Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniyek di derheqa Efrînê de parve kir û tê de dibêje, “Dem dema derxistina giropên çekdar ji tevahiya Efrînê û vegerandina tevahiya koçberan û ewlehî û aramiyê ye.” Herwesa tekez jî dike, “Ti pêşerojeke ewle û aram li Efrînê peyda nabe, eger birêvebirina Efrînê nekeve destê xelkê wê.”
Ev jî tekista daxuyaniya Berê Kurdistana Sûriyê ye:
Bi derbasbûna karwaneke ewlehiya giştî ya rêveberiya nû li Sûriyê ji bo Efrînê ji bo bidestanîna birêvebirina wê, Efrîn dikeve qonaxeke nû. Em hêvî dikin ev gav bibe dawiya serdema reş, ku gropên çekdar li Herêma Efrînê tawanên sîstematîk encam dabûn û heya niha jî, çi revandin û girtina ne yasayî û çi eşkencekirina ji bo wergirtina pereyan ligel kuştin û derxistina bi zorê û desteserkirina milkên sîvîlan û guhertina demografî û guhertina li ser kêweyê li ser hisabê hebûna kurdan li Efrînê.
Dem niha dema derxistina wan giropên çekdar e ji tevahiya Efrînê û vegerandina tevahiya koçberan û ewlehî û aramiyê ye. Dem dema wê ye xelkê Efrînê bi xwe xwe birêve bibe, ewlehî û parastina xelkê wê bê kirin û bidawîkirina serdema sitemkar û destdirêjiya li ser mafên kurdan.
Ji ber erkê me yê niştimanî, em weke Berê Kurdistana Sûriyê bang li tevahiya partiyên kurd dikin bi lez lihev kom bibin û rewşa Efrînê gotûbêj bikin. Herwiha danîna nexşerêyeke zelal ji bo radestkirina bajêr ji bo xelkê wê, bi rêya damezrandina encûmenên xwecihî ku awayekî demokrat bêne hilbijartin û karibin deverê birêve bibin û xizmetguzariyên sereke pêşkêş bikin, ligel çêkirina polîsên xwecihî û tenê ji xelkê wê, da ku karibin ewlehî û aramiyê bidest bixin.
Em di wê baweriyê de ne, ku çareya rast ji bo Efrînê tenê bi yekrêziya kurd û karê bi hev re pêk tê. Ti pêşerojeke ewle û aram li Efrînê peyda nabe eger birêvebirina Efrînê nekeve destê xelkê wê.
Berê Kurdistana Sûriyê
07.02.2025
(K24)