Di çîrokên gelêrî de hin peyv, komepeyv û biwêjên kêmnas

Her wekî me berê jî gelek caran bal kişandiye serê, zargotina kurdî ji aliyê qalib, şayes, şibandin, biwêj û peyvên kêmnas ve deryayek, her wiha di berhemên zargotinî de hinek formên rêzimanî jî bi awayekî resen hatine parastin. Gelek peyv û formên zimanî bi awayekî fosîlîzebûyî hatine parastin. Ji ber ku ew formên jiberkirî ne, ew form bi tenê di vegotina wan berheman de têne bikaranîn. Pirî caran axaftina rojane ya bêjerên van berheman ji zimanê van berheman gelekî dûr e. Di zimanê bêjeran de peyv û formên zimanê biyanî mişe ne, lê belê di vegotina van berheman de wan form û peyvan pir kêm bi kar tînin, li şûna wan, hinek peyv û qalibên ji ber kirine bi kar tînin û pirî caran ew bi xwe jî bi wateya wan nizanin.

Me berê hinek qalib û şayesên di stran û klaman de pêşkêş kiribûn, niha em dixwazin çend peyv û komepeyv, biwêjên di çîrokên de gelêrî de pêşkêş bikin. Ji bo vê yekê em ê berhema Heciyê Cindî ya bi navê “Hikyatêd Cimeta Kurda[1]” bingeh bigirin. Ev berhem ji 231 rûpelan pêk tê, ji hêla Çerkezê Reş ve hatiye redaktekirin, karê tîprêzî, rûpelsaziyê jî bi destê Frîda Jewarî hatiye kirin. Di berhemên de 80 çîrokên gelêrî cih digirin. 

Ji ber ku em ê karê berhevkariyê nekin, me di dirûvê peyv û hevokan de hinek guhartinên li gorî zimanê nivîskî yê nûjen pêk anîn. Bo nimûne di devokên kurdên Serhedê de pêşdaçek nayê bikaranîn, her wiha di rastnivîsa kurdên Sovyetê de jî paşdaçek bi navdêrê ve hatine nivîsandin, me ew tiştan guhartin. Her wiha di kurmanciya herêma Serhedê de hinek guherînên dengan ên rêzikî hene, bo nimûne dengê /b/ di gelek peyvan de cihê xwe ji dengê /v/ re hiştiye anku dibe>dive û hwd.

-Mêrik nihêrî boş e, serî bi jinikê ra nayê kutanê: Nikare ji jinikê re li hev bike, serederiyê bike.

-bejinbihost: kesên kinik, cuce.

-Periyê şirît dahiştê, ew derxist: bera jêr dan. Di mînakeke din de îcar forma dema niha ya vê lêkerê hatiye bikaranîn. Ew zincîrê tîne, Elo dadihêle.Lêkera hiştin di dema niha de bi forma “hêlan” derdikeve pêşberî mirov.

-destek kinc: qatek kinc

-Hetanî wî çaxî ewana xwe ra tev dijîtin: Ev hevok nîşan dide ku forma kevnare ya lêkeran jiyanê ji(n)tîn e.)

-Dest-piyê mêrik girê didin, şiva germaşivê rind dikutin. Di vê hevokê çend tiştên balkêş hene, serê pêşîn peyva germaşiv balkêş e, xuya ye ku şiveke taybet e, wisa xuya ye ku  ji bo cezakirina mirovan hatiye bikaranîn. Cînavka lihevxistî “pê” jî çewt hatiye bikaranîn, ji ber ku cînavk li şûna navdêrê tên bikaranîn, li vê derê tevî navdêrê hatiye bikaranîn, her wiha lêkera “kutan” jî bi wateya lê dan/ lê xistinê hatiye bikaranîn. Bi kurtasî bi şiva germaşivê li mêrik didin/dixin.

-Jinik kelbîn (bi) pey mêvan dikeve. Peyva “kelbîn” peyveke kêmnas e, kel+bîn bi wateya kelecanê ye, “bîn” anku “bêhn” û henase ye.

-Jinik, ese medê min diçu helîsê, lê te çavê min tê da hişt: Çavê yekî di tiştekî hiştin, biwêjek e.

-Êvarî pîrê qurbana hazira dibe: Ev qalib ji kesên ne qenc ên ku dimirin tê bikaranîn.

-Heger tu hatî kuştin bra ez jî bêm kuştin, bê bira çiman im? Ev çima bi wateya ji çi ra me, çima ez bimînim hatiye bikaranîn.

-Na apor, qezyake mezin (li) min qewimiye, hergê tu dikarî komekê bide min da: Di vê hevokê de “komek” bi wateya alîkarî hatiye bikaranîn, di farisî de jî bi heman wateyê tê bikaranîn.

-Dibe agir bi xwe dikeve anku pir hêrs dibe, nizane çi bike.

-Birayê biçûk (di) ber dil da tê, dibêje, sebir bike, mala Xwedê bi sebirê ava ye: Di ber dilê yekî dan, dilê yekî xweş kirin biwêj e, “Mala Xwedê bi sebirê ava ye” jî gotina pêşiyan e.

-Roj şîrin dibe anku roj hiltê dinyayê germ dike.

-Lê lê bû xwe bikuşta anku hindik mabû / tu nemabû…

-Tu naka tenê yî, huba te (ji) zû da firiye dilê min: Evîna te ketiye dilê min.

-Dinhêre va horîk, staxula rûniştiye ber temnê, teminê çê dike. Di vê hevokê de tiştê balkêş peyva “temn”, her wekî ji hevokê tê fehmkirin peyva“tevn” e. Pevguherîna dengên /m/ û /v/ diyardeyeke balkêş a fonolojîk e.

-Gava Xezal çav bi xanimê û cariyêd wê dikeve, bi ber wan va radibe, ji wan ra postê piling û kurebeşka datîne: Her wekî tê zanîn postê hinek ajalan wekî raxer hatiye bikaranîn, li vê derê raxistina postê kurebeşkan balkêş e.

-Ez bona we hatime, gunê min (bi) rehmetiyê bavê we tê, bira dûyê wî vênese: Ev jî biwêjek e, bila agirê kuçka wî venemire.

-Dil û dînê min ber hev neda: Dil û dînê min qebûl nekir.

-Ewana serê wezîr bi cenimê şa dikin: Serê yekî bi cehenemê şa kirin ji bo kuştina kesên pîs û kirêt tê bikaranîn.

-Herge tu serê xwe bi min ra têkî yek: Serê xwe bi yekî ra kirin yek: Ji bo jinan tê bikaranîn, bi wateya bi yekî ra razanê bi kar tê.

-Cimet gişik bûbû risas: Civat giş di cihê xwe de hişk bûye, mîna risasê.

-Wezîr ruhê wî kişyabû li kêleka padişê: Wezîr ji tirsa miriye.

-Erê tu Peyaleyî, bavê min timê payê te dide, ça xortekî aqil: Paye li vê derê ji bo pesnê hatiye bikaranîn.

-Di cihê xwe da ker be anku bêdeng be.

-Ewana hetanî soreborê sivê ajotin, soreborê sivê ra dengê kelba wan tesele bû: Berbanga sibê.

-Dilê Peyale hinekî baristan bû: Dilê wî hinekî qewî bû, kete cih.

-Ez serşoya wê. (Kesê/a ku serê yekî/ê dişo)

-Hermûşî: hevrişmî, herîrî

-Xwe (li) xamî avêt: Xwe li xamiyê/ nezaniyê danî.

-Xwê kirine birînê wan: Ev ceza di gelek çîrokan de heye, ji bo azardanê pêk tê.

-Xûşka wî jî dike qazvanok: Kesa/ê diçe ber qazan.

-Birayê te bi bayê birûskê tê: Pir bi lez tê.

-Merivêd Ferat kereker rabûn solêd xwe kirin pê… (kereker: bêdeng)

-Ez sura ra pakuste me, heta mirinê gilî ji devê min dernayê. (hosteyeke pak, baş)

-Senemê morya xewê avête guhê wî: Ev qalib di gelek çîrokan de derbas dibe. Dema dixwazin yekî/ê bikin xewê, morîka xewê dixin guhê wî/wê).

-Jintî: jina tî, cawî

-Şerê tekmerîtî: şerê yekeyek

-Çavronkayî: Xebera xweş, mizgînî

-Kerem bikin, nîn Di hevokê de tiştê balkêş tewang peyva “nan” e, ev peyv di gelek devokan de dibe “nên”, di kêm devokên kurmancî de /a/ û /e/ dibin /î/. Mînakên mîna gavîn, xulîm jî di vê berhemê de hene.

-Lê ew posîde hate mala xwe: Peyva posîde bi gelemperî bi wateya bifikar û xemgîn tê bikaranîn. Hinek bi wateya hizirîn û fikirînê bi kar tînin, ev yek ne rast e.

-Mîrzemehmed apincî hilda: kurk

-Dûrgar ewana gişk qir kirin, yê sax ew bûn, ji mala xwe nehatibûn: Ev jî qalibekî çîrokên gelêrî ye, cureyeke pirolekirina rewşê ye.

-Pariyê ewilîn dibe pişîkê, pişîk pê ra pêra (h)işk dibe: Hişk bûn bi wateya mirinê hatiye bikaranîn.

-Were mala min dabêre, bîna min bê te dernayê, rabe derê ser belexanê, ez te ji dûr va bibînim, bira bîna min derê: Ev peyv bi wateya cihê bilind hatiye bikaranîn, îro “balaxane”bi wateya towera îngilîzî, “gökdelen”a tirkî tê bikaranîn.

Her wekî ji van çend nimûneyên ku me pêşkêş kirin jî xuya dibe, di zargotina kurdî gelek peyv, komepeyv û biwêj hene ku dişên hêza derbirîna zimanê nivîskî xurt bikin. Lewre jî pêwîst e zimannas ji aliyê xwe ve, ferhengnas ji aliyê xwe ve, wêjekar ji aliyê xwe ve li van berheman vegerin û form û qalibên jê re pêwîst berhev bikin û li ser xebatên zanistî bikin, wan ji nû ve kargîn bikin.

Çavkanî:

[1] Cindî, H. (2005). Hikyatêd Cimeta Kurda. Weşanxana Asoxîk, Yêrêvan.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Sami Tan

gd

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *