Îbrahîm GUÇLU
Mehmed Ûzûn, berîya 15 salan di 2007an de jiyana xwe li Diyarbekîrê ji dest da. Piştî ku Mehmed Ûzûn jiyana xwe ji dest da grûbeke tacir ya Mehmed Üzun derketin holê. Ew bi nasnameya Mehmed Ûzûn ji bona xwe dixwazin nasnameyekê çêbikin. Eleqeya wan bi nasyonmalîzma kurd re jî tune ye. Ji vê grûba tacir re pêşkêşî Şêxmûs Dîkenê nivîskarê Tirkî dike.
Ew di heman dem de dixwazin ku jiyana Mehmed Ûzun bes bi nivîskarîya wî ya edebî û romanê sînor bikin. Dîroka wî ya siyasî tarî bikin. Wê dîrokê tune qebûl dikin. Lewra ew li dijî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, rêxistin û tevgera Mehmed Ûzûn Komal-Rizgarî-Ala Rizgarî ne. Ew bi piranî jî hevalbendên Apoyî û PKKê ne. Loma jî dixwazin jiyana wî bi dema sempatiya wî ya hewirdara Apoyiyan re sînor bikin. Di vê tevgera grûba tacir de şik tune ye ku helwesta Mehmed Ûzun bû rêber. Lewra Mehmed Ûzun bi xwe jî, ji dîroka xwe ya siyasî direvîya û dixwest dîroka xwe ya siyasî veşêre.
Wek tê zanîn, berîya ku Mehmed Üzûn bibe nivîskarê roman û edebiyata kurdî, di nav Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê de bû. Bi awayekî aktîf siyaseta milî ya Kurd û Kurdistanê dimeşand.
Mehmed Ûzun, di sala 1972an de ji Tevgera Şafak a Doğu Perînçek-Îbrahîm Kaypakaya di dema Darbeya Leşkerî ya 12ê Adar 1971an de li Sîweregê hat girtin û anîn hepisxaneya leşkerî ya Diyarbakirê. Ew xortekî zîrek bû. Dema di hepisê de bû, bi Komuna DDKOyê re pêwendiya wî hebû. Endamên Komuna DDKOyê ku ez jî yek ji wan bûm, me Mehmed Ûzûn perwerde kir. Mehmed Ûzûn bû kurdekî nasyolîst yê sosyalîst. Wî dersên xwendin û nivîsandina kurdî wergirt. Piştgirîya parêznameya Komuna DDKOyê kir.
Piştî salên 1974an dema ku me Tevgera Komal-Rizgarî ava kir, ew jî bû damezrênerê tevgerê. Dema Tevgera Komal-Rizgarî ava bû, ew ciwantirê damezrênerê tevgerê bû. Ji bona Kovara Rizgarî bû midûrê karên nivîsan. Dema ku Kovara Rizgarî jêbera dewletê û gelek kurdan xirab kir, balkêşîyeke xûrt kişand ser xwe. Mehmed Ûzun jî hat girtin û darizandin.
Mehmed Ûzun, di dadgehê de kevneşopîya Komûna DDKOyê meşand, li hemberî dadgehê parêznameyeke siyasî ya gelek hêja peşkeş kir. Di hemandemê de berpirsiyarê Komalê Orhan Kotan jî di hepisxaneya Ulucanlarê de bû, Mehmed Ûzun jî bi wî re bû. Orhan Kotan jî di darizandina xwe de helwesteke siyasî û kurdewarî nîşan da.
Mehmed Uzun, piştî ku ji hepsê derket di nav Tevgera Komal-Rizgarî de xebata xwe bi aktîfî meşand. Lê di dawîya sala 1977-an de pêwendiya xwe ya bi Tevgera Komal-Rizgarî re dawî anî. Dema di sala 1978-an de di Tevgera Komal-Rizgarî de cûdabûn çêbû, Mehmed Uzun bû endamê Tevgera Ala Rizgariyê. Li ser navê Ala Rizgariyê wî grubek hevalên hêja (Şerefxan Cizîrî, Şoreş Blendhadê û gelek hevalên din) li Swêdê Kovara Rizgariya Kurdistanê re nivîskarî û berpirsiyarî kirin. Dema endamê Tevgera Ala Rizgariyê bû nivîskariya wî ya edebî dest pê kir.
Mixabin Mehmed Ûzun piştî demekê bi taybetî jî dema bi hewirdora Apoyîyan re pêwendî çêkir, ji dîroka xwe ya sîyasî û rêxistinî reviya û xwe veşart.
Lê dîrok, rastiyê her dem derdixe ber tavê.
Ew gruba tacir, her sal Mehmed Ûzun bibîrtînin. Hezar mixabin bi Tirkî bi bîr tînin. Îsal jî wusa kirin.
Di derbarê vê mijara bîranîna Mehmed Ûzün de nivîskar Omer Ozmen Dibêje ku:
BÎRANÎN NE LAYÎQÊ MEHMET UZUN BÛ…
Ez îro, di encama rastlêhatinek de, tevlî çend hevalên hêja, li Amedê beşdarî bibîranina Romannivîsê Kurd Mehmet Uzun bûm.
Tê zanîn, Mehmet Uzun, edebîyatzanekî Kurd yê hêja ye.
Ji dervayê romannivîsîya xwe, di nav tevgera Komal- Rizgarî û Ala Rizgarî de, sîyasetvanek bi nav û deng bû.
Di heman dem de, dost û hevalêk me yê hêja bû.
Lê mixabin, dema beşdarê civîna bibîranîna wî kevnehevalê xwe bûm, ji beşdarbûyîna xwe gellek poşman bum.
Di civînê de, ji dervayê min, çend hevalên Mehmet Uzun, yên wek birêz İbrahim Güçlü, Yaşar Karadoğan, Ali Öncü û Edebîyatzan Vera Koyî jî cihgirtîbûn .
Di destpêka bîranînê de, nuçegîhanê Kürdistan TV. xwest ku, di derbarê jîyana Mehmet Uzun de, bi birêz Îbrahîm Gûclû re hevpêyvîn çêbike.
Ji bo ku, ji doza DDKO yê vir de, birêz İbrahîm Güçlü, bi Merhum Mehmet Uzun re,
di nav hevxebatek dûr û dirêj de jîya bû.
Mixabin, dema Kürdistan TV xwest bi Brêz İbrahîm Güçlü re bername saz bike, ji organîzasyona civînê, kesek bi navê Seyîthan Anter, bernameya Kürdistan TV asteng kir.
Bi gor min, ew helwesta wî kesê necamêr, li ser hesabê hilbijartinê, ji HDP yîyan re, çavqirpandinek bû .
Ji bo organizasyona civînê jî, bûyerek piçûkxistin û rûreşîyê bû .
Piranîya kesên hatibûn vexwendin jî, ji HDP û dûvikên wan pêkhatîbûn.
Civîn, ji alîyê kesekî Sîwêrekî ve, xwedêgiravî profesör bû bi Tirkî destpêkir.
Ahmet Kanî jî, axaftina profesör, ji Tirkî vedigerand zimanê Kûrdî .
Du re, 2 axaftvanên din jî axaftinên xwe bi tirkî domandin.
Di bîranînê de, ji çand û kevneşopîya Kurdî durxistî, cehalet, devdûzî û
dûvikî, xwe vekirî nîşandida .
Bi kurtahî; axaftinên ku, di derbarê jîyana merhum Mehmet Uzun de dihatin pêşkêşkirin, ne bi gor jîyana Mehmet Uzun, ne jî bi gor metodolojîya danasîna edebîyatzanekî bû.
Em ji wê helwestê gellek aciz bun.
Pişt re, ji dervayê dost û hevalên Mehmet Uzun, çend kesên din jî, di derbarê Mehmet Uzun de, teraneyên xwe rêz kirin.
Di nava civînê de, bi rastî, sebra me qedîya.
Me pêdivî nedît ku em bîranînek weha bêwate û erzan bişopînîn..
Tevlî çend hevalên xwe, me civîn terikand.
Herweha bîranîn, ne bi gor Mehmet Uzun bû.
Lê, ez cardin dost û hevalê xwe yê kedkar Mehmet Uzun bi rûmet bibîrtînim.
DI CIVÎNA BÎRANÎNA MEHMED ÛZÛN DE SEYÎDXAN ANTER ÇIMA HEVPEYVÎNA MIN BI KURDISTAN TV-Ê RE ASTENG KIR? LI DIJÎ AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ DERKET?
Duho piştî ku min nivîsand ku “biraziyê Musa Anter Seyîdxan, dema Kurdistan TV xwest ku bi min re di derbarê Mehmed ÛZÛN de hevpeyvîn çê bike, gelek bi awayekî prîmîtîv û bi psîkolojiyeke dijminitî astengî kir.
Piştî min di medyaya civakî de ev mijara nivîsand berpirsa Kurdistan TVê agahdarî da min ku Biraziyê Mûsa Anter Seyîdxan pişt re ji Peyamnêrê Kurdistan TV lêborîn xwestiye û gotiye “min ji bona we hevpeyvîn asteng nekir.”
Diyar dibe ku Seyîdxan Anter ji bona şaxsiyeta min hevpeyvîn asteng kiriye û komîserî kiriye û li dijî azadîya fikir û xweîfadekirina min derketîye.
Gelo di navbeyna min û Seyîdxan Anter de nekokiya eşîretî tune ye. Eleqeya min û wî şexsî tune ye. Dema ez li Swêdê jî bûm, eleqeyeke min û wî tune bû.
Di tevgera Kurd de jî ciyekî wî yê girîng tune bû û bi min re jî xebateke wî tune bû.
Di navbeyma me de pirsgirêkek şexsî jî tune ye û nabe jî. Lewra ew ne mixatabê min e.
Wê demê Pirsa girîng ev e: “gelo çima hevpeyvîna min asteng kir?”
Ew ji bona ku Apocî û hevalbendê PKKê ye. Ez jî li dijî zihniyeta PKKê ya totalîter, faşîst im, ez asteng kirim.
Ez ji bona dizanim ku PKKê aparat û projeyeke dewletê ye û ez vê yekê deşîfre dikim Seyîdxan li dijî min e.
Seyîdxan ji bona li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye, ez asteng kirim.
Seyîdxan ji bona ku girêdayî PKKê ye û PKKê li dijî fikrên cûda ye û kesên xwediyê fiktên cûda dikûje, Seyîdxan Anter li dijî fikrên min e û ez asteng kirim.
Seyîdxan di salonê de fikrên min asteng kir. Dema derfeta wî hebe û desthilatdar be, ew dikare kesên xwediyê fikrên cûda ji holê rake.
Hezar mixabin bîranîna Mehmed Ûzûn bi awayekî trajî-komîk pêkhat. Em hemû hevalên wî, em ji vê yekê gelek eciz bûn.
Diyarbekîr, 14. 10. 2022