Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de ji Serokwezîrê Iraqê dixwaze ku, mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem bişîne ji ber ku birîna qûtî tawaneke mezin e. Herwesa daxwaza vegera ser destûrê û biryara Dadgeha Federal ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dike.
Ji ber neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê îro (În, 30ê Gulana 2025ê) peyamek parve kir û tê de daxwaz kir ku li ser bingeha destûrê û biryara dadgeha federal ew pirs bê çarekirin.
Desteya navbirî herwesa amaje jî da ku, biryara rawestandina mûçeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bi her hincetekê be, berevajî bingehên destûrê û biryara Dadgeha Bilind a Federal e, ku divê mijara mûçeyan bi arêşe û pirsên siyasî re neyê tevlihevkirin.
Wê desteyê ragehandiye ku, birîna qûtê xelkî, ku mafê wan ê debara jiyanê ye, tawfaneke giran e, ji bilî ku mûçexuran tûşî dudilî û tirsê dike û bandoreke mezin li ser bazar û kedkariya welatiyan dike.
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Mixabin, di demekê de ku çend roj ji bo Cejna Qurbanê ya pîroz mane, li şûna ku Bexda gavên din ji bo çareserkirina pirsgirêkan biavêje, diviyabû zûtir mûçe şandiban da ku xelkî pêdiviyên xwe ji bo cejnê peyda kiriban, lê biryar da ku mûçeyan neşîne û mûçexur dilsar kirin.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan tekez jî kir ku, tevlihevkirina mijara mûçeyên welatiyan bi her pirseke din re nedestûrdayî û nedestûrî ye.
Desteya navbirî daxwaza ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dike ku, mûçeyên welatiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem bişîne. Pêşniyara jî dike ku, ji bo çareseriya arêşeyan jî bizavên bikin ku vegerin ser maseya gengeşe û danûstandinan û xwe bispêrin destûr û peymanan.
Herwesa daxwazê ji berpirs û nûnerên Kurdistanê li Bexdayê jî dike ku, hemî bizavên dîplomatîk û destûrî bikin, ji bo dabînkirina mûçe û mafên Herêma Kurdistanê şkandina mûçeyan berî cejnê. (K24)