Axînek diherike li ber bayê bilûra min. Ez nizanim ev çi dem e, çi devran e? Ba û babîlosên ereban, dengê şûr û mertalên tirkan û xayintî û fesadîya farisên bêbext. Wekî gerînokekê di mejûyê min de deng dide. Êşa birîna min ji nûve dest pêdike. Lê mixabin êşa herê mezin û bê derman nexweşîya hundir e. Bi gotineke din ya kurmê darê ye. Roj bi roj dara jiyanê bi saya kurmê rûreş berbi pûçbûnê ve dihare. Deşt û zozan; Çîya û newal lal bûn in, kor bûn in, bêdeng û bêhelwestin, ketine xewna mirine. Birayên xwe dijmîn dibînin; dijmînê xwe bira dibînin! Hawar û qêrîne ji derdê nezanîyê û menfeatperestîyê!
Şev li min bûn roj, roj li min bûn şev. Wek derwêşê evîndar ez bi rê ketim. Pey şopa xewnekê ketim. Çîya û deşt; zinar û lat li ber dengê bilûra min direqisîn. Çem û newalan bejnên xwe ditewandin. Carcaran zûra zûra guran, çeqel û keftaran bû. Carcaran ji qîra qîra teyrê baz û dengê awazên şêr û pilingan bûn. Devê wan bi xwîn û çawên wan sor bûbûn. Herkesî doza welatê xwe dikir in, li cîh û warê xwe xwedî derdiket in.
Gelo war û cih ji bona hemû netewan pêwîst e, lê ji bo çi ji me re guneh e? Çima azadbûn û xwedî dewlet ji hemû gelan re pêwîst e, ji Kurdan re ne pewîst e? Çima? Çima? Çima? Ji bo çi? Daxwaza gelekî li gor kêf û li gor berjewendîyên hinekan in? Kê ew destûr daye wan? Ger darê zorê ev maf dabe wan, wê gavê çi ferq heye di navbera wan û dagirkeran de? Ma şert e ku hûn her tiştên gemarî bikin? Gelo, doza azadî û serxwebûna kurdistanê ji bo çi ne pêwîst e? We çi zû ji bîr kir ew rojên tûjîtîyê? Wek siwarîyên Moxolan we bi çekan sond dixar!
Ev sî sale di nav kurd û dewleta tirkan de şerek heye. Ev şer ne îro dest pêkirîye; Ev bi hezar salan e, bi metod û reaksîyonên cûda cûda didome. Ev şer ji roja Kurdîstan hatîye dagirkirin û vir de didome. Lê belê, çi heyfe ku ew kesên sî salan rahiştine çekan û derketine serê çîyan dibêjin: “Tê xwestin navbera gelê kurd û tirk de şerek were derxistin. Hewldanên afirandina şerê kurd û tırkan li cihe zemîna provaksîyonan lê heye û hêzên şovenîst xurt di çarçoveya vê yekê de ne.” Piştre ji bersiva sererkanê artêşa tirk didin û dibêjin: “çareserîya pirsa kurd li gor pîvan û sînorê unîter dewletê mumkun e.” Bi rastî, gava mirov van daxuyanîyan dibihîze ji bo ew kesên ku bi hêvi û armanca Kurdistanek azad û serxwebûnê jîyana xwe ji dest dan dilê mirov dişewitî ne. Ma wê rojek tu kesek ji we tiştekî nepirs in? An jî kesên jiyana xwe ji dest dan wê rojekê ji ûjdana we nepirsin? Ger çareserî li gor “unîter dewlete” mumkun ne, we çima me da kuştin? Hûn îro rabûne qala şerê kurd û tırkan” dikin û çareserîyê di yek dewlet, yek al û yek ziman û yek netewe de dibînin. Ger hûn bi vê çareserîyê bawerbûn tu hewceyî nedikir ewqasî zirar bidin xwe û gelê xwe. Lewra ji roja pêşî heta niha tirk jî dibêjin “yek al, yek netewe, yek ziman.” Lê belê, hûn jî baş dizanin ku rastî ne ewhaye! Roj bi çamûrê nayê veşartin!
Gelo bi deh hezaran mirovên kurd ji bo çi hatin kuştin? Ger derdê wan doza Kurd û Kurdîstan nebûya wê çima xwe bi şewitandina û bidana kuştin? Gelo, ev sî sal in, di navbera kurd û dewleta tirkan de şerek tune ba, çima xort û keçên me rahiştin çekan? Çima di bihara jiyana xwe de êrîşî ser mirinê kirin? Bi hezaran welatparêz û rewşenbîr ji alîyê kê de hatin kuştin? Gelo kijan hêz-artêş fermana xortên kurdan da? Qasî ez dizanim ew ne artêşa kurdan bû! Bi sed hezaran kurd kê xist zîndanan, kê bi wan îşkence kir in? Gelo artêşa kê bû ewqasî gund û bajarok şewitandin, xirab kirin? Ma birano, hebûna wan rastîyan, hebûna şerekî nîşan nade? Ma qey şer tiştekî çewaye? Li bajar û metrepolên tirkan de kurd ji alîyê kîjan gel ve tê “linç” kirin? Divê wan pirsan ji ûjdanên xwe bi pirsin?
Ev sî sal in bûyerên li Kurdistanê diqewimin ger ne şer e, ew tê vê vatê ewqas sal in em xewnan dibînin! Haho, haho birano ev çi xewneke dirêj û biêş û bielem bû! An ji em lîstîkekî li ser dikê ye temaşe dikin? Çê dibe xewnan dibînin an jî listika ser dikê temaşe dikin! Gelo ev listik çiqasî profesyonal e ku ewqasî “rayting” digire!? Dive mirov heqê lîstîsvanan bidin da da ku vê lîstkê gelekî bi profesyonalî û zîrekî dilîzîn!
Bi rastî, êdî kesên xwedî ûjdan û xwedî mejiyê azad, divê wan pirsan ji xwe bipirsin? Li pey bersîvan bikevin! Gelo, çima komele û sazîyîn kurdan ji alîyê pêşveçûn û rêxistînî de pêşnakevin? Çima civata kurd jî wek civatên din pir dengî û pir rengîn nîne? Çima em nikarin tehamula fikir û helwestên cûda bikin? Dive em li ser van pirsgêrêkan zêdetir bisekinin. Gelo em çima, rexnan wek çekan bi kar tînin? Çima em ji xenci berjewendîyên xwe nikarin gelemperî bifikirin? Ji bo civata me pêşbikeve û li gor pîvanên hemdem em bikaribin guhertinan bikin dive em li hemberî rexnan û pêşnîyaran vekirî bin!
23 Jan 2009