Siddik BOZARSLAN
”Di edebîyata klasik da hunera telmîhê jî gelek hatîye karanîn û gelek meqbûl bûye. Telmîh ew e ku nivîskarek yan hozanek di pevekek da yan jî di malikêk da bi alîyê bûyerek ve yan çîrokek ve yan peyveka pêşîyan ve yan ayeteka Qur´anê ve yan hedîseka Xwedayî (hedîsên qudsî, ku ji alîyê Xwedê ve ji Pêxember ra hatine gotin û ji alîyê Pêxember ve hatine eşkerakirin) ve yan jî hedîseka Pêxember ve îşaret bike, wê bîne bîra xwendevanan yan jî bîra guhdaran.
Ehmedê Xanî di meydana vê hunerê da jî bi hostatî û hunermendî hespê xwe bezandîye. Mesela, di beşê 2´yan da ji Xwedê ra weha gotîye:
”Şêxê ku pênc car çû hecê û li wir ket nava haziran
te ew dîn kir jibo keça kafiran”
Bi wan her du malikan, bi alîyê bûyera Şêxê Sen´anî ve îşaret kirîye. Di beşê 3´yan da di pesnê Pêxember da weha nivîsîye:
”Herçî te didît, her ew bû û te dibir pêşberê wî
Ji eskerên nedîtî pêkhatibû leşkerê wî”
Malika 2´yan îşaret e bi alîyê ayeteka Qur´anê ve ku Xwedê tê da qala Şerê Huneynê kirîye û gotîye ”Xwedê, jibo alîkarîya Pêxemberê xwe hin esker şandin ku we ew nedîtin”.
Di beşê 4´an da ji Pêxember ra weha gotîye:
”Ey Padîşahê li ser textê Lewlak
Rabe here asîmanan, çalak”
Peyvika ”Lewlak” a di malika pêşîn da Erebî ye û bi mana ”eger ne jibo te bûya” ye. Ev îşaret e bi alîyê hedîseka Xwedayî ve, ku Xwedê tê da ji Pêxember ra gotîye ”eger ne jibo te bûya, min felek nediafirandin”. Malika 2´yan jî îşaret e bi alîyê mîraca Pêxember ve.
Di despêka beşê 5´an da, ku ew beş li ser derdê Kurdan û rewşa wan a dijwar e, ji meygêr ra weha gotîye:
”Meygêr, tu jibo Xwedê kerem ke
qurtek mey di qedeha Cem ke
Da ku kifş bibe li ber me, rewş û dema me
ka dê bi hêsanî vebibe bextê me û pêkbê pêşedema me”
Ev malik bi tevayî îşaret dikin bi alîyê qedeha Şahê Ecem Cemşîd ve. Li gora efsaneyan, ew qedeheka efsûnkirî bûye û wek dûrbînek cîhan nîşan daye, wek telesqopek jî stêr gişt nîşan dane; dîsa li gora efsaneyan, kesê ku li wê qedehê nihêrtîye, zanîye ku di pêşedemê da dê çi biqewime. Xanîyê nemir, qedeha xwe şibandîye wê qedehê û xwestîye ku bi alîkarîya wê, rewşa Kurdan a pêşedemê bibîne û bizane.
Di beşê 23´yan da qala daweta Sitîyê û Tacdîn kirîye û mirovên ku çavnêrîya derxistina bûkê kirine, ew şibandine deryayeka lihevketî û pirrpêl û weha qala derxistina bûkê ji koşkê kirîye:
”Paşê, ji nîşka ve derê qencîyê vebû li ser
Çîyayê Cûdî, li gemîya Nûh Pêxember”
Xanîyê nemir bi van her du malikan îşaret bi alîyê gemîya Nûh Pêxember ve kirîye, ku Qur´an dibêje piştê tofanê li ser Çîyayê Cûdî westaye.
Dîsa di wî beşî da Sitî şibandîye Belqîsayê, ku Mîrbanûya Sebayê bûye û çûye nik Silêman Pêxember; textê ku Sitî li ser rûniştî bûye jî şibandîye textê Balqîsayê; kesên ku ew text ber bi mala Tacdîn birine, ew jî şibandine Asefê Berxîya, ku wezîrê Silêman Pêxember bûye û bi keramet textê Belqîsayê anîye nik Silêman Pêxember. Xanî bi wan şibandinan îşaret bi alîyê wê bûyerê ve kirîye û weha gotîye:
”Sed Asefên Berxîya, hemî wek ba
piştîvanî dikirin ji wî textî ra, hemî jî dilşa”
Di beşê 27´an da qal kirîye ku Zîn bi derdê evîna Memê derdedar bûye, ketîye nava nivînan û pêwendîyên xwe birrîne. Hingê hevalên wê lê civîyane û jê daxwaz kirine ku rabe û dîsa wek berê xwe bixemilîne, bi rindîya xwe dîsa nav û deng bide, xelkê dîn û har bike; di nava peyvên xwe da jê ra weha gotine:
”Meyxur bike melayan bi şîrînkirin û nazan
Şêxan tu bişîne ber berazan”
Bi vê malika 2´yan dîsa îşaret bi alîyê bûyera Şêxê Sen´anî ve kirîye, ku jibo xatirê evîna keçika Ermenî dînê xwe guhartîye û çûye ber berazan.
Ji bil van awayên hunerê yên jorîn, di ”Mem û Zîn”ê da hin awayên dî jî hene; wek ”îham”, ”tewrîye”, ”tezad”, ”kînaye” û wd. Lê li vir cî ji nasandin û qalkirin û îzahkirina hemîyan ra tune. ”Mem û Zîn” pirtûkeka wisa ye ku, li ser edebîyat û hunera tê da hêja ye ku lêgerînên xweser bên kirin û pirtûkên xweser bên nivîsîn.. (Mem û Zîn, r. 7-89 )