Dr. T. Z. Ekîncî di eniya çapitiya Tirk de bû û piştgirê PKKê bû…

Îbrahîm GUÇLU 

Dr. Tarik Zîya Ekîncî, di 15ê Tebaxa 2024, seat 11.47-an de jiyana xwe li Stenbolê wenda kir û çû ser dilovaniya xwe. Ez ji bona malbat û hezkirên wî sersaxî dıxwazim. 

Ji bona ku kesekî navdar bû di derbarê wî bi sedan peyam hatin belav kirin. 

Min jî peyamek belav kir û dipeyama xwe de min got “Dr.Tarik Zîya Ekîncî serokê çepitiya Tirk li Kurdistanê, ji nasyonalîzma kurd re ne dost, kesê navdar, berpirsiyar û kevneparlamenterê TÎPê, hevalê min yê hepisê, çû ser dilovaniya xwe. Ez ji bona malbata wî, hezkirên wî sersaxî dixwazim.” 

Beşek hevalan ev rastiyê min anîbûn ser zimên bêwext dîtin. Ez jî dizanim ku rastî gelek tehl e. Lê carna veqûltandina zahre jî ji bona beşek nexweşiyan pêwîst dibe. 

Divê bê zanîn ku dema ku min ev peyama nivîsand, min biryar dabû ku di derbarê Dr. Tarik Zîya Ekîncî de nivîsekê binivsînim. Lewra ji bona neteweya Kurd rola wî ji aliye erênî û neênî de çêbûye. Wî di eniya Kurd û Kurdistanê de  cî gırtiye û an na negirtiye; rola wî bi taybetî jî di nav tevgera sosyalist ya Tirkan de girîng bûye, çima girîng bûye. Me bi hev re jiyana rêxistinî û hepse derbas kiriye. Di navbera me de polemik niqaşeyên gelek girîng pêk hatine. 

Di van salên dawî de li hemberî PKKê helwesta wî çibûye, ew jî gelek mijareke girîng bû. 

Dr.Tarik Zîya Ekîncî, 100 sal jiyan kir, di sala serhildana 1925-an de hatiye dinyayê. Şansê wî bûye ku Zanîngeha TIPê bixwîne, li Fransayê perwerdaye pisporî bibîne, bi awayekî dinyayê nas bike, gelek şerê Rızgarîxwaz û serxwebunê ya Neteweyê bindest re di salên 50yî de şahîdî bike. 

Piştî ji Fransayê vedigere ketiye nav çi tevgerê, gelek girîng e. Divê ev mijaran bên ser zimên                     

BI CHP-Ê RE KAR KIRIN…    

Wek min li rêzên pêşî jî qal kir. Dr. Tarik Zîya Ekîncî dema li Fransayê gelek neteweyên bindest û bi taybetî jî li dinyayê li hemberî kolonyalist û emperyalîstan şerê neteweyî û rizgarîxwaz heye. Gelek serokên Tevgerên Neteweyên rizgarîxwaz li Ewrûpayê û li Franseyê û gelek welatên din yên Ewrûpayê mane. Li wir biryar dane ku ji bona serxebûna welat û neteweya xwe tevgerekê ava bikin. Rastî jî piştî vedigerin welatê xwe jî ev armanca pêk tînin. 

Loma dema Dr. Tarik Zîya Ekîncî jî, ji Fransayê vedigere, wek xwendevanekî neteweya Kurd ku neteweyekî bindest bû diviya bû ku bikeve nav tevgerandineke neteweyî ya Kurd û Kurdistanê. Hezar mixabin vê yeke nakê, tê di nav CHPê de cî digre û CHPê de  siyasete dimeşîne. 

Gelek aşkere ye ku CHPê jî piştî dewleta xwe ava kiribû, hebûna neteweya Kurd înkar kiribû, gotibû ku “Kurd, Tirk’ın”, li hemberî Neteweya Kurd siyaseteke nîjadparest meşandibû, ji bona Neteweya Kurd bike Tirk siyaseta helandin û asîmîlekirina kurdan domandibû û didomand,, li hemberî Serhildanê Neteweyî yên Kurdistanê qetlîam pêk anîbûn, serok û kurdperwerên Kurdistanê îdam kiribû. 

Dr. Tarik Zîya Ekîncî, ji bona ku CHPê wek rêxistineke pêşverû û modernîst û laîsîst qebûl kjiriye, di nav CHPê de kar kiriye. Pêşverûtiya CHPê jî wek sosyalîstbûna Baasê bû. Tê zanîn ku gelek çepên Kurd û Dr. Tarik Zîya Ekîncî jî di sala 1975-an de piştgiriya Baasa Iraqê ya faşıst kirin, li hemberî Tevgera Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê helwest nişan dabûn.

