Destpêkek nû, tekoşînek bi amatorî

Nûrî Çelîk

Kurd bi giştî û em Kurdên Bakur jî bi taybetî di nav bohran û sergêjîyek siyasî de ne. Ji ber asasê siyaset û dîplomasîyê aborî ye, bêguman em di nav bohranek aborî jî de ne. Bohran û sergêjîya siyasî û aborî bi xwe re têkçûna hest û hişmendîya netewî jî tîne hemû lebatên ku xizmeta netew û netewperestîya Kurdî dikin berteref dike. Bi vî haweyî, bi têkçûn û lawazbûna hest û hişmendîya netewî mirov xwe wek beşek ji dagîrkerên xwe dibîne û dibe evîndarê nirx û her tiştên celadê xwe.

Berî 80î û heta piştî salên 90 î, xebat û tekoşînek bi amatorî hebû. Gava ez dibêjim amatorî, qesta min ji kesayetîyek pakij, bahwermendîyek zelal û xurt, hest û hişmendîyek Kurd û Kurdistanî, fedakarîyek bê berjewendî, bahwerî û cesaretek bê sînor, pêbahwerî û hevaltîyek di ser asta bratîyê re, û gelek nirxên din yên pîroz hebûn. Yanî, erê belkî em di siyasetê de amator û xeşîm bûn jî, lê hest ûramanên me, liv û tevgera me, rabûn û rûniştina me, daxwaz û armancên me Kurdî bûn, Kurdayetî bûn, Kurdistanî bûn. Aha tiştê ku îro ji me kêm bûye û ji nan û avê zêdetir pêwistîya me pê heye, ev in. Kurd, Kurdî, Kurdistan!

Wilo dixuye ku di bohran û sergêjîya siyasî ya îro de, bi vê rewşê, bi van hêz û partîyên heyî, bi van kadir û rêvebirên axirzemanan, bi vê hest û hişmendîya ezezî û partîtîyê, emê negihên cîhekî. Ji xwe yek ji xurtbûn û xurtkirina siyaseta dewletê û taşeronên wê jî, rewşa van hêz û partîyan (heger birastî hêz û partî bin), nesiyaseta van kadir û rêvebirên axirzemanan e. Evên ku ez bi giştî behsa wan dikim, ji siyaseta amatorî û pakij dûr ketin û derbasî asta siyaseta profesyonel (yanî simsarîya siyasetê) bûn. Ew amatorîya ku ez jê re dibêjim pakijî, fedakarî, bahwerî, daxwaz û armancên zelal, Kurd, Kurdî, Kurdistanî û wekî din, cîhê xwe ji dek û dolabên Alî Osmanî, ji siyaseta bi wesayet û îcazet, ji ezezî û partîtîyê û ji xizmeta siyaseta dewletê û taşeronên wê re hişt. Ji ber vê yekê, ji me Kurdên Bakur re bê qeyd û şert, zû û ne dereng, guhertinek lazim e. Guhertinek siyasî, wek demên berê guhertinek bi amatorî û destpêkek nû, destpêkek ji sifirê.

Min gelek caran nivîsand. Em evên ku axirzemanî ne û ji nexweşîyên xwe yên siyasî û bi taybet jî ji nexweşîyên xwe yên derûnî pak û rewan nebûne, evên ku nikarin 50 kesî bînin ser hev û derxin kolanan, evên ku salonên hotêlan kirine qada siyaseta xwe, berî mirinekê divê erka xwe ya welatperwerîyê bi cîh bînin û xwe ji sûc û gunehan dawşînin. Madem ku hûn xwe ne wek partîyên welatekî bindest lê wek partîyên welatekî serbixwe û serdest dibînin, madem ku hûn dibêjin êzingên min û barê kerê min, madem ku hûn nikarin berjewendîyên xwe yên partîtîyê bikin bi qurbana berjewendîyên netewî, ji kerema xwe rojeva Kurdan aloz û girikî nekin, bi hêvî û xeyalên Kurdan nelîzin ji guhertin û gavên nû re nebin asteng.

Guhertinek şert e, pêwist e. Guhertin ji bo pêşketin û pêşeroja civaka Kurdên Bakur pêwîstîyek hebûn û tunebûnê ye. Ev jî helbet bi kes û sîmayên nû, bi kadroyên wêrek û feraset, bi akademîsyen û bîrewerên civakê, bi siyaset û tevgerek nû, bi plan û projeyên maqûl, bi hest û hişmendîyek teze, bi xwebahwerî û bi taybet jî bi xort û ciwanên çalak gengaz e. Ji ber vê, hewldanên ku tevgera Destpêka Nû dike û dixwaze di vê pêvajoya aloz û girîkî de rê û destpêkek nû ji Kurdên Bakur re bibîne, girîng e.

Wek min li jor jî got, heke Destpêka Nû dixwaze di vê hewldan û gava xwe de bi ser bikeve, divê wek salên 80î û berî wê, bi amatorî dest pê bike. Yanî, berî her tiştî divê bi xwe bahwer be. Piştre divê pişta xwe bi kesî ve girê nede, ne di bin wesayet û îcazeta tu alîyekî de be. Divê bi mejîyekî zelal, bi hestek netewî, bi plan û projeyên maqûl û nêzîk û dûr, bi rêheval û alîgirên nû, bîrewer û fedakar, bi cesaret û feraset dest derkeve rê. Divê berjewendîyên miletê Kurd bidin pêşîya her tiştî. Zêde nekevin nav nîqaş û gengeşîyên dûrî berjewendîyên miletê Kurd û enerjîya xwe lê serf nekin. Divê dost û dijminê xwe baş ji hev derxe û nas bike. Neyartîya dostê xwe û dostanîya dijminê xwe neke. Xwedî îrade û di siyaseta xwe de rastgo û zelal be. Bi gotinên xweş û çîrokên bratîyê nexape û nexapîne. Bi aqlêselîm tev bigere, derfetan biafirîne û li ser lingên xwe bisekine. Ne bi aqil û şîretên kesên din lê bi aqil û biryarên xwe bifikire û siyasetê bike. Û bi dehan tiştên din.

Werhasilî kelam, guhertinek nû pêwist e, Destpêkek Nû ferz e. Û li pişt vê Destpêka Nû jî bêguman aqilekî kûr û dezgehek rûspîyan jî pêwist e. Dezgehek ku hem aqilmend û şêwirmend be, hem jî şopgêr û parêzer be. Çawa ku dê û bav sîwana ser serê zarokên xwe ne, sîwanek ji tevgera me ya siyasî re jî şert e.

Bi kurtî; di bazara ehmeqan de aqil nafê kirîn û firotin. Divê aqilê me ji kîsî me be wesselam… (Lotikxane)

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *