Pêvajoya amadekirina Kongreya Diyaloga Neteweyî ya ku tê plankirin li Sûriyeyê bê lidarxistin, bi dawî bû. Hat ragihandin ku kongre dê vê hefteyê bê lidarxistin.
Reutersê li ser zarê du endamên komîteya amadekar a Kongreya Netewî ya Sûriyê nivîsî ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê, ku tê de wê pêşeroja Sûriyê were gotûbêjkirin, wê di 25ê Sibatê de dest pê bike.
Hat ragihandin ku komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê ku ji 7 kesan pêk tê, di hefteya dawî de bi nêzî 4 hezar kesî re der barê ragihandina destûra nû, çarçoveya aborî û plana yasaya çaksaziyê de şêwirîn pêk anîn.
Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê Hesen Dugaym îro 16ê Sibatê ji K24ê re axiviye û gotiye, “Kurd ku civakeke xwecihî û girîng a Sûriyê ne, wê beşeke girîng a kongreyê bin. Kongreya me ne kongreyeke leşkerî û mezhebî ye, kongreyeke sivîl û netewî ye, lewma nûnertiya her kesî dike.”
Dugaym got ku Kurd, Tirkmen, Ereb, Misilman, Elewiyên Şîe, Durzî û welatparêzên ku dikarin berjewendiyên Sûriyeyê biparêzin wê beşdarî kongreyê bibin û diyar kir ku mijarên wekî ewlekariya welatiyên Sûriyeyê, paşeroja Sûriyeyê, yekitî û yekparebûna axa Sûriyeyê, serweriya welat û xizmetguzariyên li Sûriyeyê wê di kongreyê de bên nîqaşkirin ya kongreyê.”
“Hemû Kurdên li vir xwedî heman nasname ne. Tu ferqa Kurdên Êzîdî û Kurdên Misliman tune ye. Ew ji vî welatî hez dikin. Li vir Kurd nûnertiya Ereban dikin û Ereb jî nûnertiya wan dikin.” Duğaym da zanîn ku heta niha bi partî û rêveberên Kurd re hevdîtin pêk neanîne.
Berdevk Dugaym got, “Divê welatên rojavayî mueyîdeyên ku li ser Sûriyeyê sepandine rakin, da ku em xizmetê ji welatiyên xwe re bikin, ewlehiya xwe ya navxweyî misoger bikin û Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.”
Derbarê darvekirina wan kesên ku ligel rêjîma Esed hatiye hilweşandin, Berdevk Hesen Dugaym got, “Yek ji armanca me di kongreyê de dadmendî ye, lewma divê ev kes mafên xwe werbigirin û dadwerî were peydakirin.” (PK)