Piştî 5 salan ji karên nûjenkirinê Katedrala Notre Dameyê ya Parîsê bi merasîmeke mezin hat vekirin.
Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û 50 serok û serkirdeyên cîhanê beşdar bûn.
Notre Dame ku şahesereke balkêş a serdema navîne, dê piştî restorekirina xwe û merasîma îşev dê deriyên xwe ji nû ve veke.
Katedrala Notre Dameyê ya li nav dilê Parîsê rastî gelek şoreş û du şerên cîhanî hat, û 2019an Fransiyan bi çavên tijî girî şahidê şewitandina wê bûn.
Ji bo wan û gelek mirovên cîhanê, ne tenê şewitandina katedralekê bû lê têkçûna destkeftina şaristaniya mirovahiyê bû.
Ger Birca Eiffelê sembola tûrîzmê be, Notre Dameya 679 salî sembola dîroka Fransayê ye.
Avakirina Katedrala Notre Dameyê di 1163 de dest pê kir û 182 sal şûnda di sala1345an de qediya. Di sala 1804an de, Napoleon li Notre Dameyê taca împaratoriyê da serê xwe.
Notre Dame
Sala 2019an Fransiyan bi çavên tijî rondik li şewitîna Katedrala Notre Dameyê nihêrî.
Ji bo wan û gelek xelkên seranserî cîhanê, mijar ne tenê şewitîna dêrekê bû her wiha hilweşîna destkefteke pêşketî ya şaristaniyeta mirovayetiyê bû.
Zêdetirî 2 hezar endazyar, hoste û hunermend di nûjenkirina Notre Dameyê de xebitîn.
Zêdetirî 737 milyar dolaran li nûjenkirinê çû ku hemû ji aliyê 45 hezar kesan ve li seranserî cîhanê hatibû dabînkirin.
Hefteyek berî ku bi fermî were vekirin, Serokê Fransayê çû ji nêzîk ve guhertinên dawî dîtin.
Rûdaw