Di derbarê kuştina Hekîm Luqman ê ku li Tirkiyê hat kuştin de lêkolîn tê kirin

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê îro 01.09.2024 li ser kuştina welatiyekî Kurd ê xelkê Kelekçiyê peyamek parve kir û tê de got, “Bi mixabinî ve me nûçeya kuştina welatiyekî Herêma Kurdistanê bi navê Hekîm Luqman li bajarê Stenbolê yêTirkiyêbihîst, ku xelkê nahyeya Kelekçiyê ya parêzgeha Dihokê ye.”

Wê desteyê herwesa ragehand, “Li gor gotinên kesûkarên wî, tenê ji ber ku bi Kurdî axiftiye ji aliyê çend kesan ve li kafteryayeke bajarê Stenbolê yêTirkiyêêrîşî wî welatî hatiye kirin.” Herwesa got, “Wê nûçeyê hemî nîgeran kirin û pêşhateke xirab e ji bo welatekî mezin ê wekî Tirkiyeyê, ku wekî welatekî geştyariyê tê naskirin û her sal bi hezaran welatî ji bo geştan û bazirganiyê serdana wî welatî dikin. Ji bo Herêma Kurdistanê jî, Tirkiye welatekî giring û cîran e.”

Tevî şermezarkirina kuştina wî welatî, desteya navbirî amaje jî da ku bi rêya KonsulxaneyaTirkiyêli Herêma Kurdistanê û bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên diplomasî yên navbera her du aliyan daxwazê dikin ku, HikûmetaTirkiyêlêkolînê li ser wê rûdanê bike û tometbaran bibîne û bide dadgehê û herwesa bigehîne sizayên wan ên qanûnî. Tevî wê jî, rêkarên pêdivî ji bo parastina geştyar û serdankeran bi cih bîne.

Sê welatiyên xelkê nahyeya Kelekçiyê ya parêzgeha Duhokê li serê sibeha îro (Yekşem, 01.09.2024) bi çend kesan re li ber deriyê hotela Zûrîçê ya Stenbolê bi şer çûn û yek ji wan bi çeqokê hat kuştin.

Navê wî welatiyê Kelekçiyê yê ku di wî şerî de hat kuştin Hekîm Luqman e, karê bazirganiya erebeyan dike, jiyê wî nêzî 45 salan e û babê sê zarokan e.

Her di wî şerî de, bira û pismamekî Hekîm bi çeqokan hatine birîndarkirin, paşî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin û paştir hatine berdan, lê bikujê Hekîm û yên ku bi wî re bûn revîn û heta niha nehatine desteserkirin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *