Dîlemaya paşeroja Îran li qelafa alozîya niha de

 

N. Kawe Ahengerî

W. Hesen Mukerem

Pizîşkiyan wek serkomarê rêjîma Îslamî ya Îranê hate diyarîkirin û destpêka karê navbirî jî bi tîrora Îsmaîl Heniye, serokê deftera siyasî yê Hamas li Tehran, hat şîrînkirin. Aloziyên li Rojhilata Navîn gelek zêde dibin û welatên mezin hêz xwe bi şereke cîhanî re rû bi rû dibînin. Di vê kûrte nivîsê de dixwazim rewşa îro û pêşeroja Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî bidim binirxînim.

Gava Rûsyê êrîşî li ser Ukraynê kir, gelek kes (yek ji wan Pûtîn) wisa digotin ku di navbera demeke kurt de artêşa Rûsya dewleta Ukraynê dagir dike, Lê belê berxwedan û xweparastina gelê Ukraynê û serokên siyasî yê wê dewletê û piştgiriyên Rojavayê nehiştin ku vê hêvîya Putinê pêk were. Şer weke qurbaniyeke mezin bo her du aliyan, heta niha berdewam e û her çend Ukraynê nikarîbû Rûsya bi temamî bişkêne lê Rûsya jî nehat ku bi temamî bi serkeftinê were.

Her ev dema ku Macron, serkomarê Firansayê, bi nirxandin û agahiyan ragihand ku pîlan nîşan didin ku vê şer gelek dirêj bibe. Heta niha şer li Ukraynê berdewam e ku têrorîstên Hamas bi êrîşa bo li ser fistîvaleke hunerî û kultûrî li Îsraîlê re karesateke mirovî li 7ê Cotmeha sala derbasbûyî de afrandin. Gelek ciwan û jin û zilam hatin kuştin û hejmareke mezin jin û zarok jî bi zoorê êxsîr kirin û bi xwe re birin Xezê. Ev yeka bû sebeb ku artêşa Îsraîlê bi êrîşeke berfireh û dirêjxistî bo li ser Xezê kir û têkoşînek mezin lidarxist da ku vê herêmê ji hêzên Hamas bistîne. Di nav şer de, gelek jin û zarok hatin kuştin û xelkê sivîl jî jiyana xwe ji dest dan.

Şerê di navbera Îsraîl û Hamas de ne tenê wekî şerê du aliyên bi navên artêşa Îsraîl û Hamas tê naskirin, lê di rastî de daxwaziyên rast û ne rast ên Komara Îslamî, Tirkiye, Qeter, dewletên Rojavayê bi giştî û Amerîkayê bi taybetî, Rûsya, Erebistana Seûdî û gelek aliyên din ên girêdayî vê şerî hene. Ji ber vê, bo pêşniyara vê şerî hewce ye ku ziyan û berpirsiyariya gelek aliyên berçav were girtin.

 

Piştgiriyên haşanekirî yên Komara Îslamî ji girûpên têrorîst weke Hamas, Hizbullah û… hwd ku hemû Îsraîl wekî dijmin nas dikin û di rastî de ji bo dijberiya Îsraîlê hatine afirandin, û Komara Îslamî li asta taybet ve girêdayî vî şerî kiriye. Banga serokê yekem a Hamas ji bo merasima “tahilîf” yê Mesûd Pizîşkiyan li Têhranê û kuştina di li cihê bêhnvedana wî de Xaminey û rejîma wî gelek zêdetir li berê tevlî kûrahiya şer kir. Niha  Xaminey yek ji mirovên herî nêzîk û hevalbendê wî ku mêvanê wî jî bûye li kêlega wî hatiye kuştin. Ev yeka hem ji aliyê siyasî û hem jî aliyê hêsiyetî ve bo Xamineyî pir giran tewav bûye.

Krîzên han pêsîra hukûmeta Îranê girtin e û roj bi roj aloztir dibin û dûkela vê rewşê jî diçe nav çavê xelkê Îranê û bi taybet jî gelê Kurd.

Lêbelê, Kurdistan ji ber mîratê şer û xebatên komelî û peywendiyên hezên siyasî û partidariyan, hêsantir ji parçeyên din yê Îranê ji bo hikûmeta ye û vê yekê metirsî û tolhidanê zêde dike. Di demên borî de me dît ku hikûmet li hemû herêmekî û hemberî her kesekî de nekariye berxwedanê bike, di dawiyê de kerb û kîna xwe bi ser Kurdan bi taybetî jî partiyên Rojhilat rijandiye.

Niha di vê rewşê de wisa gelek pirsên girîng hene: Gelo kengî partîyên Kurdî ji çar parçên Kurdistanê dê hevalbendyekê bi bihevre çê bikin? Heke şer tê Rojhilata Navîn, pêwîst e ku hêza Pêşmerge ji bo parastina xak û gelê xwe hebe? Rojhilatê Kurdistan wekî parçeyên din yê Kurdistanê hebe hêzên neteweyî û herêmeke ji bo biryaran? Kengî partîyên Rojhilat bi giştî û Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê bi taybetî, dê şerên çarenivîsê dest pê bike?

Di rastiya rewşa şerî de, em wekî Kurdan alîkerî û hevaltiya bi berpirsiyariya me ji aliyê şerê çi ye, dîdemokrasiya Rojavayê an otorîteriya Rojhilatê? Çawa em bi opozîsyona Komara Îslamî ve têkildar bibin û têkiliyên xwe wekî hevçav bi xwe daxin? Û gelek pirsên din ên pêwîst ku bi zûyî wergirtin.

Di dawiyê de ez bawer im ku vê alozî û şer her çend li Rojhilat xweş nebe û kuştin û nebûna ewlekariyê li peye, lê her rastî ye ku vê rewş û krîz bi gelek derfetan bo Kurdan bên afirandin. Lê di bin wergirtina pirsan de dikarin wê rewşê bo erd û gel bidin alîkî.

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *