Cotkarên Kerkûkê: Ji 16ê Cotmehê ve zeviyên me di bin metirsiya erebkirinê de ne

7 sal bi ser xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an a li Kerkûkê re derbas dibin, cotkarên kurd jî li navçeyên Kurdistanî yekem qurbaniyên vê bûyerê ne. Cotkarekî Kurd li Kerkûkê dibêje: “Ji ber xiyaneta 16ê Cotmehê ve, zeviyên me di bin metirsiya erebkirinê de ne.”

Cotkarê Kerkûkî Mihemed Mela Îsmaîl ji K24ê re got: “Em ji nifşên xwe re dibêjin ku rojeke reş bi ser gelê Kurd de hatiye ku ew jî xiyaneta mezin a Cotmehê ye. Ji ber radestkirina Kerkûkê ji aliyê YNKê ve bo milîs û Heşda Şeibî, me axa xwe ji dest da û bû sedem ku Ala Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin.”

Ji başûrê Kerkûkê heta Sergeranê, zeviyên cotkarên Kurd di bin metirsiya erebkirinê de ye. Di nava bajêr de jî hewldanên tunekirina Kurdan dewam dike.

Welatiyê bi navê Adil Ehmed jî got: “Îro 16ê Cotmehê ye, roja reş ya ku YNKê bi ser Kerkûkê de aniye.”

Mihemed Şuk jî dibêje: “Di 16’ê Cotmehê de îxanet ewqas mezin bû ku me nizanîbû emê çi bibêjin. Ji wê rojê ne xerabtir nîne. Me ji xwe re digot ‘Em ê careke din Kerkûkê nebînin’. Rojeke pir xerab bû. 16ê Cotmehê roja reş a Kurd û Kerkûkê bû.” 

Encamên 16ê Cotmeha 2017an hîn li Kerkûkê mane û bi hêsanî ji bîra me naçe. Heft sal in, rojek derbas nabe ku hêzên ewlehiyê êrişî cotkarên kurd nekin.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *