Cenazeyên 32 Kurdên Êzidî yên gundên Koçoya Şingalê piştî bi dawîbûna kar û barên DNA û diyarbûna nasnameyan dê ji Bexdayê bên Şingalê.
Kurdekî Êzidî yê bi navê Naîf Casim ji ber êrişa DAIŞê ya sala 2014an 2 kurên xwe û 13 xizmên ji dest daye.
Ew dibêje, “Hejmara şehîdên me zêde ne lê nimûneyên xwînê yên naskirin û diyarkirina nasnameyên wan kêm in.”
Bavê dilşewat çûye Bexdayê da ku pêvajoya radestkirina cenazeyên gundê Koçoyê bipirse.
Naîf Casim dibêje, “Hejmara şehîdên me zêde ye lê nimûneyên xwînê yên naskirina wan kêm in.
Wekî mînak li Koçoyê di hin malbatan de 12 şehîd hene, di nava nimûneyên testê de du netîceyên wekî hevdû hene, ev yek ji bo laborator jî zehmet e.
Eger 12 testên xwînê ji bo du şehîdan hebûya, dê diyarkirina nasnameyan zûtir bûbûya, ji ber hejmara şehîdan ji hemara testan zêdetir e pêvajoya diyarbûna nasnameyan dirêj dibe.”
Di 6 salên borî de 64 gorên bi kom li Şingalê hatine vekolan û ji bo diyarkirina nasnameyan cenaze û hestî ji Tiba Dadî ya Bexdayê hatine şandin.
“Pêvajoya diyarkirina nasnameyan dereng dikeve”
Birêvebira Beşa Gorên Bi Kom a Tiba Dadî ya Bexdayê Yasemîn Minzirê got, “Îro bi fermî qonaxa heftemîn a şehîdên Şingalê yên ji pêkhateya Êzidî hat ragihandin hejmara wan 32 şehîd in.”
Li aliyê din, Birêvebirê Fermangeha Parastina Gorên Bi Kom a Dezgeha Şehîdan Ziya Kerîm jî got:
“Heta niha pêvajoya lêgerîn û diyarkirina şehîdan berdewam dike.
Qedera Îraqiyan e ku bi vê rewşê derbas bibin, çi ji ber dîktatortiya rejîma berê be çi jî ji ber hovîtiya rêxistinên wekî El Qaîde û DAIŞê be.”
Biryar e hefteya bê di merasîmekê de termên 32 Êzidiyên ku nasnameya wan hatine diyarkirin ji Bexdayê bên veguhastin û li Koçoya Şingalê bên veşartin.
Bi tenê li parêzgeha Nînowayê hîn 29 gorên bi kom hene ku nehatine vekolan û testkirin.
Piraniya wan ên Êzidiyan in û vedigerin serdema DAIŞê.
Tiba Dadî ya Îraqê dibêje, nebûna budceyeke taybet ji bo karên wan, yek ji sedemên derengketina pêvajoyê ye û bi hezaran merivên qurbaniyan li benda encama testan in.
Gundê Koçoyê girêdayî navçeya Şingalê ye.
Tebaxa 2014an DAIŞê êrişî gundê Koçoyê kir û 400 mêrên gund qetil kir û zêdeyî 700 keç û jinên gund revandin.
Heta niha jî gelek jin û keçên Êzidî yên ji gundê Koçoyê bêserûşûn in. (Rûdaw)