 Dema ku Dr. Tarik Zîya Ekîncî û gelek xwendevanên Kurd ji CHPê re piştgir bûn û di CHPê de kar dikirin; karbidest û arıstokratên Kurdistanê  yên civakî û olî li hemberî CHPê xwediyê helwesteke vekirî bûn. Ji bona ku li hemberî CHPê reaksiyon û mixalefeta xwe nişan bidin, piiştgiriya Partiya Demokrat ya Tirkan (DP) dikirin. 

Ev helwesta Dr. Tarijk Zîya Ekîncî û beşekî mezin yên xwendevanên Kurdistanê trajediyek û şermezariyeke mezin bû. 

Hezar mixabin di vê qonaxê de jî ev trajediya, di nav beşek xwendevan û siyasetvanên kurd dom dike. 

PARTIYEKE KURD Û KURDISTANÊ AVA NEKİR, NEBÛ ENDAMEKÎ PARTİYEKE KURD Û KURDİSTANÊ, DI HEMANDEM DE LI DIJÎ NASYONALÎZMA KURD BÛ Û LI DIJÎ RÊXISTINA SERBIXWE YA KURD BÛ…

Dr. Tarik Zîya Ekîncî piştî ku ji Fransayê vegeriya tu wext nefikirî ku rêxistineke Kurd û Kurdistanê ava bike, tevgereke neteweyî ya Bakurê Kurdistanê çêbibe, xebat bike.

Ew helwesta wî domand. Wek tê zanîn piştî serhildanên Kurdistanê, hemû rêxistinên Kurdistanê hatin têk birin û di hemandem de rêxistinîbûna neteweya Kurd jî hat qedexe kirin, ew kesên ji bona rêxistinîbûna neteweya Kurd xebat bike jî, bi cizayê mirinê re rûberû kir. 

Loma jî herçiqas li her sê beşên Kurdistanê rêxistinên Kurdistanê ava bibûn jî, li Bakurê Kurdistanê rêxistina Kurdistanî ava nebibû. Wek tê zanîn PDK, li  Rojhelatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê di sala 1946-an de, li Rojavayê Kurdistanê di sala 1957-an de ava bibû. 

Li Bakurê Kurdistanê jî PDKT di sala 1965-an de bi qedroyeke gelek teng bi awayekî ne legal û veşartî ava bû. Dr. Tarik Zîya Ekîncî ne damezrandinê PDKTê ye. Piştî damezrandina partiyê jî gelek rewşenbîrên Kurd yên wek Faîq Bûcak bûn endamê partiye, lê Dr. Tarik Zîya Ekîncî nebû endamê PDKTê.   

Piştî PDKTê jî gelek rêxistinên Kurdistanê piştî sala 1974-an ava bûn, lê Dr. Tarik zîya Ekîncî dîsa nebû endamê wan partiyan. Hevalê wî yên nêzik ku di TÎPê de bi hev re kar kiribû, kemal Bûrkay piştî ji Ewrupayê vegeriya PSKTê ava kir, Dr. Tarik Zîya Ekîncı ji PSKTê  jî sekinî û bi PSKTê re jî pêwendî çênekir.

 Ev helwesta wî bê sedem nebû. Lewra Dr Tarik Zîya Ekîncî ne dostê nasyonalîzma kurd bû, nasyonalîzma Kurd rewa nedidît, qasî qiymet daye çepitiya Tirkan, qiymet nedayê mirovên Doza Kurd û Kurdistanê û nasyonalîstên Kurd.

 Ew di heman de  li dijî rêxistina serbixwe ya Kurd û Kurdistanî bû. Rêxistinbûna serbixwe ya Kurd û Kurdistanî wek cûdaxwazî û kevneperestî û xeter bi nav dikir. 

Lê ji aliye din de din av Tevgera Sosyalîst ya Tirk de, wek prensip û wek ayete parastiye ku “gelekî ne bi rêxistin kole/dîl e” 

Dr. Tarik Zîya Ekîncî sosyalîstekî Ortodoks hişk bû, lê ne di nav sosyalîstên Kurdistanê de, di nav sosyalîstên Tirk de jiyana xwe ya siyasî domand. 

PÊŞÎ LI DIJÎ DAMEZRANDINA DDKO-Ê BÛ, PIŞT RE JI DDKO-Ê RE ERÊ GOT, LÊ DDKO BI ARMANCEKE DIN TERÎF KIR…

DDKO, di destpêkê de li metropolên Tirkan (Li Enqere û li Stenbolê) ava bûn. Şik tune ye gelek sedemên vê yeke hebûn. Pişt re jî biryar hat girtin ku li bajarên Kurdistanê, li Kurdistanê jî di despêkê de li Diyarbekîrê DDKO ava bibe. 

Rastiyeke din jî hebû ku piştî ku DDKO li metropolan ava bûn, ji gelek bajarên Kurdistanê ji kurdperwerên sosyalist û nasyonalîstên Kurdistanê daxwaz hat kirin ku DDKO ava bibin.

 Loma jî di havîna sala 1970yî de ji bona damezrandinên DDKOyê li Kurdistanê xebatan dest pê kir. Dema ku li Diyarbekîrê xebata avakirina DDKOyê dest pê kir, Dr. Tarik Zîya Ekîncî û hevalên wî yên TÎPê li dij derketin. Avabûna DDKOyê li hemberî pêşketina TÎPê wek asteng dîtin.

 Lê piştı demekê li Diyarbekîrê Tevgera “Sivîl” ya Faşîst pêş ket. 

 Di Cotmeha 1970yî de li hemberî DDKOyan operasyona dewletê dest pê kir, gelek berpirsiyarên DDKOyan hatin girtin û hepis kirin. Dr. Tarik Zîya Ekîncî jî yek ji wan girtiyan bû. Lê di destpêkê de piştî îtîrazên parêzaran ew, M. Emîn Bozarslan, Canîp Yildirim, Mûsa Anter serbest hatin berdan. 

Dr. Tarik Zîya Ekîncî piştî ku dît ku bi TÎPê nikarin li dijî Tevgera Faşîst rawestin biryara avakirina DDKOyê didin. Ji bona vê jî hat li hepisxaneya Enqereyê nêrînên me (Nêrînên min û Mûmtaz Kotan û Sebrı Çepîk û Nezîr Şemîkanlı) wergirt. 

Me jî, avakirina DDKOyê li Diyarbekîrê erê kir. 

Lê me di armanca DDKO yê de wek hevûdu nedifikirî. Tê zanîn ku DDKO ji bona rewakirina hebûna neteweya Kurd û mafên wê yên neteweyî ava bibû. Dr. Tarik Zıya Ekîncı armanca DDKO yê li dijî Tevgera Faşîst terîf dikir. Ew şaş bû.

 DDKO, li Diyarbekîrê bi armanca xwe ya esasî hat ava kirin.

 Di van salên dawî de jî ev nêrîna xwe ya şaş parast. Lewra ji bona wî pirsa Neteweya Kurd ne pirseke stratejik bû, ji bona wî li Tirkiyeyê avakirina sosyalîzmê stratejik û girıng bû.

 Loma di van salên dawî de di navbera me de di vê mijarê de jî bi niviskî polemik pêk hatin

 KONGRE 4-EMÎN YA TÎP-Ê Û DU NERÎNÊN CUDA YÊN STRATEJÎK DE HELWESTA DR. TARIK ZÎYA EKÎNCÎ CÛDABUNA HERÊMAN BÛ NE PIRSA MÎLÎ YA KURD…

Di TİPê de piştî ku gruba “Rojhelat” pêk hat, gelek kurdên nasyonalist jî di partiye de bûn endam û li Kurdistanê şaxên TÎPê ava kirin û bûn berpirsên partiye. Lewra nasyonalist û kurdperweran di qada legal de dixwastin xizmetî mafên neteweya kurd bikin û mijara neteweyî ya Kurd bixin rojeva Tirkiyeyê.

 Loma jî DDKO yan û nûnerên Kurd yên partiye piştî demekê xwestin ku TÎP di derbarê Pirsa Neteweya Kurd de bibe xwediyê biryarekê. Ji bona vê jî biryar hat girtin ku li Diyarbekîrê civînek bê li darxistin. Ev civîn di Cotmeha 1970yî de hat li darxistin. Beriya civînê 2-3 roja li hemberî DDKOyan operasyona girtinê dest pê kir. Lê dîsa jî li Diyarbekîrê civîn hat li dar xistin.

 Ez jî li ser navê DDKO ya Enqereyê endamê civînê bûm. Lê ji bona k udi derbarê min de biryara tewkîfê hatibû girtin min nikarî beşdarî civînê bibin.

 Di wê civînê de biryar hat girtin ku di Kongreya 4-emîn a TÎPê de pêşniyar bê kirin û biryarek bê girtin.

 Di kongreye de ji bona biryarê du nêrîn derketiin holê. Kurdperwerên sosyalist û nasyonalist Pirsa Neteweya Kurd li Tirkiyeyê wek pirseke neteweyî bi nav kirin, Dr. Tarik Zîya Ekîncî û hevalên wan mijar wek cûdayetiya herêman bi nav kirin.

 Di encamê de di kongreyê de bi giraniya nêrîna kurdpewerên sosyalist û nasyonalist biryar hat girtin. 

Lê di dadgeha Makezagonê de navenda TÎPê biryar bi parastina xwe şelû kir, gotin ku “ em asîmîlasyona xwezayî diparêzin.” Yanî asimilasyona Dewleta Kolonyalîst a bi zorê çê bibû û mafên kurdan bi her awayî xesip qedexe bibûn, loma Kurdan bi tirsa xwe nêzikî Tirkan kirin yanî asîmılasyona encama nîjadperestî parastin. 

