Tora Medyayî ya Rûdawê bi serokên giştî yên çar partiyên Kurdan re li ser stratejiyên wan ên hilbijartinên şaredariyan axivî.
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan û Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji Rûdawê re behsa stratejiyên partiyên xwe yên hilbijartinên şaredariyan kir.
Bayram Bozyel
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak da zanîn ku PSKyê bi DEM Partiyê re tifaq kiriye ji Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel pirsî, “Divê Kurd çi bikin?”
Bayram Bozyel bi gotinên “Divê stratejiya me ya hilbijartinan karibe bersivê bide rewşa Kurdan a heyî” û berdewam kir:
“Ev bûne deh sal ku Kurd ji aliyên siyasî, derûnî û civakî ve bê navber bûne armanca êrişên dewletê.
Di heqê gelek partiyan de dozên girtinê hatine vekirin, bi sedan bajarên Kurdistanê bi destên qeyûman tên îdarekirin û îradeya gelê Kurd hatiye binpêkirin.
Her roj bi hinceta PKKyê kadroyên Kurdan tên girtin û Kurd ji her aliyî ve di binê zextan de ne.
Kurd ev deh sal in li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê bûne armanca tifaqeke nijadperest.
“Em dikarin nexşeya Kurdistanê destnîşan bikin”
Divê em siyasetê bimeşînin ku bibe bersiva vê pêvajoyê.
Eger em Kurd tifaqeke mezin ava bikin em dikarin destkeftiyên mezin bistînin. Em dikarin bajarên ku di destên qeyûman de ne ji wan bistînin, em dikarin bajarên di destên pergalê de (pergala dewletê) ji wan bistînin.
Em dikarin bi vê hilbijartinê nexşeya Kurdistanê destnîşan bikin.
Em dikarin bersiva van hêzên koalîsyona nijadperset bidin ku li dijî Kurdayetiyê bûne yek, em dikarin bibin çavkaniya moral a gelê Kurd çimkî Kurdan piştî şerê xendekan derbeyek mezin xwar.”
Maşallah Dekak diyar kir ku gelek Kurd ji ber tirsa ku dê dîsa qeyûm dest deynin ser şaredariyên Kurdan neçin ser sindoqan û pirsî, “Rêyek tune ku Kurd van qeyûman rakin û careke din neyên?”
Bayram Bozyel, da zanîn ku ev yek bi rêya “tifaqê” û destînşankirina namzedên ku “demxeya terorê” li ser wan nîne were kirin û berdewam kir.
“Ne hewce ye ku Kurd bibin aliyê blokên Tirkan. Me jî dixwest ev desthilat here lê îro xuya ye ku ev desthilat çar salên din jî dê li ser hukim be. Wê demê ne hewce ye em bibin aliyê tifaqa wan.
Divê em nebin aliyê wan blokan da ku yek ji wan me neke hedef.”
Maşallah Dekak mînaka HUDA PARê bi bîr anî ji ji Bozyel pirsî, “Kurd nikarin ji desthilatê sûdê wergirin.”
Bayram Bozyel daxuyand ku “Mînaka HUDA Parê ne mînakeke pozîtîf e” û got:
“Em nikarin modeleke wekî ya HUDA PARê pêk bînin. Em dikarin şexsiyeta xwe biparêzin û rengê Kurdan biparêzin.
Em dikarin bi vî rengî hem bi desthilatê re û hem bi mixalefetê re diyalogê bidomînin.
Lazim e Kurd di hilbijartinan de rengê xwe, nexşeya Kurdistanê derxin holê û li aliyê Tirkan jî giraniya xwe derxin holê.
Em dikarin ji bo rewş normal bibe hem bi desthilatê re û hem bi mixalefetê re bidin û bistînin.”
Sînan Çîftyurek
Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurekê ku di heman demê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê ye jî li ser stratejiya dem partiyê axivî.
Çîftyurek, pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak a “Stratejiya DEM Partiyê dê çi be, gelo dê li Stenbolê namzedekî nîşan bidin, gelo dê wekî berê bi CHPyê re tifaqê bikin an dê xwe nêzîkî desthilatê bikin an jî dê rêyek sêyem hilbijêrin?” wiha bersivand:
“Ez nikarim li ser navê DEM Partiyê biaxivim çimkî ez ne di nava rêveberiya wê de me lê ez dikarim li ser ‘Divê çi were kirin’ê biaxivim.
Hilbijartina 2024an ji bo dewletê û ji bo siyaseta Kurdan jî gelekî girîng e çimkî ketanên wê derveyî û hundirî yên nû hene.
Cikava Kurd a 2024an çaran, ne civaka 2019 ne jî ya 2014an û ne jî ya berêtir e.
Bajarên me mezib nebûn, bi koçê werimîn. Bi rêya înternetê pêwendiya bajarên me bi cîhanê re çêbû.
“Ciwanên me hîn nebûne welatiyên Kurdistanê lê bûn welatiyên cîhanê”
Qeyrana aborî heye û Kurd li her du parçeyên ku statuya wan heye di bin metirsiyeke gelekî mezin de ne. Ji ber van sedeman hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê girîng in.”
Sînan Çîfyuret li ser pirsa Maşallah Dekak a bi rengê “Divê Kurd çi bikin?” jî wiha axivî:
“Divê Kurd rêya sêyem bidin ber xwe. Ne divê alîkariyê bidin ampûl (AK Partî) û ne jî alîkariyê bidin CHPyê.
Jixwe DEM Partî dê li Kurdistanê bi serê xwe bikeve hilbijartinan û divê bi taybetî DEM Partî li metropolên Tirkiyeyê jî bi serê xwe bikeve hilbijartinan.
Pêşniyara min ev e: Heke partiyên Kurdan karibin bi hev re tifaqê bikin bila bi hev re bikin heke nikaribin jî bila bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Bila bi CHP û AKPyê re teq tifaqê nekin.
Kerkûkê tiştek nîşanî me da. Eger partiyên Kurdan bi hev re biketana hilbijartinan dê herî kêm 11 an 12 kursî bistanda lê hemû bi serê xwe ketin hilbijartinan û partiyên me winda kir.
Li Bakurê Kurdistanê demeke dirêj e dengê Kurdan bi taybetî jî dengê DEM Partiyê kêm bûye.
Hinek alîgirên DEM Partiyê jê sar bûne, yan dê careke din lê vegerin an jî dê jê sar bibin û jê veqetin.
Heke ev veqetin ne tenê ji bo DEM Partiyê lê ji bo tevê siyaseta Kurdan astengeke mezin e. Ji bo vê em dibêjin: Îtifaq, îtifaq, îtifaq.
Em bangî DEM Partiyê û hemû partiyên din dikin: Em bi yek dengê têkevin hilbijartinê.”
Duzgun Kaplan
Maşallah Dekak bi bîr anî ku dê HAK-PAR jî beşdarî hilbijarinan bibe û ji Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan pirsî, “Divê Kurd çi bikin?”
“Kurdan di dîroka xwe de ji bo mafên Kurdan ên neteweyî siyaset nekiriye”
Duzgun Kaplan da zanîn ku divê pirsa “Kurdan heta niha çi kiriye” were kirin û pê de çû.
“Kurdan di dîroka xwe de ji bo mafên Kurdan ên neteweyî siyaset nekiriye. Kurdan destpêka komarê jî (Komara Tirkiyeyê), demên dawiyên yên Osmaniyan jî û di sed salên komarê de jî siyaseteke azadane nekiriye.
Kurd çûne wan alîkariya Kemslîstan kiriye, alîkariya Evdilhemîd kiriye, alîkariya Partiya Demokrat kiriye, alîkariya Ecevît kiriye lê wan ji bo xwe siyasetek nekiriye û hîn jî nakin.
Vê carê jî dibêjin tu aliyê Tifaqa Cumhurê yî yan ê Tifaqa Miletê.
Kurdan siyaseteke ku mafên Kurdan diparêze nekiriye.”
Duzgun Kaplan anî zimên ku “DEM Partî 40 sal in ku polîtikayên şaş dimeşîne”, “van tiştan bi zanebûn dike”, “dê van polîtîkayan hîn jî bike” û berdewam kir:
“Temsîliyeteke Kurd lazim e. Kurd ne mecbûr in tevî şerê navxweyî yên Tirkan bibin. Niha jî DEM partî mafên Kurdan entegreyî sîstemê dike.
“Di siyaseta Tirkiyeyê de hewceyî bi tifaqeke Kurdistanî heye”
Dive xeteke sêyemîn ku xeteke neteweyî ye ava bibe. Di siyaseta Tirkiyeyê de hewceyî bi tifaqeke Kurdistanî heye. Ev valahî heye.
Em bi DEM Partiyê re tifaqê nakin. Çima Kurd li dora DEM Partiyê diçin û tên? Ma li vî parçeyî alternatîvek ne lazim e? Ma ne lazim e ku ji Kurdistanê jî dengekî nû derkeve? Divê em ne li ser guhertina DEM Partiyê lê li ser alternatîveke nû biaxivin?”
Maşallah Dekak, piştî van îfadeyên Duzgun Kaplan bi bîr anî ku HAK-PARê tenê 45 hezar deng standine û jê pirsî, “Çima Kurd we wekî partiyeke alternatîv nabînin?”
Kaplan li ser vê pirsê got, “Dibînin! 42 hezar 500 deng, rayên fermî ne. Heke hûn dibêjin ev rayên rast ên HAK-PARê ne, wê demê Tirkiye dewleteke demokrat e.
Ev ray ne rayên me yên rastî ne û hilbijartin di şertên wekhev de nayên kirin.
Di sîstema serokiyê de qîmetê parlamentoyê nemaye lê divê ji bo şaredariyan ji bilî DEM Partî, CHP, AK Partî û ÎYÎ Partiyê divê modeleke nû Kurdistanî were avakirin.”
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk pirsa “Modeleke nû ya Kurdistanî çiye, divê Kurd çi bikin?” bi vî rengî bersivand:
“Cihê xemê ye ku tifaqa Kurdan tenê dema hilbijartinan tê rojevê, bi awayekî tifaqek çêdibe û heta hilbijartineke din jî ne kes merhebayê dide hevdû û ne ew tifaq li holê dimîne.
Divê ewil em vê tesbîtê bikin. Hilbijartin li Tirkiye Kurdistanê çêdibin, Kurdistan welatekî bindest e. Hebûna wî û zimanê wî nayên qebûlkirin.
Li Bakurê Kurdistanê bi salan e bi sedsalan e têkoşîneke ji bo azadiyê tê meşandin. Divê hilbijartin jî beşek ji vê meseleyê bin.
“Divê em li ser prensîbên Kurdistanê tifaqa xwe çêbikin”
Divê ewila ewil em li xwe vegerin. Divê aliyên milî, demokrat û Kurdistanî di nava xwe de tifaqa xwe ava bikin. Tifaqeke mayînde û stratejîk. Divê em li ser prensîbên Kurdistanê tifaqa xwe çêbikin.
Heke tifaqa Kurdistanî ava bû em wê demê dikarin ji bo hilbijartinekê, ji bo daxwazên lezgîn ên gelê Kurd helwestên rojane û lezgîn jî biaxivin.”
Maşallah Dekak, piştî van daxuyaniyên Ozçelîk jê pirsî, “Hûn hemû behsa yekîtiyê dikin. Ê hûn çima nabin yek? Hûn çima tifaqekê ava nakin?”
Ozçelîk bi bîr xist ku wan beriya hilbijartinên 2018an tifaqek ava kiriye û got:
“Wê demê HDPyê jî got, ‘Temam, em hazir in.’ Em pê re rûniştin û me li ser şeş xalan li hev kir. Şeş xalên ku daxwazên Kurdan ên esasî bûn.
Me deklarasyon ama kir lê hîn me ew ji raya giştî re eşkere nekiribû HDP rabû wê got, ‘Ez dê deklarasyona xwe eşkere bikim’ û deklarasyon tune hesiband. Me jî şerm e, hûn hemû xebatan tune dihesibînin.”
Dekak piştî van axaftinan got, “Hûn ên mayî li derveyî HDPyê jî li hev nakin.”
Mustafa Ozçelîk wekî bersiva Dekak, destnîşan kir ku wan prensîbên xwe destnîşan kirine û hazir in bi her aliyê ku van prensîban qebûl bikin re tifaqê bikin.
Ozçelîk diyar kir ku HDPyê piştre xwestiye ji bo hilbijartinên şaredariyan bi wan re tifaqê bike lê wan ji ber helwesta wê ya berê gotiye, “Hûn baweriyê nadin û em bi we re tifaqê nakin.”
Mustafa Ozçelîk bi bîr xist ku ew hewlên xwe yên ji bo tifaqekê û mafên Kurdan didomînin û wiha bang kir:
“Werin em dezgehên sivîl, partiyên siyasî û kesayetên qebûlbar li her bajarî platforman ava bikin û bila em bi rêya wan platforman namzedên xwe jî tesbît bikin û em bajarên xwe bixwe îdare bikin.
Ev siyaseteke nû ye, ji delva ku em herin ber deriyên hinekan, ev siyaset meqûltir e.”
Rûdaw