Vîdeo- Çîroka ku ji Kurdistanê digihe Îrlandayê: Mal

Çîrok jiyana koçberekî Kurd vedibêje ku ji Rojhilatê Kurdistanê digihe Îraqê û Başûrê Kurdistan û di pey re jî digihe Îrlandayê.

Zimnakoyê ku Îrlandî jê re dibêjin Zak, berê jî bûye mêvanê Diyasporayê.

Ji bilî ku lîstikvanekî naskirî yê lîstika hurlingê ye, wekî çalakvan û nivîskar jî di medyayên mezin ên Îrlandayê de li dijî nijadperestiyê û ji bo doza Kurdistanê gelek xebat kirine.

Lehengê hurlingê û çalakvan Zimnako Moradî bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê û da zanîn ku belgefîl dê 12 vê heyvê were nîşandan.

“Min xwest bêtarên ku hatine serê gelê Kurd û Kurdistanê vebêjim”

Zimnako Moradî diyar kir ku wî xwestiye bobelatên hatine serê Kurdan nîşan bide û biland:

“Dema ku ez di sala 2002yan de gihîştim Îrlandayê û piştî ku ez mezin bûm ez fikirîm kitêbekê li ser jiyana xwe û çawaniya gihîştina min a Îrlandayê binivîsim.

Her wiha min xwest bêtarên ku hatine serê gelê Kurd û Kurdistanê vebêjim.

Piştî pirtûka min qediya kesekî bi navê Declan Ryan ku bazirgan û milyarderekî Îrlandî ye û her wisa avakerê hêla esmanî ya Ryan Airê ye, pirtûka min dixwîne û zafî bala wî dikişîne.

Ew jî biryarê dide çîroka pirtûka min bike fîlmek û belav bike.

Êdî em axivîn û me li hev kir û me sala 2023yan dest bi çêkirina fîlmê kir û me îsal kuta kir.”

“Rêya dijwar ku malbata min pê giha Îrlandayê vedibêje”

Zimnakoyê ku xelkê Serpîl Zehawa Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, li ser belgefîlma xwe got:

“Fîlm ji ber çîrokên xwe yên ku hin ji wan behsa malwêraniyên ku hatine serê gelê Kurdistanê dikin ên wekî cîhilkirin, kîmyabaran û Enfalê pir xurt e.

Her wisa rêya dijwar a ku malbata min pê giha Îrlandayê vedibêje. Loma bi baweriya min, dê di vê festîvalê de ku cara yekem e beşdarî dibe, pileyeke baş bi dest bixe.”

Ji ber ku ew berê lîstikvanekî naskirî yê lîstika hurlingê bû û vêga jî rahêner e ji aliyê Îrlandiyan ve tê naskirin û jê re dibêjin Zak.

Zak ji Diyaporayê re da zanîn ku belgefîlm ji derhênana Trevor Whelan e û her wisa Will Rock û Ellen James karê produseriyê kirine û dirêjahiya fîlmê 52 xulek e.

Zak kesekî miletperwer e û her dem di derketinên xwe yên di TV û medyayên navdar ên welatê Îrlandayê de Kurdbûna xwe dupat dike û di her fersendê de qala doza neteweya xwe dike.

Pirtûka Zak Moradî

Pirtûka Zak Moradî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *