Derbarê Ekrem Îmamoglu biryara desteserkirinê hat dayîn

Derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şêwirmendê wî yê çapemeniyê Murat Ongun biryara desteserkirinê hat dayîn.

Polîs li mala Îmamoglu lêgerînê dikin.

Li gorî hinek malperên nûçeyan ên Tirkiyeyê, Murat Ongun hatiye desteserkirin.

Zanîngeha Stenbolê doh biryar dabû ku dîplomaya Ekrem Îmamoglu were betalkirin.

 

Ongun di hesabê xwe yê medyaya civakî de got “Ez têm desteserkirin.”

Îmamoglu: Ez dixwazim hûn zanibin ku ez serî natewînim

Îmamoglu, di vîdeoya ku ji mala xwe parve kiriye de wiha got:

“Komek aqil ku dixwazin îradeya gelê me dagir bikin, polîsên min ên delal ji bo xerabiyê bi kar tînin û bi sedan polîs anîne.

Ez dixwazim hûn zanibin ku ez serî natewînim.

Ez ji we hez dikim û xwe emanetî gelê xwe dikim. Bila her kes zanibe, ez dê li ser pêyên xwe rawestim.”

Ozer: Ekrem Îmamoglu tê desteserkirin

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Taşkin Ozer jî got, “Ekrem Îmamoglu tê desteserkirin.”

Taşkin Ozer bi rêya hesabê xwe yê torên civakî da zanîn, “Hêzên ewlehiyê serê sibehê bi 20 wesayîtan hatine mala Ekrem Îmamoglu û ew tê desteserkirin”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *