Nemana sînor di navbera welatan de, bazara azad û pevguherîna azad a kelûpel û berheman, bingeha wê tezê bû ku dihate gotin dê cîhan bibe gundekî biçûk. Werarbûna teknolojiyê û pêşketina amrazên pêwendî û gihandinê, pênaseyeke din da gundê biçûk ku dê cîhan bibe gundekî şûşeyî.
Her çend hin lêkolînvan û vekolînerên wî warî, bingehên cîhangeriyê vedigerînin bo serdemên gelekî kevn û wê bi destpêkên belavbûna wan bîr û bawerî û îdeolojî û ayînan ve girê didin ku hêleke cîhanî wergirtine û di serdemên cuda cuda de di nav civakan de belav bûne lê piraniyek jî li ser wê yekê hevnerîn in ku pênaseya rast ji bo nasîn û derketina rehendên cîhangeriyê bi pileya yekem proseyeke aborî ye û girêdayî kelûpel, berhem û pevguherîna bazirganî ya di navbera welatan de ye. Lewra jî pêşî û destpêka vê tezê bi şoreşa pîşesaziyê û pêşketinên ku piştre bi dest hatine ve girê didin.
Cîhangerî berhema kîjan ji wan serdem û qonaxên dîrokê be jî keda 100 salên mirovahiyê ye û encama bîr û bawerî û felsefeya bîrmendên Ewropa û Amerîkayê ye.
Piştî bidawîhatina Şerê Sar di dawiyên sedsala bîstem de, zemîneya wê yekê ji bo wê peyda bû ku li ser lingên xwe bisekine.
Di van sî salên serdema cîhangeriyê de, şaristaniya mirovahiyê bi giştî pêşketineke pir mezin bi xwe ve dît, guherînên gelekî mezin bi ser bihayên mirovî û kultûr û bîr û bawerî û îdeolojî û ayînan de hatin.
Vebûn, tevlîhevbûn, werara bazirganî, pevguhertina kelûpel û berhem û tewra dîplomasiya siyasî û pêwendiya navdewletî û yasa û zagonên navdewletî jî ketin jêr hegemonyaya cîhangeriyê lê ne pêvajoya xwe bi wê radeyê çespand ku neyê rawestandin, ne jî bîr li wê yekê hate kirin ku di asta navendên navdewletî de bi yasa û zagonên navdewletî dilniyayî jê re bê misogerkirin ku dewletek nekare vê pêvajoyê ku xizmeteke mezin bi mirovahiyê kiriye, ragire.
Dibe ku di salên bê de çendîn lêkolîn li ser vê arîşeyê bêne kirin û reng e ji bo dahatûyê li dû çareseriyekê bigerin lê ji bo îro ti yasa û zagoneke navdewletî nîne ku pasevaniya cîhangeriyê bike yan jî cîhangeriyê ji wê yekê biparêze ku kesekî fena Donald Trump, tê ku hemû reh û kokên wê hilweşîne.
Siyaseta ku niha Serokê Amerîka Donald Trump li jêr navê pênaseya gumrikî li dijî welatên cîhanê dimeşîne, çi pênaseyeke wê ji bo Amerîkayê hebe, pênaseya wê ji bo cîhanê dawîanîna li cîhangeriyê ye, çimku Amerîka dînemo û çerxvana wê bizav û pevguherîna cîhanî bû ku Amerîka dergehan li ser xwe li ber kelûpelên cîhanî û dergehên cîhanê li ber kelûpelên xwe digire. Dawî li wê peywendiya bazirganî û kultûrî tîne ku roleke wê bi xwe ya sereke di duristkirina wê de hebû.
Tê gotin ku Amerîka bi gelek pereyan deyndar e û divê ji îsal û pê ve dest bi tedbîrên dayîna deynên xwe yên komîserhevbûyî bike, dixwaze bi meşandina vê siyasetê pereyên zêdetir qezenc bike da ku karibe deynên xwe bide.
Yan jî armanca wê ew e ku kompanya û şirketên xwe yên ku li welatên din in, bi vê yekê vegerîne welatê xwe. Yan jî armanca wê ya dûrdemî ew e ku hewcedariya Amerîkayê bi hawirdekirina ti welatekî nemîne û tenê ji bo hilberînê xwe bispêre çavkaniyên xwe û bibe welatekî hinardekar.
Kîjan ji van daxwaz û xwestekan di bin serê Trump de bin jî, bandor û encamên vê siyasetê di asta navdewletî de dê ew be ku kelem û astengî li pêşiya bazirganiya azad û pevguhertina azad a kelûpel û berheman di navbera welatan de were avakirin, ji ber ku riya ku Amerîkayê daye ser, welatên din ên cîhanê jî kaş dike ku heman siyasetê li hemberî Amerîkayê bidin meşandin.
Encama vê yekê jî ew e ku dewlet dê li şûna pevguherîna bazirganî di navbera welatan de, li wê yekê bifikirin ku pêdiviyên xwe di hundirê welatê xwe de dabîn bikin.
Dema ku her welatek jî neçar ma ku li dû wê yekê bigere ku xwe bispêre xwe tenê, wê demê divê wê yekê jî li ber çav bigire ku di dawiyê de bazara belavkirina kelûpelên wê jî divê her li hundir be, tenê dibe ku ew welatên paşketî ku nikarin şiyana xwe ya hilberînê geş bikin wekî bazarekê bimînin.
Di wê rewşê de ew dewletên ne pîşesazî dê bibin hindikahî û bazareke biçûk. Bi vê yekê jî ji aliyekî ve pevguhertina bazirganî sist û lawaz dibe, ji aliyê din ve jî rikberiya welatên bihêz ên pîşesazî li ser kontrolkirina bazarê kûrtir dibe. Ev yek jî rasterast bandorê li ser peywendiyên siyasî yên welatan dike.
Tiştê ku Trump kiriye yan jî dixwaze bike, ne tenê dawî li van pevguherînên bazirganî tîne lê hemû têkiliyên ku hebûn û Amerîka bi navendên cîhanî ve girêdidan ku Amerîka wekî çavkanî û hêza sereke ya livandina wan bû, di warê mirovî û tenduristî û peywendiyên kulturî yên di navbera welatan de û belavkirina ronakbîriya demokrasiyê, dixwaze dawî li hemûyan bîne.
Tekane tiştê ku Amerîka û hevkarên wê bi hev re hiştine, hevpeymaniya wê ya leşkerî li gel NATOyê ye ku ne dûr e ji wê jî vekişe.
Wekî çawa di rabirdûyê de çêkirina wan girêdanên cîhanî çi bazirganî bûbin an kultûrî û siyasî û ronakbîrî di navbera Amerîka û welatên dîtir de bingeh û pêngav ji bo pergala nû ya cîhanê bûn û berhema wan cîhangerî bû.
Niha jî eger Trump neyê ragirtin û li ser bidawîanîna wan girêdan û peywendiyan berdewam be, cîhanê ber bi cihekî ve dibe ku encama wê berevajî hewldanên berê yên Amerîka û Ewropayê bi xwe be.
Van biryar û pêngavên Donald Trump rastiyek selmand ku Kurdan ji mêj ve di îdyomekê de li jêr navê (nan bo nanpêj û goşt bo qesab) pênase kiriye. Wekî çawa heta tu bibî sermayedarekî serkeftî pêwîstiya te bi behre û şarezayiya zêde û wêrekiyê heye, siyasetkirin jî zanistek e ku pêwîstiya wê bi behre û komîserhevbûna sermayeya bîr û hişyarî û dinyabînî û zanîna birêvebirinê heye.
Trump eger çend bazirgan û sermayedarekî serkeftî bûbe jî, nabe merc ku bibe lîderekî serkeftî di birêvebirina welat de. Tiştê ku ew niha dike Amerîkayê ber bi cihekî ve dibe ku pêwîstî bi dehan salên din heye ku aqilmendên wan Amerîkayê bigihînin vê asta wê ya niha.
Ji ber ku Amerîka welatek e ku bandora wê li ser tevahiya cîhan û mirovayetiyê heye, encamên reftar û biryarên Trump tenê di çarçoveya Amerîkayê de asê nabin, lê kartêkirina wan li ser tevahiya dinê heye.
Loma vêga Trump ne tenê ji bo Amerîkayê pirsgirêk e, li şûnê pirsgirêkeke cîhanî ye û divê çareseriyeke lezgîn jê re were dîtin ku ez dûr nabînim Amerîkayê têxe ber mecbûriya wê yekê ku li guherandina hin yasa û zagonên sîstema xwe bifikire ku dilniyayiya wê yekê çêbibe ku careke din siyaseta cîhanê nekeve destê kesine ku ti ezmûn û şarezatiyeka wan di birêvebirina wê de nebe. (Rûdaw)