Rêkxistina Terorsitî ya DAIŞê berpirsiyariya xwe ji teqîna Parêzgeha Suweydayê li ser hêzên hikûmeta Sûriyeyê ragihand.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan û koma hewalgiriyê ya malperê ku çavdêriya komên cîhadî dike, “Wê rêxistinê ragehandiye ku, li parêzgeha Suweydayê bombeyek bi timbêleke hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve teqandiye.” Diyar jî kiriye ku, ew bombe pêştir ji hêla ‘leşkerên xîlafetê’ ve hatibû çandin.”
Rewangehê û malpera Sûriyeyê ev teqîn wekî “êrîşa yekê” ya ku wê rêxistinê li dijî hêzên ku piştî Esed desthilatdarî girtine binav kir. Di wê teqînê de, kesek hat kuştin û sê endamên Firqeya 70ê ya Artêşa Sûriyeyê ya nû birîndar bûn.
Pêştir Rêkxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) daxuyaniyek weşand û tê de bang li Çekdarên biyanî yên wê rêkxistina û dezgehên ewlehiyê dike, yên ku tevlî nav rêzên hêzên Sûriyeyê bûne kir ku “tobe bikin” û vegerin nav wê rêxistinê, di eynî demê de gefên veşartî li kesên ku berdewam dixebitin kirin.
Wê daxuyaniya bi rêya kanalên nêzîkî wê rêxistinê hatiye weşandin, bi taybetî behsa wan Çekdarên biyanî kiriye yên ku “ne-Sûriyeyî” ne û tevlî hêzên Sûriyeyê bûne, kir û ew wekî “xayîn û alîkarên zordaran” binav kirine.
DAIŞê di wê daxuyaniyê de tevlîbûna di rêzên hêzên Sûriyeyê de wekî “ji Îslamê derkeftin” binav kir, û behsa tohmetên dubarekirî yên wê rêkxistinê anku artêşa Sûriyeyê kir ku, ew rêxistin bi awayekî nerasterast bi qewareyên herêmî û navneteweyî re hevahengiyê dike, û daxwaza “tobekirinê berî ku bibe dereng” kir.
Wê daxuyaniyê gefên veşartî yên operasyonên leşkerî yên nêzîkî xwe vegirtine, ev jî amaje ye ji bo niyeta wê rêxistinê ji bo zêdekirina operasyonên xwe li Sûriyeyê. (K24)