Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), li ser bûyerên jêrzemînên Cizîrê ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir.
Di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê 137 kesan canê xwe ji dest dabû.
DMMEyê biryar da ku divê Tirkiye derbarê van bûyeran de ku di salên 2015-2016an de qewimîn, tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bistîne.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, di dema “Şerê Xendekan” de qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin û di jêrzemînên malan de 137 kesan canê xwe ji dest dabû.
Piraniya wan 137 kesan, xwendekarên zanîngehê bûn ku ji bo rawestandina şer çûbûn herêmê lê wan di jêrzemînên malan de canê xwe ji dest da.
Derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Cizîrê de parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû û 13ê Çiriya Paşîn a 2019an rûniştina yekem dozê hatibû kirin.
Dadgeha Ewropayê bi hinceta ku serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê nehatiye dayîn doz red kiribû.
Parêzeran piştî biryara redkirinê ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê careke din serî li Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê da.
Dadgeha Ewropayê 22yê Gulana 2025an ji ber binpêkirinên mafên mirovan ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir.
Li jêrzemînên Cizîrê çi bûbû?
Bi têkçûna pêvajoya çareseriyê re di salên 2015-2016an de li Bakurê Kurdistanê di navbera PKK û Tirkiyeyê de pevçûnên dijwar qewimîn.
Ew pevçûn wekî “Şerê Xendekan” tênzanîn.
Di dema şer de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li dijî endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) operasyon pêk anîn.
Pevçûn bi taybetî li navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê giran bûn ku YPSyê xendek û barîkat li kolanan danîbûn.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi çekên giran li wan bajaran dida.
Di encama şer de, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran xelk bûn penaber û binesaziya bajaran jî gelekî zerer dît.
3 jêrzemînên Cizîrê bûn sembola şerê xendekan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşîn a 2015an qedexeya derketina derve ya hat ragihandin.
Qedexeya li Cizîrê 79 rojan berdewam kir û 7ê Sibata 2016an di dema qedexeyê de 137 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve di jêrzemînên 3 avahiyan de hatin şewitandin û kuştin.
Divê were gotin ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo bûyeran pênaseya “tabloyeke mîna qiyametê” kiribû. (Rûdaw)