Ji sîh û yek sal berê ku komkujîya Halepçe pêk hat û heta niha tişta ku hatîye guhertin, li Başûrê Kurdistan nivdewletek Kurd avabûye; lê gelê Kurd li her perçeyekî Kurdistanê, hîna di bin gefên komkujî û nîjadqedandinê de ye!
Helbet komkujîya Helebce, di dîroka mirovahiyê de pelek reş e û tu ferqa wê ji komkujîya Hîroşîma, ya Ermenîya û Yahûdîya tune ye. Ev komkujî li pêş çavê hemû mirovahiyê, bi alîkarî û erêkirina hemû dewletên mêtinkar, hema çi bigire tevdên dewletên musulman û emperyal û bi ferman û tevgera bi navê “ENFALÊ” destpê kir!
Li Halepçe û çend gundên dora wê bombeyên kîmyewî hatin karanîn û zêdetirî pênc hezar mirovên Kurd ku tenê sûcê wan Kurd bû hatin kuştin! Lê di tevgera Enfalê de 182 hezar Kurd hatin kuştin!
Wê demê kesî dengê xwe ji vê qirkirinê re dernexist, lê îro hin serok û wezîrê dewletên mêtinkar di serî de, sîyasetvanên hinek dewletan vê qirkirinê şermezar û tewanbar dikin!
Serokdewlet û Serokwezîrê Turkîye yê kevin û wezîrê derve yê Îranê, îro bi tundî qirkirina Helebçe şermezar dikin û ji bo mirovahiyê wek “lekeyek reş” bi nav dikin(!) lê balkêş û ecêb û durûtîya mezin ev e ku herdu dewlet, her roj bi kuştin û dardakirina merivên Kurd, bi asîmîlasyona ziman, huner û çanda Kurd, bi qedexe û redkirina hemû mafên gelê Kurd yê netewî û demokratîk, ji xwe her roj sûcê jenosîdê pêk tînin!
Heta gelê Kurd serbixwe û azad nebe, dewleta xwe ava neke û li ser xaka xwe serwer nebe û çarenivîsa xwe bi xwe dîyar neke, ji tevkujî û qirkirinan rizgar nabe û di encam de jî wê tune bibe!…