Cano AMEDÎ
Mêvanên Ezîz
Hevalên hêja,
Piştî xwendina teksta partîyê ez dixwazim di derbarê rojevê de çend gotinên din lê zêde bikim û derbarê Kovara HAWAR û Mir Celladet Bedirxan de bi mijarê ve girêdayî çend şîrove û nîrxandinên xwe bidomînim. Berîya axaftinê ez dixwazim em bi hevra li ser gotin û felsefeya Ahmedê Xanî biponijin, bifikirin û bi hevre gohdar û şîrove bikin.
Ka em binhêrîn Ahmedê Xanî 400 sal berê li ser rewşa Milletê Kurd çi gotîye, çi pirsîye û çewa bersîv daye:
“Ez mame di hîkmeta xwedê da
Kurmanc di dewleta dine da
Aya bi çi wechî mane mahrûm?
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?”
Dîsa em dibînin ku Ahmedê Xanî bersîva bi wan bi xwe dide:
“Ger de hebûya me îtîfaqek
Vêk re bikira me înqîyadek
Rûm, Ereb û Ecem temamî
Hemîyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me îlm û hîkmet”
Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî, Mîr Celladet Bedirxan û hwd her yek şexsiyetên herî girîng ên edebiyata Kurdî ne. Bi kar û xebatên xwe, bi ked û berhemên xwe rolekî dîrokî bi cîh anîne, ji bo zimanê Kurdî serkeftinên mezin bi dest xistine. Di warê hişê neteweyî de, bingeha aqlê Kurdî dîyar kirine. Her yek jê di warê xwe de, di serdema xwe de nivîskar, feylozof û xwedî sifatên taybetin. Kar û xebatên wan di jiyana millete me de xwedî rol û pîvanên girîng in.
Roja Zimanê Kurdî
Divê çalaki û xwestekên me yên di derbarê desthilatdarî û zîndîbûna ziman de ne tenê bi rojekî sînor kirî be, divê 365 roj û şevên me li gorî hişmendîya pîrozbahîyê bi coş be. Di kolanan de, di sûk û bajaran de, li gel dezgehên sîstemê û bi taybetî di nav civatê de divê her tim denge Kurdî dengvebide. Girîngî û armanca pîrozbahîyan ew e ku nasnama, hebûn û çanda civatê bi rîya ziman dîyar bike. Di kolan û bazaran de kîjan ziman bi bandor be, di wê civatê de zimanê desthilatdar, cıvata desthilatdar, çanda desthilatdar ew bi xwe ye. Em hemû dizanin ziman remz û sembola hebûna millet û civatan e.
Her çiqas bi şêweyekî fermî ev roj weke Rojekî Fermî ya Zimanê Kurdî“ wekî hin zimanên din neyê naskirin jî, bi gelemperî di van salên dawîyê de ji hêla rêxistinên çandî û çalakvanên Kurd ve, bi çalakî û pîrozbahî têne lidarxistin. Armanc ew e ku di derbarê zimanê Kurdî de hişyariyê zêde bikin û pêşve bibin. Ev çalakî bi gelemperî li ser girîngiya parastin û pêşxistina ziman, teşwîqkirina bikaranîna wê di warên cûda de (perwerde, medyayê, huner hwd.) û ronîkirina dijwariyan ku ji ber şert û mercên dîrokî û siyasî rû bi rû dimîne, disekinin. Dîrok û şêweyên van pîrozbahiyan li gorî herêm û organîzatorê wan diguhere.
Em dizanin ku cara yekemîn alfabeya latînî ya kurdî, di navbera salên 1928-1929an de, bi biryara hikûmeta Komara Sovyetê ya Ermenistanê, ji aliyê zimannasên bi navê Îsahak Marogûlov û Ereb Şemo ve hatiye amadekirin. Ev alfabe wekî alfabeya Şemo-Marogûlov jî tê naskirin.
Ev alfabe, li ser bingeha tîpên latînî hatiye avakirin û li gorî dengsaziya kurdî hatiye adaptekirin û wekî yekemîn alfabeya latînî ya kurdî tê qebûlkirin. Bi vê alfabeyê yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê „Riya Teze“ de nivîs hatine weşandin û yekemîn romana kurdî ya bi navê „Şivanê Kurmanca“ (Çobanê Kurd) jî ji aliyê Erebê Şemo ve bi vê alfabeyê hatiye nivîsandin.
Ev yekemîn alfabeya latînî, li nav kurdên Sovyetê ronahiyeke çandî da destpêkirin, bû sedema vekirina dibistanên ku bi kurdî perwerde didan, amadekirina pirtûkên dersê û damezrandina beşên kurdolojiyê.
Celadet Bedirxan û Rola Wî di Zimanê Kurdî de:
Mîr Celadet Bedirxan (1893-1951) rewşenbîr, nivîskar, zimannas û çalakvanekî siyasî yê Kurd bû. Wî roleke girîng di standardkirin û nûjenkirina zimanê Kurdî de, bi taybetî zaravayê Kurmancî de lîst. Beşdariya wî ya herî girîng pêşxistina alfabeya Kurdî ya Latînî bû, ku niha ji bo Kurmancî bi berfirehî tê bikaranîn. Beriya vê yekê, çend nivîsên din, di nav de adaptasyonên alfabeyên Erebî û Ermenî, bi awayekî kêmtir domdar dihatin bikaranîn. Alfabeya Latînî ya Bedirxan pergaleke dengnasî û pratîktir ji bo nivîsandina Kurmancî peyda kir.
Kovara Hawar û Misyona Wê:
Hawar di 15ê Gulana 1932an de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatiye weşandin. Ev kovar di dîroka weşanvaniya kurdî de xwedî cihekî pir girîng e, nemaze di pêşveçûn û standardkirina zimanê kurdî de rolê wê yê mezin heye. Hawar bi tîpên latînî hatiye nivîsandin, ku ev yek di wê demê de ji bo zimanê kurdî gaveke pir girîng bû. Kovara Hawar û şopgirên wê rolekî girîng di pêşketina edebiyata Kurdî ya nûjen de lîstine û ew ekol îro rolekî sereke didomîne. Kovara Hawar ê misyonek pir alî bicîh anîye:
Em dibînin ku di Standardkirina Ziman û di warê niviskî de, Hawar wekî platformek ji bo pêşvebirin û standardkirina alfabeya Kurdî ya Latînî, rolekî pêşxistin û teşwîqkirina bikaranînê de xizmet kirîye.
Dîsa di Pêşxistina Edebiyatê de Kovar cûrbecûr berhemên edebî; di nav de helbest, çîrokên kurt û gotar weşandiye û bi girîngî beşdarî mezinbûna edebiyata Kurdî ya nûjen rol girtîye.
Di warê Hişyariya Çandî de, Mîr Celadet Bedirxan bi misyona Hawarê armanc kir ku di derbarê dîrok, çand û folklora Kurdî de hişyariyê zêde bike û hestek nasnameya neteweyî û serbilindiyê pêş bixe. Di vê derbarê de ked û xebatek mezin dike û Hawar dibe deng û Hawara milletê Kurd.
Kovara Hawarê ji bo gotûbêja Rewşenbîrî yê, bûye cîhê forumek ji bo nîqaşên rewşenbîrî yên li ser mijarên cûrbecûr ên civakî, siyasî û çandî yên têkildarî gelê Kurd peyda kirî ye.
Di qada Perwerde û Ronakbîrîyê de, em dikarin bi hêsanî bêjin Hawar bûye dibîstana sereke, gelek nivîskar, şair û sîyasetmedar di wê dibîstanê de derbas bûne, Cigerxwîn, Osman Sebri, Seydayê tîrêj, Nureddin Zaza û hwd xwestine ku nifûsa Kurd perwerde bikin. Di warê raman û perspektîfên nûjen pêşkêşî civatê bikin.
Hawar di sala 1943an de weşana xwe rawestand, lê mîraseke mayînde li ser ziman û çanda Kurdî hiştîye. Ew wekî bingehê dîroka rewşenbîrî ya Kurdî ya nûjen tê hesibandin.
Ji ber ku welatê me hatîye dabeşkirin û di bin bandora dagirkeran de ma ye, di warê bi kar anîna Alfabeyên de jî belavbûnek, perçebûnek ketîye rojeva me. Îro li her perçeyên kurdistanê xwendin û nivîsandin bi tîpên alfabeyên cuda dibe. Ziman yeke lê alfabe cuda ne. Divê demildest ji vê pirsgirekê re çareserîyek bê dîtin. Ji bo arşîvek giştî, ji bo mêjûyek netewî, ji bo dîyalogek edebî û çandî pêwîstî bi têgihiştin û xwendinek hevbeş heye.
Di dîrokê de, zimanê Kurdî bi çend alfabeyên cuda hatiye nivîsandin, li gorî herêm û serdemê:
Alfabeya Erebî: Guhertoyeke adaptekirî ya alfabeya Erebî di dîrokê de alfabeya herî berfireh a ji bo nivîsandina Kurdî bû, bi taybetî ji bo zaravayê Soranî û li herêmên ku di bin bandora zanistiya Îslamî de bûn. Lêbelê, ji ber cudahiyên di pergalên dengnasî yên Erebî û Kurdî de, zehmetî derketin.
Alfabeya Latînî: Wekî ku berê hate gotin, Celadet Bedirxan alfabeyeke Latînî ji bo Kurmancî pêş xist, ku gelek populer bû û niha ji bo vî zaravayî standard e. Ev alfabeya li ser bingeha alfabeya Romanî ye ku hin tîpên din lê hatine zêdekirin da ku fonemên Kurdî yên ku di Latînî de nînin temsîl bikin.
Alfabeya Kirilî: Bi taybetî li Qafkasya, li welatên Yekîtiya Sovyetê yên berê, alfabeye Kirilî ji bo Kurdî hate pêşxistin û bikaranîn, bi taybetî ji bo armancên perwerdehiyê û warê edebî de xwedî rolek girîn e. Radyo Dengê Yerîwanê û Rojnama Rêya Teze bûne platforma kar û xebatên Çandî, edebî û hunerî. Di hin serdemên dîrokî de, bi taybetî di nav Kurdên Qafqasya de, alfabeya kirîl ji bo nivîsandina Kurdî hate adaptekirin.
Îro, alfabeya Latînî ji bo Kurmancî bi berfirehî tê bikaranîn, dema ku alfabeya Erebî ji bo Soranî, bi taybetî li Iraq û Îranê, serdest dimîne. Hewldan berdewam dikin ji bo pêşxistina hevgirtinek mezintir û potansiyel alfabeyeke Kurdî ya yekgirtî di pêşerojê de desthilatdar bibe.
Di nav van komên zaravayên sereke de, gelek binnzaravayên bi guhertinên din hene. Pirrengiya zimannasî ya Kurdî hem dewlemendiyeke çandî û hem jî ji bo hewildanên standardkirinê bûye asteng.
Em hêvî dikin ku ev nihêrînên giştî di nav civatê de belav bibe û wekî destpêkek ji bo têgihîştina girîngîya ziman bikêr bê û bikeve xîzmeta millete Kurd.
Em carek din bi kurd û kurmancî dibêjin: Zimanê me hebûna me ye,
Zimanê me remz û sembola jiyana me ye! Zimanê me stûna hişmendîya netewî ye,
Ziman netewe, ziman axe, ziman welate, ziman hebûn e!
Zimanê me hêz û qeweta desthilatdarîya milletê me ye.
Ziman, li dijî dagirkerî û sîstema mêtingehîyê yek ji wan pergalên têkoşîn û berxwedanê ye
Bi Zimanê xwe bipeyivin, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe binivîsin, bi zimanê xwe biponijin, bi zimanê bifikirin, bi zimanê xwe xewnan bibînin, bi zimanê xwe sohbetan bikin, bi zimanê xwe şer bikin, bi zimanê xwe çêran bikin, bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe bigirîn, bi zimanê xwe jiyanê helmêz bikin. Bi zimanê xwe di kolan û sûkan de, bi serbilindî bi meşin, bipeyivin û her tim qadên bazirganî û bazaran bi denge xwe bi lerizînin.
Ji bo gohdarî û sebra we ez cardin dubare spasîya xwe peşkeş dikim. Bi zimanên xwe bijîn, bi zimanê xwe bertekan nîşan bidin, bi zimanê têbikoşin…