Bexda: Em dê çend baregehên nû li ser sînorê Tirkiyeyê ava bikin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê eşkere kir ku dê baregehên nû li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ava bikin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ragihand ku ew dê ji bo zêdekirina ewlehiyê li herêma sînorê bi Tirkiyeyê re, baregehên nû yên sînorî ava bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de hevkariyeke nêzîk bi Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re tê meşandin.

Sebah Numan derbarê ewlehiya sînorî ya Îraq û avakirina baregehên nû de ji Rûdawê re axivî.

“Xeta sînorî bi nûtirîn teknolojiyê tê xurtkirin”

Sebah Numan amaje bi pêşhatên sînorî kir û got:

“Li ser bingeha tedbîrên Fermandariya Giştî, hêzên me yên ewlehiyê, ji bo parastina hemû sînorên Îraqê hewleke mezin didin.

Sînorê me yê hevbeş ê 384 kîlometreyî bi Tirkiyeyê re, di dirêjahiya parêzgehên Hewlêr û Dihokê re dirêj dibe. Em vê xetê bi binesaziyên teknîkî û lojistîkî yên herî nû xurt dikin.

Em ji bo taybetmendiyên cografîk û girîngiya stratejîk a herêmê, hejmarek zêde baregehên nû yên sînorî ava dikin.”

Tekezî li ser hevahengiya bi Pêşmerge re

Numan Sebah amaje bi girîngiya hevahengiya bi Hêzên Pêşmerge re kir û got,” “Ji bo parastina serweriya neteweyî, em bi Hêzên Pêşmerge re berdewam di nav hevkariyê de ne.”

Stratejiya ewlehiya sînorî ya Îraqê

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê da zanîn ku sînorê bejahî yê Îraqê bi Îranê re hezar û 420 kîlometre û bi Tirkiyeyê re 384 kîlometre ye û bi Sûriyeyê re jî 618 kîlometre ye.

Civîna hevkariya ewlehiyê ya Îraq û Tirkiyeyê

Roja 24ê Sibata 2025an, Fermandarê Parastina Sînorî ya Îraqê Lîwa Mihemed Ebdulewehab Seîdî, li ser vexwendina fermî ya Tirkiyeyê serdana Enqereyê kiribû.

Di serdanê de, bi Fermandarê Hêzên Bejahî yên Tirkiyeyê Korgeneral Selçuk Bayraktaroglu û rayedarên din ên ewlehiyê re hevdîtin hatibûn kirin û li ser ewlehiya sînorî û danûstandina îstixbaratê gotûbêj hatibûn kirin.

Berdevkê Parastina Sînorî ya Îraqê Lîwa Heyder Kerxî heman rojê daxuyanî dabû ku ev civîn gaveke girîng e ji bo dabînkirina ewlehiya sînorî ya di navbera her du welatan de, xurtkirina dan û standina agahiyan û zêdekirina hevahengiya hevbeş girîng e. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *