BÎRANÎNÊN FIRÎDA HECÎ CEWARÎ

Lokman Polat

Divê mirov pirtûkên nivîskarên kurdên Sovyeta berê /ku ji niha pêve dive mirov bibêje kurdên Kafkasyayê/ bixwîne. Di van çend salên dawîn de gelek pirtûkên van nivîskarên hêja li bakurê Kurdistanê hatine weşandin. Hinek weşanxaneyên kurdan bi taybetî jî weşanên” Lîs”ê çend pirtûkên giranbiha yên nivîskarên kurdên Kafkasyayê weşandin.

Lêbelê hêj gelek pirtûkên hêjayê xwendinê ku li Ermenîstanê bi kurdî derketine nehatine weşandin. Pirtûka bîranînên Fîrîda Hecî Cewarî Li Ermenîstanê bi tîpên alfabeya Latînî/Kurdî hatiye weşandin. Min ew xwend û dixwazim bi kurtahî hinek behsa bîranînên wê bikim.

Fîrîda Hecî Cewarî keça kurdê navdar Heciyê Cindî ye. Ew di bîranînên xwe de behsa jiyan û xebatên bavê xwe Heciyê Cindî dike. Wezîrê Eşo ji bo pirtûka bîranînên Firîdayê pêşgotineke hêja nivîsiye. Ew di pêşgotina xwe de dibêje : Hecîyê Cindî mezinayîkî çanda kurdiyê û bi vê fikirê bîranînên Firîda Hecî yên gelekî pêwîst û bi nirxî. Hêja û û mûhîmbûna van bîranînan, em dikarin bi vî awayî jî bêjin; heger Firîda ew bîranîn nenivîsand ana kesekî dinê û tu zemanî da nikaribû ew karê girîng bi cî bianiya:weke wê.” Rûpel : 10.

Heciyê Cindî ji gundeke kurdan, ji gundê Êngukê ku girêdayiyê bajarê Qersê bû, ji dayik dibe. Ew êtîm maye û di êtîmxaneyê de mezin bûye. Paşê di zanîngeha bilind de di beşa fîlolojiyê de xwendiye. Di rojnameya Riya Teze de xebitiye, bûye serokê seksiyona nivîskarê kurd ya li Ermenîstanê.

Firîda bîranînên xwe li gor salên derbasbûyî, sal bi sal rave dike. Ew dibêje di Ermenîstanê de di sala 1930î de, di gundên kurdan de dibîstanên kurdî hebûne. Di wan salan de 70 pirtûkên dersdayinê, perwerdeyê hatine weşandin. Dibîstanên kurdî ligel Ermenîstanê li Azerbeycanê û Tirkmenîstanê jî hebûne.

Heciyê Cindî ji bo berhevkirin û nivîsên folklora kurdî kar û xebateke hêja pêk aniye û berhemên hêja afirandiye. Bi navên ”Folklora Kurdî” , ”Kilamên Cimeta Kurdan” û gelek pirtûkên din afirandiye, weşandiye. Ev pirtûkên Heciyê Cindî li Swêdê/Stockholmê û li Amedê ji alî weşanxaneyên kurdan ve hatine weşandinê.

Di sala 1938an de Heciyê Cindî tê girtin û bi tawanbariya nerast û derew tê sucdar kirin. Û wî digrin dikine hepisxaneyê. Bi pîjkirin û zixta komara kemalîst a tirk û bi fermana Stalînê dictator û Bakirovê azerî ê dijminê kurdan di wan salan de gelek zilm û zordarî li kurdan dikin.

Dewleta kemalîst a komara tirkan ji kar û xebatên kurdên Kafkasyayê ditirse û lewre jî îxbarcîtiya rewşenbîr û nivîskarên kurd yên li Ermenîstanê dike. Komara Tirka derew li wan dike û ji birêvebirên sazumana Sovyetê re dibêjin : ”Kurdên rewşenbîr ên li Ermenîstanê miletperwerî dikin, neteweperest in, dîtinên cudaxwaz diparêzin, bi serokê Xoybûnê Celadet Bedirxan re têkiliyên wan hene, Bi ermeniyên Taşnak re li dijê sazumana Sovyetê ne.” Ev derewên komara tirkan dibine hacet, dibin sedem û behane û lewre jî gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd herweha Heciyê Cindî, Ahmedê Mîrazî, Cerdoyê Genco, Şamîl Têmurov û gelekên din ji alî KGBê ve têne girtin, wan dikine heps û zîndanê. Lê ji bo ku ev derew bêbingeh bû, dadgeha Sovyetê wan berdide, azad dike.

Heciyê Cindî teza xwe ya doktorayê di zanîngeha bilind de li ser ”Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî” amade dike. Ev pirtûka hêja a doktorayê di sala 1941ê de tê weşandinê. Heciyê Cindî di sala 1946an de jî ”Elîfba Kurdî” çap dike, diweşîne. Heciyê Cindî digel lêkolîneriyê, lêkolînvaniyê, edebiyathezekî, edebiyatzan û edebiyatnasekî kurd bû. Wî bi nave ”Hewarî” romaneke bi kurdî jî nivîsiye û ev roman di sala 1967an de hatiye weşandin. Paşê ev roman li zimanê rusî û arebî hatiye wergerandin. Kurdiya wî li Bakurê Kurdistanê pêşî di nav weşanên Roja Nû / Deng de û paşê di nav weşanên Lîsê de hatibû weşandinê. (Min derbarê vê romanê de nirxandineke nivîsiye û ew di pirtûka min a bi nave ”Pêncî Romanên Kurdî” de hatiye weşandinê.)

Di xwendinxana ermeniya ya pedagojiyê de, beşa kurdî vedibe û Heciyê Cindî dersa kurdî dide xwendevanan. Ew di heman demê de dibe endamê redaksiyona rojnameya Riya Teze. Kurdê ku cara pêşîn li Sovyetê bûye doktorê zanyariyê û vî navî stendiye Heciyê Cindî ye. Ev wek nûçe di rojnama edebiyatê a rusî ”Lîteraturneya Gazete” de hatiye weşandin. Di sala 1966an de Heciyê Cindî dibe profesor. Ew li zanîngeha Yerîwanê mamosteyê ziman, edebiyat û folklora kurdî ye.

Heciyê Cindî bi navê ”Meselok û Xeberokêd Cimeta Kurda” pirtûkek 880 rûpel weşandiye. Pirtûkek bi her awayî dewlemend, weke ansîklopediya zargotina kurda ye. Wî di 80 saliya xwe de jî ”Hîkayeted Cimeta Kurda” cîlda 5 weşandiye.

Di pirtûka bîranînên Firîda de konferansa li ser Heciyê Cindî ya ku li bajarê Duhokê hatibû amade kirin jî tê qal kirin. Firîda jî diçe beşdarê konferansê dibe û behsa gera xwe ya li başurê Kurdistanê dike.

Di pirtûka bîranînên Firîda de, derbarê malbata Heciyê Cindî, keçên wî û gelek tiştên din hene. Herweha nêrîn û bîranînên rêzdar Wezîrê Eşo yên derbarê Heciyê Cindî de di nav rûpelên pirtûkê de cih girtine.

Di dawiya pirtûkê de şîroveyeke dirêj a lêkolînvan birêz Rohat Alakom heye. Ev nivîsa R. Alakom pêşî di malpera ”Netkurd”ê de di sala 2009ê de hatibû weşandinê. Di nivîsê de lêkolînvan Rohat Alakom derbarê kurdên bajarê Qersê, herêma Serhedê û helbestvan Firikê Ûsiv de agahdarî dide, şîrove dike.

Pirtûka Firîda bi gotara lêkolînvan û romannivîser rêzdar Perwîz Cîhanî (rewşenbîr û nivîskarekî kurd ji rojhilatê Kurdistanê ye.) dawî dibe.

Têbinî – 1 – / Piştî ku min nivîsa xwe ya derbarê bîranînên Frîda Hecî Cewarî de nivîsî, min di malpera weşanên ”Lîs”ê de dît ku waye pirtûka Frîda di nav weşanên Lîsê de li Amedê derketiye. Pirtûka ku min xwend û derbarê wê de nivîsî li Erîwanê derketibû. Xwendevanên kurd dikarin vê pirtûkê ji dikanên pirtûkpiroş û ji weşanên Lîsê bikirin û bixwînin.

Têbinî – 2 – / Ez ê di nivîsek din de behsa biraninen Ahmedê Mirazî bikim û pirtûka wî binirxînim û bidime danasînê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *