Serokê Birêvebiriya Şûnwarnasiyê ya Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa ragihand ku hejmara berhemên dîrokî yên li muzexaneyên Herêma Kurdistanê tên nîşandan ji 40 hezarî derbas bûye.
Keyfî Mistefa derbarê şûnwar û berhemên dîrokî yên li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Keyfî Mistefa da zanîn ku hejmara berhemên dîrokî yên li muzexaneyên Herêma Kurdistanê tên nîşandan bi ser 40 hezarî ketiye.
Bi tîmên navneteweyî re dixebitin
Bi gotina Keyfî Mistefa ew bi tîmên arkeolojiyê yên navneteweyî re hevkariyê dikin û li gelek herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê xebatên vedîtina berhemên dîrokî tên meşandin.
Keyfî Mistefa tekezî li ser wê yekê kir ku ew bi piştgiriya 18 tîmên arkeolojiyê yên navneteweyî li gelek herêman karên vekolîn û parastina şûnwarên dîrokî didomînin.
Birêvebiriya Şûnwarên Herêma Kurdistanê bi tîmên pispor ên ji Brîtanya, Îtalya, Fransa, Japonya, Polonya û Macaristanê re hevkariyê dike.
Hejmara tîman her sal diguhere
Peymanên ku tên îmzekirin bi giştî ji 3 heta 5 salan didomin.
Mistefa diyar kir ku her sal hejmara tîman diguhere û got, hinek salan ev hejmar digihîje 22yan û tîm bi awayekî berfireh li şûnwarên dîrokî digerin.
Tîm bi giştî di navbera mehên gulan û îlonê de li qadê dixebitin.
Di demsala zivistanê de jî ji ber rewşa hewayê xebat zehmet dibin.
Mistefa anî zimên ku dema şûnwarek dîrokî tê dîtin, tîm herî kêm mehekê li ser berhemê lêkolînên berfireh dikin û pişt re jî berhem tên paqijkirin û wan radestî muzeyan dikin.
Rûdaw