Dr. Tarik Zîya Ekîncî û hevalên wî li hemberî siyaseta navenda partiya xwe helwest nişan nedan, li dadgeha leşkeri jî ev biryara Kongreya 4-emın a di derbarê Pirsa Gelê Kurd de bi qerardarî neparastin. 

DI DADGEHA LEŞKERÎ YA DERBAYA 12 ADARA 1971-AN DE MAFÊN NETEWE KURD NEPARAST Û LI DIJÎ PARASTINA HEVBEŞ DERKET …

Wek tê zanîn di Derbaya Leşkerî ya 12 Adara 1971-an de jî li Kurdistanê girtineke kîtlewî pêk hat. Ji hemû beşên civakî yên Kurdistanê girtin pêk hatin, êşkence çêbûn, ciza hatin dayin. Damezrênêr, berpirsiyar û endamên DDKO, PDK, TÎPê jî hatibûn girtin. 

Dozger, gor îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzmê,  doznameya xwe amade kiribû, digot ku “li Tirkiyeyê Kurd tune ne. Kurd Tirk in.” 

Li hemberî siyaseta Dewletê ya înkarkirina Kurdan, parastina hebûna neteweya Kurd û mafên neteweyî yên Kurd û kurdistanê wek vatiniyekê derketi bû pêş kurdan û girtiyên siyasî.

 ,Beşekî biryar da ku vê vatiniya xwe pêk bînin. Biryara paraznameya siyasî dan.

Dr Tarik zîya Ekîncî û hevalên wî jî girtî bûn, Ew wek serokekî Tevgera Çep jî dihat nas kirin. Loma jî ji wî hat xwestin ku ji paraznameya hevbeş ya siyasî re pêşengî bike.Di vê hewildanê de rola Komuna DDKO yê tê zanîn. 

Hezar mixabin Dr. Tarik Zîya Ekîncı ev daxwaza red kir, ji bona ku xwe xelas bike jî riyên ne rewa meşandin. 

Di encama darizandina dadgeha leşkeri de kesên nexwenda jî, ji wî zêdetir ciza girtin. 

EW PARAZVANÊ SOSYALÎZMA TIRKAN Û TÎP-Ê BÛ; DI ENIYA ÇEPITIYA TIRK DE BÛ….

Dr. Tarik Zîya Ekîncî, sosyalist bû. Endamê TÎPê bû û ji partiye re berpirsiyarî kir. Di sala 1965-an de di hilbijartinê de bû parlamentere TÎPê. Di sala 1969-an de encama biryareke ne rasyonal li Enqereyê bû berendamê parlamenterî. Min jî di qempenyaya wî de cîh girt. Lê wî parlamenteri wenda kir. Dema ku li Enqereyê bibû berdamê parlanmenterî jî min û gelek kurdperwerên din jî ev biryara şaş dîtibûn. 

Ew heta çû ser dilovaniya xwe jî çepitiya Tirkan ya di bin bandora Kemalîzmê û Stalînîzmê de parast.

 PIŞTGIRÊ PKK-Ê BÛ…

 Dr. Tarik Zîya Ekîncî digot ku “ez sosyalîzma însanî diparêzim” jî, ji PKKê re bû piştgir.

 Wî qetla PKKê ya Kurdan nedît. Xirabiyên li Kurdistanê kiribûn re çavê xwe girt. Helwesta PKKê li dijî Dewletbûna Kurdistanê li xweşiya wî çû.

dike leşker, dikuje û dide kuştin. Wî tu wext li dijî wan helwest nişan neda. 

Wî ji bona ku PKKê bernameya wan ya Tirkeyî diparast piştgirî jê re dikir. 

Hezar mixabin ji bona xwe digot “ez reformparêz û li dijî şidetê me”, lê teror û şideta PKKê re bû alîkar. 

Di seramonî û gorkirina wî de pêşengî û bernameçêkaeriya û axivtina berpirsiyarên PKK/DEMê jî piştgiriya wî ya PKKê nişan da.

 TU CAR NEFİKIRî KU BIÇE HERÊMA FEDERE YA KURDİSTANÊ Û LI DIJÎ XIRABKİRİNA PKK-Ê DERNEKET 

Mijare hîn balkêş ew e ku tu cara nefikrî ku biçe Dewleta Federe ya Kurdistanê.

 PKKê dixwaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike, li Kurdistanê dagirker e, gundiyan dikuje û zarokên Kurdan direvîne

Dr. Tarik Zîya Ekîncî li hemberî xirabiya PKKê jî tu helwest diyar nekir. 

Tertwan, 19. 08. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *