Diyaspora çîroka bandora Dr. Ubêd Efendî li Viyanayê nîşan dide -Video

Dr. Ubêd Efendî bijîşkekî Kurd ê navdar li Awisturya ye. Xelkê Kobaniyê ye û rihê wî yê Kurdayetiyê yê her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Yek ji wan Kurdên pêşî ye ku çûye Ewropayê. Di salên heftêyî de bûye serokê şaxê Awisturyayê yê Komeleya Xwendekarên Kurd.

Tîma Diyasporayê li Awisturyayê çû mala wî û wî tevî hevjîna xwe pêşwaziyeke germ li wan kir.

Ew heyamekê vegeriyabû Rojavayê Kurdistanê û li wir xizmet dikir lê niha bi hevjîna xwe re li Viyanayê ye û li wir çîroka jiyana xwe ji Diyasporayê re vegot.

Behsa wê yekê jî kir ku çawa bi şîreta kesekî Awisturyayî çalakiyên Kurdên Awisturyayê di salên heftêyan de ji hewldana belavkirina nûçe û gotarekê di medyaya wê demê ya Awisturyayê de guheriye bo lobîkirin û dostaniya biryarderên wî welatî.

Yek ji wan kesên ku Dr. Efendî li Awisturyayê nas kiriye Newşîrwan Mistefa bû.

Dr. Ubeyd qala wê yekê dike ku çawa nûçe ji wan re şandine ku Newşîrwan Mistefa li Viyanayê ye û divê alîkariya wî bikin. Ji me re dibêje ku çawa li zanîngeha Awisturyayê di beşê zanistên siyasî de hatiye wergirtin lê Newşîrwan Mistefa diçe çiyayên Awisturyayê.

Qaşo gotiye dixwaze hînî zehmetiyên çiyê bibe. Çîrokê ji devê Dr. Efendî bibihîzin.

Piştî têkçûna Şoreşa Kurdistanê, rewşa penaberên şoreşê û serkirdayetiya wê di bin destê Şahê Îranê de pir xerab dibe. Wê demê Dr. Efendî û hevalên wî hewl didin û yekem koma malbatên Kurd ên penaber ji Îranê wekî penaber digihînin Awisturyayê.

Bi min xweş e ku hûn guhdariya çîroka wî bikin.

Dr. Ubêd Efendî wiha ji Rûdawê behsa çîroka xwe kir:

“Ez di salên heftêyan de çûbûm. Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li Viyanayê şaxê wê yê Awisturyayê hebû lê çalakiyên wê kêm bûn.

Newrozek çêdikirin û Kurd beşdar dibûn. Eger daxuyaniyek ji Kurdistanê bihataya, ew daxuyanî dihate xwendin û diçûn, wê demê Kurd li vir kêm bûn.

Hilbijartin pêk hatin û di wê demê de ez bûm sekreterê Komeleyê, şaxê Awisturyayê. Me biryar da ku divê destûra me hebe da ku em bikaribin bi dilê xwe kar bikin li Awisturyayê.

“Em bûn rêxistin, lê îmkanên me kêm bûn”

Me daxwaza destûrê kir û me wergirt, em bûn rêxistin, lê îmkanên me kêm bûn, tenê sindoqeke me ya posteyê hebû, post faxeke me hebû, jimara wê 160 bû.

Mifteyeke min hebû, min diçû û dadixist, carcaran post dihat, tişt dihatin, îmkanên me yên din nebûn ku baregeheke me hebe û tiştên wisa bikin.

Rojekê ji wan rojan postkartek ji me re hat ku nivîsîbû `Ez gelekî ji Kurd û Kurdistanê hez dikim û dostê Kurdan im`, eger dema we heye, ev jimara telefona min e, telefonî min bikin. Min telefon kir, diyar bû ku ew kes berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Sosyalîst a Awisturyayî ye.

Kesekî gelekî sport bû û gelekî ji Kurd û Kurdistanê hez dikir, dixwest alîkariya me bike, wî em hîn kirin ku em çawa kar bikin. Ji me re got `Her mehê divê em ji aliyê rojnamegeran ve tiştekî di rojnameyan de belav bikin. Ev kêm e ji bo karê siyasî, pêwîst e hûn bibin endamên partiyên siyasî, bibin endamên rêxistinan, kar bikin û heval û dost bi me re pêwendiyan çêkin.`

“Eger xizmeta Kurd û Kurdistanê bikî ti pirsgirêk nîne”

Di wê demê de min telefonî Tariq Akreyî kir ku wê çaxê berpirsê Komeleya Xwendekarên Kurd li Bonê bû û her wisa berpirsê PDKê jî bû.

Min got `Kak Tariq, du partî dibe yan nabe, em çi bikin pirsgirêkeke wiha heye?` Got `Kak Ubeyd, eger xizmeta Kurd û Kurdistanê bikî ti pirsgirêk tune.` Min got “Keko ev jî ji bo Kurd û Kurdistanê ye, çi karê me bi sosyalîstên Awisturyayî heye?”

Me parve kir, hevalekî me hebû navê wî Xeta Oso bû, ew çû ji bo rêxistina mafên mirovan, ji bo rêxistina parastina mafên mirovan.

Ajansa nûçeyan a Astriya, min wekaleta rojnamevaniya Awisturyayî û pêwendî bi wan re çêkirin. Min pêwendiyeke xurt bi rêveberê wan re çêkir.

Min di wê demê de dît ku dema ez hatim vir, rewşa me ya aborî ne baş bû. Min li çayxaneya mala xwendekaran kar dikir.

Sala 1972 bû, yekşemekê hevalek bi rêkûpêkî hat û daxwaza iskanek çay û nanî kir û min pêşkêş kir. Dema xwarin hat min got hesab çiqas e? Got hesab tune. Tu mêvanê me yî, tu xwendekar î û cara yekem e tu hatiyî Viyanayê, em tu pereyan nastînin. Got tu jî çima pereyan nastînî? Tu kî yî? Min got welleh ez Kurd im. Got Kurd î? Tu Barzanî yî? Erê ez Barzanî me.

“Em bi adeta Kurdan mêvanekî me were em tu pereyan jê nastînin”

Bi rastî bi dilekî xweş dema yekî got Barzanî, em gelekî kêfxweş dibûn. Min got erê em Barzanî ne, li vir xwendekar pereyan nastîne û li Viyanayê dixwîne û pereyan nastîne, got em bi adeta Kurdan mêvanekî me were em tu pereyan jê nastînin. Wiha bû, got em pereyan nastînin. Ev karta min e, rojekê ji rojan eger pêwîstiya te bi tiştekî bû were cem min, li wir nema.

Rojekê piştî wê Heim Leitereke min hebû, ew li mala xwendekaran çavdêrê mala xwendekaran bû, gotin yekî wiha hatiye.

Min got navê wî çi ye? Got nizanim lê karteke min heye, dema kart nîşan da got tu dizanî ev kî ye? Got ev berpirsê hemû xwendekarên biyanî ye li Awisturyayê, ev dikare her tiştî bike, her tiştî dikare bike û qediya, ez çûm cem wî û min pêwendiyek pê re çêkir, pêwendiyeke xurt heta salekê.

Min ew  gazî mala xwe kir di wê demê de, diyarî ji min re anî, paketek bû. Min paket vekir, qirawat û kiras û qemîsek wek diyarî da min, min pêwendiyeke baş pê re çêkir.

Piştî wê havînan ez dihatim û min li nivîsgeha wî kar dikir, yek ji xizmetguzariyên wan karê havînê didin xwendekaran.

Rojekê ji rojan telefonek ji min re hat, jinek bû got ez kursa Erebî li zanîngehê dixwînim lê pêwîstiya min bi kesekî heye ku bi Erebî bi min re biaxive. Bêguman em li welatên Erebî dijîn, hêsantir e yek Erebî bizane. Got erê mamoste heye.

Di wê demê de rewşa me jî xerab bû, min got heye, me sozek danî. Ez çûm cem wê, min nêzîkî mehekê ders dida wê, hefteyê deh caran.

Goya tê ji me re li çayxanê rûdinê, got xem nake tu bêyî mala me? Li malê ji min re û ji te re jî rehetir e. Min got pirsgirêk tune.

Ez çûm mal, dema ez çûm mal, tu kes li wir nebû, zilamek hat mêrê wê bû. Diyar bû ku wezîrê dadê yê Awisturyayê Christian Broda bû, pêwendî çêbû, hatûçû çêbû. Ew dihat cem xwendekaran, ew dihat mala min, ez diçûm balê.

Ew têkiliya bi wezîrê dadê re xurt bû, bi malbata wî re xurt bû, bi Dr. Kolerê berpirsê xwendekarên biyanî re xurt bû, ez vê nabêjim, di wê demê de wekî min got ji me re got divê hûn bibin endamên partiyan, bibin endamên rêxistinên navneteweyî, me têkiliyeke xurt çêkir.

“Em ji bo Kurd û Kurdistanê yek dest bûn”

Hilbijartin pêk hatin, em û nêzîkî sê Celaliyan hebûn û her wiha Komele jî hebûn. Komeleya Xwendevanên Kurd di wextê xwe de komeleyeke serbixwe bû, em PDKyî tê de hebûn, her wiha alîgirên Celal hebûn, komunîst tê de hebûn, KAJÎK û KOK tê de hebûn, hemû kes tê de hebûn lê em ji bo Kurd û Kurdistanê yek dest bûn, cudahî qet nebû bi rastî ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê, em yek bûn lê her kesî fikra xwe ya siyasî hebû ew ji xwe re bû, ji bo partiya xwe bû, lê ne ji bo Komeleyê û karê neteweyî.

Rojekê ji rojan sala 1973yan Kak Tariq telefonî min kir got Kak Ubeyd, got hevalek hatiye cem we, ji Mekteba Siyasî ya PDKyê nameyek ji min re hatiye ku kesek bi navê Newşîrwan Emîn hatiye, di dema xwe de Newşîrwan alîgirê Celal bû, niha dev ji alîgirên Celal berdaye, pêwîstiya wî bi her tiştî hebe alîkariya wî bikin.

Di wê demê de Fuad Mela Mehmûd hebû xelkê Silêmaniyê bû, min ji Fuad pirsî yek hatiye vir bi navê Newşîrwan Mistefa Emîn ser bi kê ye? Ji ber ku Fuad alîgirê Celal bû bi îtîbar min jî dizanîbû Newşîrwan PDKyî ye alîgirê me ye. Me lê pirsî û me Newşîrwan dît, em çûn zanîngehê û me kursa Almanî ji bo wî wergirt û di pisporiya siyaset û aboriyê de, me karên wî li zanîngehê ji bo wî temam kirin û paşê em çûn cem polîsan jî her wiha me mafê mayînê jî ji bo wî bi dest xist, me hemû karên wî temam kirin û me got Kak Newşîrwan niha divê tu dest bi kursê bikî û êdî diviya wî dest bi xwendinê bikira lê wî dest pê nekir, herêmek li vir heye bilind û nizm e, yanî gelek çiya û şax û gelî lê hene, çû wir û bû şivanê gamêşan, digot divê ez hînî jiyana zehmet û dijwar bibim.

Samî Ebdulrehman yekem kes bû dema Mela Mistefa Barzanî (rehmetî) şoreş rawestand sala 1975an hat Ewropayê, Kak Tariq got “rewş gelekî xerab e û me daxwaz ji hikûmetan kir ku penaberên Kurdistana Îraqê wergirin lê tu kesî em wernegirtin”, serkirdayetiya giştî li Îranê di bin çavdêriyê de bû û nikarîbûn ti tevgerekê bikin, piştî vegerna min ji kongreyê sala 1975an, hevalekî min ku berpirsê têkiliyên derve bû li Awisturyayê pirsî rewş çawa ye. Min got “rewş xerab e”. Got em çi dikarin ji we re bikin? Min got serkirdayetiya PDKê dixwazin penaberiya siyasî wergirin.

Em sibehê çûn cem Bruno Kreisky, ku wê demê serokê Partiya Sosyalîst a Awisturyayê û şêwirmendê Awisturyayê bû. Bê derengxistin em çûn cem Kreisky, ji ser maseya xwe rabû û hat cem min.

Hevalê min Menaxim ku berpirsê Komeleya Xwendekarên Kurd li Awisturyayê bû, dest bi şirovekirina rewşa Kurdan kir.

Kreisky got hewce nake şirove bikî, ez rewşa Kurdan çê dizanim, got “em çi dikarin ji we re bikin?”

Me got rewş ew e ku serkirdayetiya PDKê û Mela Mistefa û malbata Mela Mistefayê rehmetî hemû li Îranê ne û di bin çavdêriya dezgeha ewlehî û SAWAKa Îranê de ne, nikarin tiştekî bikin. Em dixwazin ev kes penaberiya siyasî li Awisturyayê wergirin, ev e pirsgirêk.

Em çûn cem Fischer li Kluba Fischer Opmann ku serokê parlamentoya Partiya Sosyalîst bû. Em çûn li bendê man. Got bila ez fêm bikim.

Îro êvarê civîna parlamentoyê heye, em dê meseleya Kurd û penaberiya Kurdan bixin rojevê, got çêtir e em biçin cem partiya opozisyonê (Gel) ku partiyeke nû bû. Telefon ji sekreterê wan re kir û got amade ye.

Ez û Menaxim çûn cem wan. Bê şirovekirin got ez meseleya Kurdan dizanim û ez ji Kurdan û Mela Mistefa hez dikim. Mela Mistefa welatparêz e û em dê îşev biryar bidin bi yek dengî ku penaberên Kurd li Awisturyayê wergirin.

Min spasiya wî kir û em derketin. Di saet 19:30an de me ji nûçeyên radyoya RFTê bihîst ku parlamentoya Awisturyayê bi yekdengî biryar daye ku 150 malbatên Kurd weke penaberên siyasî li Awûstûryayê bên qebûlkirin.

Me Tariq agahdar kir û wî jî xeber da Dr. Şefîq Qezaz ku wê çaxê berpirsê penaberan li Tehranê nû. Me jê xwest ku lîsteyekê ji bo penaberiyê amade bike.

Paşê xeber hat ku tu pasaport û belgeyên penaberên ku dê werin tune ne. Em vegeriyan cem Bruno Kraisky ku got ti pirsgirêk tune ye, tenê hewce ye ku di wextê xwe de destûra çûnûhatinê li Tehranê bistînin û navên xwe bidin me.

Di destpêka sala 1976an de kak Samî Ebdulrehman hat vir, rojekê telefonî min kir û got, “Kak Ubêd, ez li filan cihî me û dixwazim te bibînim.”

Wî telefona min ji Tariq Akreyî wergirtibû. Min ew bi rêya Tarq dît. Tariq got ev Samî ye, min ew dît.

Min pirsî bo penaberiyê? Wî got erê. Me gazî hevalê xwe Menaxem kir û me got, ‘Were em herin nik Kraisky’. Dotira rojê ez û kak Samî çûn, em çûn ba wî û me jê re got ku ev Kurd in. Samî, wezîrê Kurd ê berê, Samî Ebdulrehman, girîngiyeke mezin da wî.

Ji Wezîrê Karên Navxwe, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Dadê komîteyek pêk anîn.

Dr. Koller ku hevalê me bû, ew berhev kirin. Hevdîtina me li cem Kraisky li Wezareta Dadê bû. Wan biryar da ku hemû Kurd ne belge, ne şahidî ne jî tiştek ji wan ew hewce nake. Tekane tişta giring belgeyeke Komeleya Xwendevanên Kurd e, Mistefa Goran tevî kurê xwe salên şêstî li koleja pizîşkî dixwend.

Ger komele mohr û îmze bike, ev yek tê qebûlkirin û temam e.”

Hêmin Abdullah

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *