Xerzan, saet di heştê sibehê, li xwirînî û bêtaştê, bi şika ku dereng maye, baş avek jî li rûyê xwe nekir, ji mal derket û berê xwe da çayxanê. Xerzan, hîn ji tayşa xewê xelas nebûbû, loma her ji çend gavan dibawişkî. Ji bêxewî, sipîka çavên wî sor û dora çavên wî nepixî bû. Lewra heta derengê şevê, pirtûkek klasîk dixwend.
Sibehek payiza paşîn ya 1977an bû. Dinya vekirî bû. Tavek ronak, her der bi çirûskên xwe yên zêrînî dixemiland. Lê tîrêjên wê mirov nedişewitand, tenê mirov digot qey mîna avek şîrgermî, bi şanazî dest û rûyê meriv dişo. Dinya ewqas rohnî, zelal û paqij bû ku erd û ezman mîna camê dixwuya. Ezman bi tonên şîn xemilîbû. Li rûyê ezman cîh cîh gulokên ewrên berfînî ku gurzên tîrêjan tê re vedabûn, belavbûbûn. Çend refên teyrikan û du başokan ev dîmena ezman temam dikir. Meriv digot qey ev tabloyek hunerî ye ku ji destê wênekêşekî herî mezin derketîye.
Lê Xerzan, serê wî di ber wî de, di hundir raman û xeyalan, pirs û pirsgirêkan di rêçika rexê asfalta rêya hevirmêş re tena tena dimeşîya. Ev rê, di rexekî qeza wî re derbas dibe: ji Enedolê di nîvê Kurdistanê re, mîna marekî reş diçe hetanî Bexdayê. Her ku xerzan çav li vê rêya hevrîşim diket, li ser girîngîya wê ya di dîroka Kurdistan de û li ser çarenûsa gelê Kurd ku rolek çiqas xerab lîstîye diramîya.
Li herdû alîyên rê, avahîyên ji kelpîçan û yên ji betonê di hundir bêpilanî û bêahengîyekê de rêzkirî bûn. Di nîvê kuçan re û li rexê rê, cîh cîh cihokên av û çiravê yên ku kevza şîn girtibû û bêhna genî jê dihat derbas dibû. Li hin eresên vala lodên pûş bilindkirîbûn. Loma qeza, mîna nîvgundekî dixuya. Li kuçan qireqira mirîşkan û ewtîna kûçikan bû. Li serê kolanekê, çend sehên lawaz, tûle û beradayî dev li ser û guhên hev dikirin, bera hev didan û bi hev şa dibûn. Li rex çend derîyan, komisîkên jin û pîrejinan li berberojikê rûniştibûn, ji tengaya jîyanê bi gurepist fesadî û paşgotinîya hev dikirin. Zarokan bi hindilk, qîtik, heftok û xara dilîstin. Jinên ciwan, him xwe li ber tavê germ dikirin, him jî pêsîrên xwe yên gewr û dagirtî bi canikî derxistibûn, pitikên xwe şîr didan. Hin keç jî, bi hêvîya ku qismetekî baş bi destxin, xwe xemilandibûn, derketibûn ber pace û derîyan.
Her ku Xerzan nêzîkî sûkê dibû, giregira mekînan, gurmegurma aş, mîrkutên hesinkeran û tamîrkeran, qîreqîra tablevanên fêkî, hêlehêl û himigima mirovên bi heyecan ku diçûn û dihatin, mîna derbên mîrkûtan di serê wî de vedidan. Di hundir vê hirmegurmê û tevlihevîya ramanan de Xerzan, ket hundirê çayxanê. Çavê xwe li hundir çayxana teng, kêmrohnî û hundirê wê nî ji qetrana çixarê reş bûbû gerand. Bala xwe dayê, sê gundîyên li ser zevîyan ku bi axa re pirsgirêka wan çêbûbû, divîya ku bi wan re hevdîtin bikira û du hevalên wî, li quncek çayxanê rûniştine. Xerzan, bi bişirîn silav li wan kir, bi xêrhatinî destê wan girt, kursîyek kişand bin xwe û rûnişt.
Xerzan çayek xwest; qutya xwe ji bêrîka xwe derxist, ji tûtina Xursê û bi pela tenik ya bexdadî çixara xwe pêça û vêxist. Bêhnek li çixara xwe xist, dûyê wê tev kişand nava xwe û hêdî hêdî di dev û bêvilên xwe re bera hundirê çayxana ku bêhna qirêj, ifnik, kelmizoya çayê û nefesa mirovan tevlîhev bûbû da. Qurtek çaya xwe ya bi kelbûnat jî bi ser de vexwar… Bêdengîya wan, çar xortên li masa paş wan ku bi kaxetan dilîstin xera dikir, yekî:
-“ Ha ji te re keşe!” yê din jî digot:
-“Tu ji keçika qero re çi dibê!”…
Xerzan, bi hêrs û heyf di dilê xwe de digot: ”Hela li rewşa ku welat û gelê me tê de ye, li vê ecêb û sosretê binêrin, bê xortê me, hiş û enerjîya xwe di çi de xerc dikin!!” Lê dîsa jî bi xembarî li xwe vegerand: “Na, ne sûcê wan e, dijminên mêtinkar ew xizan, bêkar û nezan dane hîştin. Vatinîya me jî şîyarkirina wan e!” Piştî van ramana, Xerzan li xwe hayî bû, berê xwe ji masa ber xwe rakir, çavên zîrekî li ser gundîyan gerand, hişê xwe civand û bi dengekî nerm ji wan pirsî:
-“Doza we çawa bû; ji kerema xwe re, hûn dikanin rewşa aniha ji me re bêjin?” Gûndîyekî, bi tutina qûna çixara xwe dilîst, bi rûyekî tehl û xemgîn ew bersivand:
-“Birayê delal, zevîyên ku ji bav û kalan em dajon û baca wan hersal didin dewletê, ji bo ku axa bi koneyî û bertîlan li ser xwe tapo kirîye, aniha kurtêlxwir û mekînên xwe anîne gund, bi gef û çavsorî dibê: ‘Ev gund û zevî yên me ne, êdî em’ê biçînin, hûn diçin ku biçin!’ Niha terektoran dest bi rakirina zevîyan kirine! Dewlet jî piştgirê wan e. Em bi wan nikanin. Ji bo ku hûn dibên: ‘Em hevalên karker û gundîya ne’, loma em alîkarîya we dixwazin!” Xerzan, bi ramanbarî gulpek li çaya xwe xist û bêhnek ji çixara xwe jî bi ser de kişand, bi dengekî ji xwe bawer û biryarkar hêdî hêdî dest bi peyvê kir:
-“Hûn dizanin em rêxistinek çînî û netewî ne. Ne tenê pirsgirêka we ya erdê heye, ev pirsgirêka hemû rênçber û gundîyên Kurdistanê ne. Mêtinkaran, bi hevkarîya axa, beg û şêxên xwefiroş welatê me dagîr kirine; ziman, çand û diroka me înkar û qedexe kirine; gelê me ji hemû mafên xwe yên mirovî, netewî, siysî û aborî bêpar hiştîye. Ji bo çareserîyek rastî, divê em tev bi rêxistinî û yekîtî bitêkoşin; ji şerê serxwebûnê re amade bibin, encax wê gavê em dikarin şoreşa gel çêkin û bigehên hemû mafên xwe. Aniha ev zevî tev bibin yên we jî, dîsa ne çareserî ye. Lê dîsa jî em ne razîne ku hûn ji gûnd û zevîyên xwe biqetin, zav û zêçên we li ber dîwaran birçî bimînin! Loma ji bo piştgirî û parastina mafê we, tevlî çeka xwe, bi her îmkana xwe em amade ne ku alîkarîya we bikin!”
Piştî ku gundîyan bi balkêşî li Xerzan gohdar kirin, rastî û mafedarîya gotinên wî bi hejandina serê xwe pejirandin; ji bo sozdana piştgirîyê, berxwidarîya xwe pêşkêş kirin. Rabûn bi bişirîn xatir xwestin û çûn. Piştî ku gundî çûn, hevalên Xerzan hinek hatin û hin çûn. Li ser karûbarên rêxistinî, çalakî û xebata rojane nîrxandin û gengeşî kirin. Bi vî awayî dem heta derengê rojê derbas bû. Xebata perwerdeyî, ya li ser felsefê kû piştî rojava dest pê dikir, hate bîra Xerzan. Loma rabû ser xwe, perê çayvan dayê û berê xwe da mala hevalê xwe Dilovan.
Xerzan, li seranserî peyarêya sûkê gav vedida. Li ser dersên felsefê yên borî hişê xwe tev dida, ji xwe re digot:”Dêmek çi tiştên candar û bêcan yên li xwezayê hene, tev ji atoman çêdibin, atom jî ji pirtikên elektron, notron û protonan çêdibin. Li gorî hejmara van pirtikan, elementên cuda û li gorî hevgirtina elementan jî tiştên cuda û hûnandina asasên çavîyên candaran tê holê”.
Babîsokek bayê payizê, toza ji axpînkê û rêxa hespên ereban, bi ser bêvil û çavên wî de li ba kir, loma Xerzan ji ramanên wî bidûr xist. Ezman hatibû girtin, cîh cîh ewrên tarî bera yên sipî didan. Tevgera ezmên, li ser mirov û heywanan jî bandorek dikir. Firte firt û çîve çîva çûkan bû, li ciyê xwe nedihewîyan, virde û wêde difirîyan. Hêle hêla tablekêşan, ji bo fêkîyên xwe zû bifiroşin bang dikirin. Erebekêşan, bi hêrs qamçî li piştên bergîlên xwe didan. Dikandar li cihên xwe neditebitîn, derdiketin devê dikanên xwe û diçûn hundir, malên xwe pêşkêşî muşterîyan dikirin. Merivên li sûkê tev di tevgerek bi lez de bûn: mîna ku xebera reşêşkekê sitendibin, virde û wêde dibezîyan.
Xerzan jî hinekî hêz da xwe û bi lez dikanên yek kat û yek çavî yên beqalan, terzîyan, fatoran, solan, fêkîyan,aşxane, firne û hwd. li du xwe dihîşt û li kuçên qezê fitlonek dida xwe. Van kolanên mîna kewarên mêşa, xilexil û hirmegirma dengan jê dihat, di madê Xerzan de giranîyek çê dikin. Loma Xerzan, di kûrahîya nava xwe de, êşek giran his kir. Wê gavê li xwe ramiya û ji xwe pirsî: “Gelo îro min kengî xwarin xwar?!” Bala xwe dayê ku îro gepek xwarin jî di gewrîya wî re neçûye û gehîşt ku êşa nava wî, ji ber serhildana madê wî yê birçî ku ji sibê de, bi teîna çayê, nîkotîn û qetrana çixarê ji xwe de çûbû, bû.
Xerzan, ji xwe mîna darikekî hişk û zirav bû. Ji kêmxwarinî û kurmên hertim di nava wî de reşxeniqî bû. Salên wî hîjdeh bûn. Çend tayê rîhê li çena wî xwîya dikir; rûyê wî mîna yên keçikan şayik û xweşik bû. Birûyên wî rast û kevanî bûn. Çavên wî yên rengkestane nerm û zînde dinêrîn û kêsimek zîrekî didan rûyê wî. Porê wî yê kej, bi kêlekê de şehkirî, xwe bi ser guhên wî de berdida. Dev, bêvil û gugên wî nî biçûk bi çena wî ya zirav de di ahengekê de bûn. Çîp û milên wî, ji bedena wî dirêjtir dixuya, lê vêna bêkêsimî nedida wî.
Bi zikê birçî, his û ramanên tevlihev Xerzan, nêzîkî xaniyê hevalê xwe yê neseyandî ku ji ber ba û barana zivistanan kerimkotî bûbû, bû. Di ber paca darriziyayî re derbas bû û li derîyê kevn, neboyaxkirî û gemarî xist. Bi vekirina derî re derbasî hundir bû. Silav li Dilovan kir û li ser tejika kevnar û pînekirî xwe bera xwar da. Dilovan jî xwe bera ser doşek û lihêfa tenik û gemarî ku li quncek odê raxistî da. Ji hûndir de jî ode bêtamîr, nesipîkirî, kilsa wê ya kevn weşîyayî û qilêrî bû. Li qunca hember doşekê, çend defter û pirtûkên xwendekarîyê li ser hev bûn. Li kêleka wan paporek gazê, beroşek tûtya ya bi tenî û kubiyayî, çaydanekî mîna beroşê, sulehîyek naylonî, du-sê kûpikên çayê, sênîk û kefçî, dîmena hundir temam dikir. Bi kurtî, ji her derê odê xizanî,teralî û gemarîbûna xwendekarekî diherikî. Ji bo ku Dilovan bi piranî nedikenîya û mirûztirş bû, loma rewşa wî ya bi kul û keder, bala Xerzan nekişandibû. Xerzan, lê vegerîya û bi bişirîn jê re got:
-“Îro parîyek nan jî di gewrîya min re neçûye xwar; dilê min ji birçîna dixewire; gelo tiştekî xwarinê tuneye ku ez bixwim?!”
Dilovan, herdû çongên xwe kişandibûn ber sînga xwe, di ser wan re tilîyên xwe di hev re derbas kiribû. Mîna ku zimanê wî hatibe girtin an sûcek kiribe, bi rûkî şermezar û xemnak, bi çavên melûl û zîndehîya xwe ya hertim wendakirî, bêdeng ziq ziq li çavên xerzan dinêrî û bersîv nedidayê. Bêdengîya odê, dengê fîzîna bayê di nav qelşên pace û derîyên menteşên wan sist re dihat û teqireqa pace û derî xera dikir. Xerzan, bi dudilî û şik dîsa jê re:
-“Ma dengê min nehat te, mi ji te re got; ‘ez birçî me’ çima tû bersîvê nade min ?!…”
Wê gavê du dilopê hêstiran, mîna du dilopên agir, di ser hinarkên wî yê hildayî re xwe bera xwar dan. Berê xwe dabû dîwarê hemberî xwe, bi nêrînek vala û dengekî nizm ku bi zor dihat guhê Xerzan, dest bi axaftinê kir:
-“Xwarina min nîn e! Ev du rojin ku gepek nan neketîye devê min jî! Ev du heyv in ku min kirêya xanî jî nedaye! Doh pîrejina xwedîya xanî hat ser min û bi hêrs got: ‘Ya kirêya min bide, an ji xaniyê min derkeve!!’. Loma ez mame naçar!!…”
Xerzan, mîna ku ji mejîyê xwe derbekê bixwe, hejîya. Êdî wî jî nema karîbû hêstrên xwe bigirta. Mîna ku ew sûcdarê wê rewşê be, nava wî dişewitî, hisên wî pêl bi pêl di ser hev re werdigerîyan. Hîn ji biçûkîya xwe de, ew û Dilovan hevalên hev yên herî nêzîk, dilsoz û bi rûmet bûn. Dilovan, mirovekî durist, serbilind û mêrxas bû. Di şer û çalakîyan de herdem li pêş û şervan bû. Ji bav û birê xwe de, welatperwerekî dilşewat, bi bawerî û bi hêvî bû. Durûtî, derew û bêbextî, zikreşî û xweperestî pê re tunebû. Mîna navê xwe, bi rastî jî merivekî dilovan bû. Kêm diaxifî û nadîren ken bi ber deva diket. Loma meriv digot qey ewqas hişk û bêhes e ku tiştek nikare tesîrê lê bike. Herdem rûyê wî mîna granît sext, sar û bêîfade bû. Lê dîsa jî Xerzan, zanibû ku di kurahîya dilê wî de, germîya volkanekî û hisên biharek rengîn heye. Lê di hundirê Xerzan hilnedihat ku mirovekî ewqas hêja, ji ber malê dinyayê têkeve vê rewşê. Di bin bandora van hisan de, hevokek biçûk, mîna çengelekê di mejîyê Xerzan de aliqî ma: “Ev ne edalet e!…” di dilê xwe de got! Xerzan, bi pişta destê xwe hêstirên xwe paqiş kir û bi dengekî bi gazinc:
-“Çima te hayê min nekir; te heta aniha çi diltengîya min dîtiye?!…” got.
Dilovan, şalekî cûn û kevn, qutikekî şîn ji naylon, çakêtekî şînê tarî ku xetên sipî kişandî lêbû. Weke sar be, çakêtê xwe li ber xwe pêça, berê xwe ji dîwarê hember xwe danegerand, bi dengekî şikestî Xerzan bersivand:
-“Na, ne mafê min heye ku ez hero-duro ji te alîkarî bixwazim û ne êdî rûyê min hiltîne!… Herhalde rewşa te jî ne pir baş e?!” Xerzan, bi dilekî şikestî û rûkî sar mîna qeşê, herdû destên xwe vekir û jê re got:
-“Ev lênerîna te şaş e! Çawa be ez kar dikim. Xizanî, ne şermezarî û ne jî sûcê te ye! Vatinîya me ye ku em hebûna xwe bi hev re par bikin. Naxwe çi qîmeta mirovantî, hevaltî û şoreşgerîya me heye! Ger ku em ne parvekar bin, em’ê çawa di rêya azadî û serxwebûnê de, jîyana xwe bisipêrin hev û em’ê çawa di şoreşek wekhevîyê de serfîraz bibin! Tu baş dizane ku rûmeta te û yên mîna te, li ba min gelek heye! Alîkarîya min ne bi minet, perçakî berpirsarîya min qebûl bike! Tika min ji te, ji neha û pê de, çi pêtivîya te çê bibe, divê tu min hayîdar bike!…” Piştî ku Xerzan axaftina xwe qedand, destê xwe avêt bêrîka çakêtê xwe, têra kirê û pêtivîya wî pere danî kêleka wî. Piştre jê re got:
-“Ez’ê piştî saetekê vegerim!” û derket der.
Xerzan, di sergêjanîyekê de, bi dilxemî û mîna merivekî sewsî berbe malê de şûş bû.Tarîyê hîn nû xwe bera erdê dabû. Ewrên reş û tarî, di bin giranîya baranê de zik dabûn. Bi bayê kur re, peşkên baranê li rûyê Xerzan dixist. Carna ewran birûsk vedidan, dinya dibû wek nava rojê, lê pişt re tarî, li ber çavên Xerzan tarîtir dibû. Li bejna Xerzan, taximek cilê qumaşê hirî hebû. Di bin çakêt de qutikekî sipî û xetê şîn lê yê ji pembo li ser bedena wî bû. Kember û qonderak xwînsorî ji çermê xas, bi taximê wî re di ahengekê de bû. Ne ba û baran, ne birçîtî û ne jî tarîyê tu bandor li ser Xerzan dikir. Te digot, bi çarenûsa xwe re, li hember bûyerên xwezayê jî serî hildaye. Mîna gula ku li nîşana xwe kilît bibe, tarî diqelaşt. Xerzan ket hundir malê – neketê, li kulînê peyedar bû, bi dengekî bi şewat ku tu kes nikane li hember derkeve, ji dîya xwe re got:
-“Dayê, mirovên me yên birûmet û delal birçî, bi hesreta parîyek nan in! Dibe ku em jî li mala xwe ziktêr û bêxem bijîn! Ma tu hertim nabê: `Lawo, hinek bixwin û hin jî lê binêrin, qiyamet ji vêna radibe!” Dêya Xerzan ew baş nas dikir, loma dijî wî derneket û alî wî kir. Hetanî xwê, şekir, rûn û savar, çi di mal de hebû, Xerzan ji tevan yek bi yek xist feraxan û alavên xwe tev xist kîsekî, ew avêt ser milê xwe û berê xwe da mala hevalê xwe Dilovan.Wê şevê Xerzan û Dilovan, bêdeng û bêhis, mîna ku vatinîyek pîrozwer pêk tînin, bi hev re şîv xwarin. Ji bo ku ba û bahoz rabû û hevalên wan nehatin dersê, xebata xwe ya felsefê jî, bi paş de xistin.
Xerzan wê şevê vegerîya mal, ket nav nivînê xwe; lê ji ber his û ramanên tevlihev, heta şeveqa sibê xew neket çavên wî. Xerzan, bi xwe re ketibû hesabekî kûr. Hevalê wî dilovan dihat bîra wî, bi kela girî re hêstir dibarand, bi kulmika li doşeka xwe dixist û ji xwe re digot: “Bi rastî ez tucarî nabim şoreşger: Min tucarî birçîtî nedîtibe, ez’ê çawa rewşa birçîya his bikim û mîna wan bihizirim?! Dilovan hevalê min yê herî nêzîk e, di vê rewşê de ye û ez jî li kêfa xwe dinêrim; ez’ê çawa di rewşa gelê Kurd bigehîjim. Gelo aniha çiqas mirovên rewşa wan ji ya Dilovan xeraptir hene?! Gelo niha çiqas zarokên parîk nan bi destê wan nakeve û çiqas pitikên bi hesreta dilopek şîr in hene?! Ez bi tu tiştekî xwe jî ji vana tevan ne çêtirim; mafê min tune ye ez têr bim û ew jî birçî bin! Ez soz didim te Dilovan; ez soz didim gelê Kurd, bîrûbawerî û hêvîyên xwe, ji bo ku ez bibim şoreşgerekî baş, çi ji destê min bê, ez’ê pêk bînim!!..”