Çapa sisêyan a Gazinda Xencera Min derket

Çapa sisêyan a hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan “Gazinda Xencera Min” ji Weşanên Avestayê derket.

“Gazinda Xencera Min” ji berhemên edebî yên di tarza çîrokê de pêk tê.

Di kitêbê de 5 beş hene. Di beşa yekem “Destpêk”ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan “Bobi’nin Hatası” ku bi Osmanî nivîsîbû û sala 1917an li Stenbolê çap bûye ji aliyê Osman Ozçelîk ve li Kurdî hatiye wergerandin.

Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê Ewropî de ye.

Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji “Hawar” û “Ronahî”yê hatine wergirtin.

Di beşa sisêyan de “çîrokên tarîxî” cih digirin ku bêhtir bi navê Bişarê Segman hatine nivîsandin û di “Ronahî”yê de çap bûne.

Di beşa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene.

Beşa pêncan jî ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin hatiye veqetandin.

Di vê beşê de tev de 4 çîrokên Guy de Maupassant, Şerlok Holmes, S. A. Moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata Denmarkî hene.

Tasnîfkirin li gorî naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin.

Di rêzkirina çîrokan de bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çavan hatiye girtin û metoda kronolojîk hatiye tercîhkirin.

Avestayê çapa yekê ya Gazinda Xencera Min sala 2014an, çapa duyem jî 2019an derxistibû.

Pirtûk ji 176 rûpelan pêk tê. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *