Beşîr Sedî: Gelek malbatên Xiristiyan ji berava Sûriyeyê koçber bûn -Video

Alîkarê Berpirsê Rêxistina Aşûriyan a Demokrat a Holendayê Beşîr Sedî ragihand ku di bûyerên li berava Sûriyeyê de 4 Xiristiyan hatine kuştin û gelek malbat jî koçber bûn.

Li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê di şer û pevçûnan de  ne tenê sivîlên Elewî her wiha hinek sivîlên Xiristiyan jî hatine kuştin.

Alîkarê Berpirsê Rêxistina Aşûriyan a Demokrat a Holendayê Beşîr Sedî beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa Xiristiyanên li berava Sûriyeyê kir.

“4 Xiristiyan hatin kuştin”

Beşîr Sedî derbarê Xiristiyanên li beravê hatine kuştin got, “Li gorî wan agahiyên ku gihiştine destê me, heta niha 4 Xiristiyan hatine kuştin.

Yek ji wan li mala xwe bi guleyeke hatiye kuştin. Her sê kesên din jî di dema bûyeran de hatine kuştin.”

Sedî li ser bûyeran jî got, “Çekdar û efserên Lîwaya Çaran a rejîma berê û şaneyên razayî yên hêzên girêdayî Mahir Esed pêşengiya êrişîn li dijî hêzên ewlehiya navxweyî yên hikûmeta demkî kir.

Paşê jî şer û pevçûn çêbûn. Gelekî bi mixabinî piraniya wan komên çekdar ên nerêxistî ku hatine herêmên li beravê bi razîbûna Şamê bû.

Piştre bi hezaran çekdarên hêzên girêdayî Wezareta Parastinê li pey wan hatin, operasyonên tolhildanê li dijî sivîlan pêk anîn.

Me di encamê de li ser torên civakî gelek vîdeoyên biêş û metirsîdar dîtin.”

“Gelek malbat koçber bûn”

Beşîr Sedî derbarê koçber û derbederkirina Xiristiyenên herêmê jî got:

“Amar bi awayekî rast li ber me nînin lê em dizanin gelek malbatên Xiristiyan koçber û derbeder bûne.

Xiristiyan bi taybetî li Tertûsê, Baniyasê, Laziqiyeyê û Cebleyê koçber bûne.

Her wiha li kêleka Xiristiyanan, Elewî û Sunî jî hene. Beşek ji sivîlan ji van her sê pêkhateyan berê xwe da deverê aram.

Hinek ji wan jî çûne baregeha Rûsyayê. Her wiha ji ber nêzîkbûna hinek jî derbasî Libnanê bûn.”

Alîkarê Berpirsê Rêxistina Aşûriyan a Demokrat her wiha amaje bi wê yekê kir ku piştî rûxandina rejîma Esed hêviyek ji bo Sûriyeyiyan çêbû lê ji ber van şer û pevçûnê dawiyê ji nû ve xelk bê hêvî bû.

Li gorî Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan di nava 72 demjimêran de, 40 komkujî hatine kirin û 973 sivîl hatine kuştin.

Ji van 545 kes ji Laziqiyê ne, 262 kes ji Tertûsê ne, 156 kes ji Hemayê ne, 10 kes ji Himsê ne, 148 kes jî çekdarên ser bi rejîma berê ne. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *