Ceribandina yeksaliya PWKê tê çi wateyê?

Îbrahîm GUÇLU

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) beriya salekê bi qedroyên kurdperwer yên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAKê)  û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TEVGERê) û beşek kurdperwerên serbixwe, encama Kongreyeke hevbeş; bi bernameyeke siyasî û rêbazeke hiqûqî ya hevbeş ava bû. Şik tune ye ku ev yekîtiya di demeke kurt de ava nebû. Her du terefan piştî hevkariyeke dirêj biryar dan ku bi hev re yekîtiyekê  çêkin û partiyekê ava bikin. 

Beriya van herdu terefan ceribandina yekpartîbûna PAKê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dest pê kiribû, hezar mixabin di wê xebatê de serkeftinek çênebû. Her çiqas sedemên wê di raya giştî de nehatn diyar kirin û gengeşî kirin jî, lê sedem ji aliya kurdperwerên Kurdistanê û ji aliya min de dihatin zanîn. Ew sedem ji gelek vekirî bû, domandina hişmendiya siyasî ya kevn û grupçitiya îdeolojîk ya kevn bû. 

Ew sedema di heman dem de bibû sedem ku projeya HAK-PARê ku ji aliyê gelek kurperwerên xwediyê fikir û felsefeyên cûda ve ava bibû jî, bi hevbeşî nemeşe. 

Ew hişmendiya kevn ya îdeolojiyê û grûpçitiyê di heman dem de yekîtiya heman grûba 45 salan jî parçe kir.

Ez di baweriyê de bûm ku PAKê û TEVGERê ji ev ceribandinan ders derxistibûn, gava yekîtîyê avêtibûn. Ew gava û tevgera, gor baweriya min jî dê bibûya gaveke erênî.   

Herdu terefan bi kongreyeke hevbeş de ew gava xwe fermî kirin, hiqûqa aşkere ya partitî qezenç kirin. Ez û gelek kurdperwerên rewşenbîr û nivîskar jî beşdarî kongreya hevbeş ya PAKê û TEVGERê û kurdperwerên serbixwe bibûn. Beşdarên kongreyê bi awayekî aşkere piştgiriya xwe ji yekîtiya herdu terefên kurtdperwer re nîşan dan. Ew jî, ji bona yekîtiya herdu terefan bû serkaniyeke motîvasyonê.

Min jî di kongreya yekîtiya herdu terefan de axivtinek pêşkêş kiribû. Min di axevtina xwe de yekîtiya herdu terefan erênî dît û piştgiriya xwe jê re nîşan da. Min got ku “gelek kurdperrwerên xwediyê ceribandinê di nav yekîtiyê cî digrin, dixwazin partiyeke hjevbeş ava bikin. Ev kurdperwerên xwediyê ceribandinan him dikarin yekîtiya xwe û partiya xwe bixemilînin û xurt bikin, him yekîtiya xwe biparêzin, him ji yekîtiyên nû re derî vedikin, him jî li hemberî nerînên xeter yên yekîtiyê hayîdar dibin, him jî xebatên çalak dikarin bikin.” 

PWK ava bû, dest bi xebatê kir. Bi gelek cure xebat meşand. Ez jî dem-dem  beşdarî xebatên PWKê bûm, bi awayekî min piştgiriya wê kir. Dem dem jî min ji bona pêşketina wan ew rexne kirin. Berpirsiyarên PWKê jî qiymet dan rexneyên min û rexneyên kurdperwerên din.  

                                             *****

PWKê yeksaliya xwe di 12.10.2024-an de bi civînekê pîroz kir. Serokê Giştî Mistefa Ozçelîk bi kurmancî û Cigirê Serokê Giştî Mehmed Selîm Ûzûn bi Zazakî cerbandina salekê û danasîna PWKê û di derbarê mijarên stratejîk de nerînên xwe pêşkêş kirin. Bi kurdî axevtina wan gelek hêja bû.

Ez jî beşdarî civîna pirozkirina yeksaliya PWKê bûm. Ez ji bona PWKê temenekî dirêj, bi pêşketin, kîtlewîbûn,  xurtbûna wê daxwaz dikim.

Şik tune ye ku xebata hevbeş û lihevkirî ya salekê girîng e. 

Qasî ez jî, ji nêzik de PWKê dişopînim di navbera berpirsiyar û endamên wan de lihevkirinek heye. 

Lê divê berpirsiyarên PWKê her dem li hemberî nexweşiya sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê xwediyê şiyariyekê bin.. Berpirsiyar û endamên PWKê rê nedin wan nexweşiyan. 

PWKê, ji HAK-PARa destpêkê cûdatir xwediyê derfetekê ye ku rêxistinek û hişmendiyeke kevnare ya îdeolojiyê organîze kirî, li pişt wê tune ye. Zirar bide wê. Lê hişmendiyên kevnare yên şexsa dibe. Çareseriya wê jî hêsan e.

PWK divê di afirandina siyasetên milî û herêmî de çalakvan be. Tê zanîn ku di encamê de partî febrîqe-navenda siyasetê ne. 

Li Rojhilatê Navîn diyar e ku guhertinên bigehî dê bên rojevê. Bi taybetî jî guhertina sînoran dê li vêde neteweya kUrd û KUrdistanê be. Divê hemû kurdperwwer  û PWKê û hemû rêxistinên Bakurê Kurdistanê jî, ji van qewinmadinan re amade bin.

Diyarbekîr, 14. 10. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *