonra Şeyh Said direnişi, Kovara War, h.: 8, 1999

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *