Divê hemû kurd û kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê vê xirabî û plana Dewlet-Ocalan baş nas bikin, li dijî vê planê û ev nêrîna koletî derkevin.
Îbrahîm GUÇLU
Serokê MHPê yê nîjadperest Dewlet Bahçelî di meha Cotmehê de di Meclîsê de diyar kir ku divê serokê PKKê Ocalan bê qeyid şert diyar bike ku PKKê dev ji çek berde û xwe ji holê rake.
Piştî vê daxûyaniyê gengeşiyan dest pê kir.
Beşek Kurdan gotin ku Ocalan vê yeke nake.
Beşek Kurdan û min jî jî, diyar kir ku Ocalan ev daxwaza Bahçelî dê cîbicı bike.
Min du sedem nişan didan.
Sedeman yekemin: PKKê bi deste Dewleta Tirk ava bibû, Ocalan di destpêkê de hevalê dewletê bû. Ocalan pişt re jî (piştî 23 salan) bi dewlet û Hikûmetê re kar dike.
Sedema duyemîn, heger bi Ocalan re danûstandin û li hevkirinek nebe, Bahçelî ev daxûyaniyê nedikarî peşkeş bike.
Di encamê de derket holê ku Bahçelî berhewa û bê wate û bê agahdariya Ocalan ev daxûyaniya pêşkêşî raya giştî ya Kurd û Tirk nekiriye.
Di encamê de dema ku Şanda Rêxistina PKKê ya legal/vekirî DEMê serîlêdana çûna cem Ocalan kir, rastî derket holê ku Bahçelî bi zanyariya du terefen daxûyanî daye.
******
Piştî ku Şanda DEMê çû cem Ocalanjî gengeşiya ku Ocalan dê çi bibêje dest pê kir. Dîsa di vir de gengeşî û minaqeşeya ku Ocalan ev daxwaza Bahçelî pêk bîne, an na, bû mijarekere girîng.
Beşek Kurdan digot ku Ocalan dê çekberdanê û ji holêrabûna PKKê girêdayî şertan îlan bike.
Beşek Kurd û min jî jî digot ku Ocalan dê bê qeyid şert îlan bike ku PKKê dev ji çek berde û xwe ji holê rake.. Lê PKKê, girêdayî berjewendiya berpirs û dewletên PKKê birêve dibin, dê dev ji çek bernade.
Ocalan, di encamê de piştî şanoyekê di 28ê Sibatê de daxwaza Bahçelî û Hikûmetê bê qeyid şert pêk anî.
1-Biryara xwe ya derbarê çekberdan û jiholêrabûna PKKê îlan kir.
Ev biryareke baş e.
Lewra kurdperwer û Rêxistinên Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê her dem diyar dikirin ku divê PKKê dev ji çek berde.
Beşekî kurdperweran û Rêxistinên Kurdistanêû min jî digotin ku PKKê him dev ji çek berde û him jî PKKê tasfiye bibe.
Lewra PKKê bi deste dewleta Tirk li dijî Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê ava bibû. Pişt re jî PKKê li hemû beşên Kurdistanê bi rêberiya Dewletên Kolonyalîst li dijî Tevgerên Neteweyî yên hemû beşan û Rêxistinên hemû beşên Kurdistanê bi kar hat. Gelek zirar da Neteweya Kurd û Kurdistanê.
Ji bona ku Dewleta Federa Kurdistanê têk biçe bi dijminên Kurdan re ket nav tîfaqên qirêj. Hîn jî ev tîfaqa dom dike.
Piştî ku daxûyaniya Ocalan ji aliye Şanda DEMê ve li Stenbolê bi civîneke çapenî hat îlan kirin, berpirsên PKKê yên li Qendîlê diyar kirin ku daxûyaniya Ocalan qebûl dikin û dê Kongreyekê li dar bixin û daxwazên Ocalan pêk bînin.
Lê dema daxûyaniya Qendîlê bê xwendin, tê dîtin ku wek dewlet daxwaz dike, Qendîl, dê daxwazên Ocalan cîbicî neke. PKKê xwe dê bi awayekî nû xwe eorganîze û ava bike.
Ev diyar dike ku Kurd û Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê dê di bin sîwaneke nû ya reorganîzeke nû de bi PKKê re rûberû bibin.
2-Ocalan di daxuyaniya xwe de li dijî Dewletbûna Kurdistanê, federalîzmê, otonomiye (Hikmû Zatiyê), xweseriya siyasî û kulturî jî nêrîn anîn ser zimên. Ev nêrîna jî li dijî Neteweya Kurd û Kurdistanê ye. Xizmeta Dewletê ye.
Ocalan di daxûyaniya xwe de diyar dike ku ji bona ku sedemên çek ji bo PKKê name ne û PKKê misyona xwe qedandiye divê bê qeyid-şert dev ji çek berde û xwe wek rêxistin ji holê rake.
PKKê, ji bona ku Li Tirkiyeyê dawî li sîstema kolonyalist ya Tirk bîne, li Kurdistanê dawiya îlxak û îşgal bîne, Dewleta Kurdistanê ava bike, Yekîtiya Neteweya Kurd û Kurdistanê ava bike, dest bi çekdarî kiribû.
Lê dema li Tirkiyeyê û Kurdistanê û li rewşa Neteweya Kurd binêrin: Dewleta Tirk wê deme sîstema xwe ya kolonyalist, îşgal û îlxaka xwe li Kurdistanê didomîne. Neteweya Kurd ji hemû mafên xwe bêpar e. Kurd ji mafê çarenivisiyê bêpar e. Dewleta Tirk sîstema xwwe ya Kolonyalîst, îşgal û îlxaka xwe li Kurdistanê dom dike. Kurd bi tu awayî xwediyê dewletê nînin
Ev jî diyar dike ku PKK bi van armancan ava nebûye û ji b ovan armancan dest bi şer nekiriye.
Daxûyanî û nêrînên Ocalan ev nêrînên kurdperweran û Rêxistinên Kurdistanê derbarê PKKê rast derdixw ku. PKK li dijî neteweya Kurd û Rêxistinên Kurdistanê ava bûye.
Loma jî Ocalan di vê qonaxê de jî dîsa xirabiyê li Kurdan dike û li dijî berjewendiya neteweya Kurd tevdigere, siyaset û stratejîya fermî ya Dewletê di derbarê Neteweye Kurd û Kurdistanê de diparêze.
Loma jî dibêje ku Dewlete Neteweyî û Federalîzm û Otonomî (Hikmû Zatî) û Xweserî û Azadiya Kultıurî li dijî sosyolojiye.
Dîsa diyar bû ku Ocalan dê mîsyoneke nû ya ne baş bidomîne.
Divê hemû kurd û kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê vê xirabî û plana Dewlet-Ocalan baş nas bikin, li dijî vê planê û ev nêrîna koletî derkevin.
Di vê qonaxê de kêmtirin hîn xurtti û bi rêxistinî ji bona Dewleteke Hevbeş ya Federal têkoşîn û xebat bimeşîn. Lxdema ku ji bona federali xebat û têkoşîn bê meşandin, dive ev xebata di navenda Dewletbûna Kurdistanê û Yekîtiya Neteweya Kurd-Kurdistanê were meşandin.
Diyarbekîr, 02. 03. 2025
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)